Wan – Yek ji rûspiyên eşîra Giraviyan Sadrettîn Şen û yek ji rûspiyên eşîra Mamxûran Fûat Tûrgût bal kişandin ser sedemên derketina şer û pêvçûnên di nava civakê de diqewimin û gotin: “Ji sedî 50iyê van pirsgirêkan ji ber aboriyê derdikevin. Ciwan betal dimînin, dikevin nav înternetê û qumara înternetê. Sedema tundûtûjiyê ya bingehîn jî pergal bi xwe ye.”
Nakokî û dijberiya di navber malbatan de, di navbera eşîran de her ku diçe zêdetir dibe û di encamê de bûyerên gelek dilêş diqewimin. Sedema derketina van nakokî û dijberiyê jî weke pergal bi xwe tê dîtin û derketina hemû bûyeran encama polîtîkayên şerê taybet e. Ev dijberî ne tenê li Wanê, li tevahiya bakurê Kurdistan û li gelek bajarên Tirkiyeyê rû didin û rêjeya şer û kuştinan di nava 5 salan de gelekî zêde bûye.
Bi taybetî li bajarê Wanê di mehên dawî de ev bûyerên di nava malbatan û ciwanan de zêde bûye. Di encama van bûyerên nexweş de gelek kes tên kuştin û birîndarkirin. Bûyer bi şexsî dest pê dikin paşê vediguherin şerê navbera malbatan. Ji bo van şer û pevçûnên diqewimin ji bo çareseriya van meseleyan lêgerînên rêxistinên sivîl û partiyên siyasî jî berdewam dikin.
Rûspiyên eşîrên li herêma Wanê û Colemêrgê derbarê mijarê de ji ajansa me re axivîn û bal kişandin ser çareseriya van pevçûnên civakî.
‘Ev civak her ku diçe ber bi xirabiyê ve diçe’
Yek ji rûspiyên eşîra Giraviyan Sadretîn Şen bal kişand ser kuştin û rûdanên tundûtûjiyê yên di nava civakê de û got: “Ev civak, her roj ber bi xirabiyê ve diçe û dirize. Bi piştgiriya dewletê komeleyên eşîran û baron zêde bûne. Pergal niha li bajarê me baronan (mafya) bi cih dike.”
‘Ciwan ber bi eşîrtiyê ve diçin û her tiştî li gorî pîvanên eşîrî dikin’
Sadretîn Şen destnîşan kir ku bêbandorbûna saziyên sivîl di ciwanan de hişmendiya paşverû ava dike û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Kêmasiyên me jî hene, komîsyonên me li cîhên xwe nîn in. Berê civaka me heta astekê hatibû ku xwe ji eşîrperestiyê dûr dixist, lê niha saziyên me û komîsyonên me bêbandor mane. Ciwan ber bi eşîrperestiyê ve diçin û her tiştî li gorî pîvanên eşîrî dikin. Dewletê jî qad vala hiştiye, yanî her tişt serberdayî kiriye.”
‘Divê rûspî û pêşengên me deriyên xwe zêdetir vekin
Sadretîn Şen bal kişand ser berpirsiyariya partî, rûspî û malbatan a li dijî belavbûna eşîrperestiyê û şerê diqewimin û wiha got: “Belkî ev gotin îro ji bo me giran tên, lê rastî ev e. Roj bi roj di bajarê me de ev pirsgirêk zêde dibin û di vê mijarê de jî barê giran li ser milê me ye. Divê partiya me mîna salên berê dest biavêje vê meseleyê; divê komîsyonên xwe yên li navend û navçeyan ava bike. Divê rûspî û pêşengên me deriyên xwe zêdetir vekin, di nav civatê de bin û bi berdewamî guh bidin gel. Bi vî rengî dê ji hemû pirsgirêkan agahdar bin. Heke em vê nekin, ev komeleyên eşîran û eşîrperestî ji bo me zerar in. Heke em li xwe xwedî dernekevin, heke dê û bav li zarok û ferdên malbata xwe xwedî dernekevin, em ê roj bi roj ber bi nexweşiyeke mezintir ve biçin.”
‘Ev pirsgirêka perwerdehiyê jî kar û encama pergalê bixwe ye’
Yek ji rûspiyên eşîra Mamxûran Fuat Turgut jî bal kişand ser kêmasiyên di qada perwerdehiyê de û rola malbatan a di vî warî de û wiha got: “Mixabin di serî de civaka me bêperwerde û bêhîndekarî hatiye hiştin. Ev pirsgirêka perwerdehiyê jî kar û xebata pergalê bixwe ye. Heke bi îmkanên malbatê di malekê de çar zarok hebin û ew biçin dibistanê û bixwînin, perwerde dikare pêşiya hemû nebaşiyan bigire. Di vir de berpirsiyarî dikeve ser milê malbatê jî; divê malbat li ser piçûkên xwe hişyar be. Divê rê nede ku zarokên wan saet 3-4ê şevê li kolanan bimînin. Heke hîmdariya malbatê hebe, dê gazî zarokê xwe bike û bêje; ‘Tu bêkarî, heta vê saetê li derve çi dikî? Were mala xwe!’ Perwerde pir girîng e, derman û panzehîrê van hemû nexweşiyan perwerdehî ye.”
‘Pergalê sed salî nexweşî li her derê belav kiriye’
Fuat Turgut da zanîn ku ev krîza civakî ne tenê herêmî ye, bandorê li her derî dike û wiha pê de çû: “Ev pergala ku sed sal e ava bûye, ev tişt tenê li vir (li Wanê) nekiriye; ev rewş li Stenbolê jî, li Îzmîrê jî û li Bursayê jî wiha ye. Nexweşî li her derê belav bûye. Ji ber wê yekê, bar ketiye ser milê malbatê, zanîn û hişyariya dê û bavan û her wiha li ser milên rêxistinan.”
‘Ji sedî 50iyê van pirsgirêkan ji ber aboriyê derdikevin’
Fuat Turgut bal kişand ser sedemên aborî û hovîtiya ku di nav ciwanan de belav dibe û ev yek anî ziman: “Hûn dibînin, ji sedî 50iyê van pirsgirêkan ji ber aboriyê derdikevin. Ciwan betal dimînin, dikevin nav înternetê û qumara înternetê. Medya bixwe jixwe her roj van tiştan belav dike. Paşê hûn dibînin ku yekî kêr li yekî xistiye an demançe ji hev re kişandine. Çima ev mirov bi kêr û demançeyan digerin? Ew ê wê çekê yan li hevalekî/ê xwe bide, yan jî keseke din.”
‘Ferqa berê û niha pir zêde ye’
Fuat Turgut destnîşan kir ku rûxandina saziyên civakî rê li ber zêdebûna rûdanên xirab vekiriye û got: “Gelo divê rêxistin di vê rewşê de çi bike? Beriya deh salan dem cuda bû. Li hemû taxan komîsyonên me yên ciwanan, yên jinan û yên rûspî û mezinan hebûn. Ciwanên me hişyartir bûn. Berê heke ji sedî 10 tiştên xirab çêdibûn, îro ji sedî 50 çêdibin; yanî ferqa navbera wê gavê û vê gavê pir zêde ye.”
‘Werin em li taxan komîsyonan ava bikin’
Fuat Turgut di dawiya axaftina xwe de banga têkoşîna hevpar û çareseriya lezgîn kir û wiha got: “Vê gavê tiştê ku dikeve ber milê rêxistina partiya me ev e. Divê demildest li taxan komîsyonan ava bikin. Komîsyonên ciwanan. Lewma divê em li van ciwanên me yên betal hişyar bin û li wan xwedî derkevin. Bi komîsyonên jinan, yên taxan û bi piştgiriya partiyê û rûspiyan re divê em xebatê bimeşînin. Mînak, îro em sê heval li vir in, bi xebatê em dikarin rûspî û mezinan bînin cem hev. Gava pirsgirêkek çêbû, hêj mesele mezin nebûye, beriya ku birîndarî û kuştin çêbibin, em dikarin bi vî rengî pêşiya şer û xirabiyan bigirin.”













