Wan – Bazarvanên Wanê ji aboriya ku ber bi xetereyê ve diçe bi gazinc in û gotin: “Piştî şerê Îranê derî jî hatine girtin, em piştî vî şerî gelek mexdûr bûne. Mazot biha dibe, her tişt biha dibe.”
Li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê krîza aboriyê, bi şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê re mezintir û dijwartir dibe. Her ku diçe bihayên tiştan zêde dibe û welatî êdî nikarin danûstandinê bikin. Li Wanê jî di bazaran de bihayê zerzewatan gelek zêde bûye û hem welatiyên difiroşin hem jî yên dikirin bi gazinc in. Bazarvanan behsa zemên dawiyê kirin û nerazîbûnên xwe anîn ziman.

‘Li gorî serê xwe bihayan diyar dikin’
Erdal Macît ê ku zûve karê bazarê dike anî ziman ku di bihabûna bazarê de ew ne sûcdar in û got: “Em ne hilberîner in û em jî danûstandinê bi toptanciyan re dikin. Welatî bila gazincên xwe ji karsazan bike, ew in hilberîner. Berê aboriya piyasaya serbest tune bû, biha diyar bû, anha aboriya piyasaya serbest heye û her kes li gor serê xwe bihayan diyar dike. Mînak, cînarê min bihayê tiştên xwe zêde dike, ez berê xwe didimê wî zêde kir, ez jî zêde dikim. Bihabûna petrolê jî gelek bandor ser me kir. Pêwist e dewlet li pêşiya wê bihabûnê bisekine, nexwe milet dê gorî serê xwe biha zêde bike. Sîgorta zêde bûne, petrol zêde bûne, xwarin û vexwarina me zêde bûye, mesrefa me jî zehf zêde bûye. Zerzewat çend biha bibe karê me jî kêm dibe.”
Welatî Fadîme Alabulak ji bihabûna bazarê gazinc kir û got: “Em mecbûr in danûstandinê bikin. Pere çi pê nayê, em nikarin pêwidiyên xwe bistînin.”
‘Li zeviyê 10, li bazarê 70 lîre’
Omer Yilmaz ê bazarvan jî anî ziman ku di pirsgirêkên aborî, mexdûriyeta milet de desthilat berpisyar e û got: “Rewşa milet baş nîne û nikare êvarê nanekê bibe mala xwe. An jî zarokên wî diçin dibistanê nikare sed lîra bixe berîka wan. Desthilat vê yekê dibîne bes dengê xwe nake. Di piyasayê de fêlbaz hene, divê dewlet pêşiya wan bigire. Mînak pîvaz li zeviyê bi deh milyonan e, tê bazarê dibe heftê milyon, ew pereyê navberê de tê dizîn. Em hê nikarin sîgortayên xwe çêkin. Milet cihê ku bikeve li dû gotinên vala, divê bikeve pey wan kesên diziya dikin û wan aşkera bikin. Roja hilbijartinê gel dê dîsa reyên xwe bide kesên em xistine vî halî. Malnişînên karkerîyê bîst hezaran distînin, ev yek dê têra kê bike. Anha li Wanê kirê bi 20 hezar lîre ye, li çarşiyê zêdetir. Pêwîst e em mafên xwe bizanin.”
‘Tiştên em dikirin nikarin bi heman bihayê bifiroşin’
Bazarvan Ahmet Begîş jî bi lêv kir ku welatî çawa zoriya danûstandinê dikêşin, ew jî heman kêmasiyê dijîn û got: “Welatî gelek bi gazinc in ji bihayan û mafdar in jî. Bes ew tiştên em dikirin em nikarin bi heman bihayê bifiroşin. Çareseriya aboriyê di destê pazarvanan de nîne, çareseriya vê aboriyê, berpisyarên vê civakê û vê pergalê ne. Divê vê yekê bînin ziman, bidin pêşçav.”
Bihabûnê bi şerê Îranê ve girê da
Tahsîn Ayna yê ku bi karê bazarê ve mijûul e jî bihabûna li Wanê bi şerê Îranê ve girê da û got: “Wan bajarekî biha ye, kar tê de zêde nîne. Di bazarê de kar girêdayî mazotê ye, ji ber ku her hatin çûyîn heye. Ez bîst sal e di bazarê de kar dikim. Gel nikare danûstandinê bike. Ji ber vê yekê ez qer/deyn didim. Piştî şerê Îranê derî jî hatine girtin, em piştî vî şerî gelek mexdûr bûne, navbera me de 30 km heye danûstandina me hemû ser Îranê ye. Em alîkarî dixwazin bila ew krîza aborîyê were çareserkirin.”





















