• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
31 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Jiyana Secad û Şayan ên Yarsanî di xeteriyê de ye

    Jiyana Secad û Şayan ên Yarsanî di xeteriyê de ye

    Feylezof Edgar Morin jiyana xwe ji dest da

    Feylezof Edgar Morin jiyana xwe ji dest da

    ÎHDê û malbatan aqûbeta windakiriyan pirsîn

    ÎHDê û malbatan aqûbeta windakiriyan pirsîn

    Li 21 welatan belgekirina 9 hezar û 788 bûyerên tundiya zayendî

    Li 21 welatan belgekirina 9 hezar û 788 bûyerên tundiya zayendî

    Îranê girtiyekî din darve kir

    Îranê girtiyekî din darve kir

    Mojtaba Waîsî ê Îranê kuştiye: Serî tewandin şerm e

    Mojtaba Waîsî ê Îranê kuştiye: Serî tewandin şerm e

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Jiyana Secad û Şayan ên Yarsanî di xeteriyê de ye

    Jiyana Secad û Şayan ên Yarsanî di xeteriyê de ye

    Feylezof Edgar Morin jiyana xwe ji dest da

    Feylezof Edgar Morin jiyana xwe ji dest da

    ÎHDê û malbatan aqûbeta windakiriyan pirsîn

    ÎHDê û malbatan aqûbeta windakiriyan pirsîn

    Li 21 welatan belgekirina 9 hezar û 788 bûyerên tundiya zayendî

    Li 21 welatan belgekirina 9 hezar û 788 bûyerên tundiya zayendî

    Îranê girtiyekî din darve kir

    Îranê girtiyekî din darve kir

    Mojtaba Waîsî ê Îranê kuştiye: Serî tewandin şerm e

    Mojtaba Waîsî ê Îranê kuştiye: Serî tewandin şerm e

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li dijî gefên li ser malbata Rojîn Kabaîşê daxuyanî hatin dayîn

Enqere-Stenbol / AW

13 NÎSAN 2026 - 15:28
Kategorî: DARAZ, JIN, MANŞET
A A
Komîsyonên ji bo Rojîn Kabaîşê Edalet ya Enqereyê û Stenbolê li dijî êrîşên li ser malbata Kabaîş û rewşa dawî ya dosyayê daxuyanî dan û hat xwestin lêpirsîneke bibandor were meşandin û kujerên Rojîn Kabaîşê werin cezakirin.

 

Li Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê dî 27ê Îlona 2024an de xwendakara beşa mamostetiyê Rojîn Kabaîş winda bû. Piştî 18 rojan cenazeyê Rojîn Kabaîş li qeraxa Behra Wanê hate dîtin. Di ser windabûya Rojîn Kabaîş dosyayê vê pêş neket û lêpirsînek baş nehat çêkirin.

STENBOL

Komîsyonên ji bo Rojîn Kabaîşê Edalet ji bo li dijî êrîşên li ser malbata Kabaîş û rewşa dawî ya dosyayê li avahiya ÎHDê ya li Beyogluyê daxuyanî da. Rêxistinên jinan, parêzerên dozê, endam û rêveberên ÎHDê û gelek jin tev li daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê dildarê Komîsyonên ji bo Rojîn Kabaîşê Edalet Ayşe Cebecîoglu ve hat xwendin.

‘18 meh derbasbû lê lêpirsînek baş nehat meşandin’

Ayşe Cebecîoglu diyar kir ku ew salakiyê mirina Rojîn Kabaîş a bigûman nehatiye ronîkirin ji bona wê li vir in û wiha axivÎ: “Di doza Rojîn Kabaîş de gelek kêmasî hene. Ev 18 meh e êrîş li dijî Malbata Kabaîş heye. Di ser mirina Rojîn Kabaîş de 18 meh derbasbû lê hê jî lêpirsînek baş pêk nehat. Em balê dikişînin li ser êrîşen li ser malbata Kabaîş. Li dijî malbat bi mehan e gefên mirin ê tê xwarin. Ev bûyer ne tenê pirsgirêka kesan e, êrîşên li dijî lêgerîna edaleteyê. Divê malbat were parastin û ewlehiya malbatê were pêk anîn. Lê daxwaza malbatê ya parastinê bêencam maye. Faîl nehatiye derxisitin holê. Di rewşa ku malbat nehatiye parastin doz jî bi awayekî silamet nemeşê.”

‘Kêmasî li ser dozê guman dihelê’

Ayşe Cebecîoglu destnîşan kir ku dane û delîlên di dosyayê de baş nehatine komkirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li gorî rapora Saziya Tibê ya Edlî ya Stenbolê di laşê Rojîn Kabaîşê de 2 DNAyên mêr hatiye tespîtkirin. Li dijî vê jî nasnameya wan kesan hê jî nehatiye aşkerekirin. Malbat xwest ku ji kesên gumandar mînakên DNAyê werin girtin lê ev daxwaz jî bêencam ma. Telefona Rojînê hê nehatiye vekirin, dimênên ku cihê bûyerê nehatine komkirin. Ev tevahî kêmasî li ser dozê guman dihelê.

Parêzerê dildar a dozê Elîf Nur Gurler jî axivî û ev tişt got: “Doza Rojîn Kabaîş ne dozekî edliyê, ji bona wê edalet were bi cih anîn dê bandora xwe bide dozên din. Ev ne tenê dozekiyê têkoşîna jiyanê ya doza jinan e.

ENQERE

Komîsyonên Ji bo Rojîn Kabaîşê Edalet, li avahiya şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqereyê ji bo gefên li dijî malbata Rojîn Kabaîşê bi dawî bibin û di dosyayê de kemasiyên heyî bên temamkirin daxuyanî da. Endamên komîsyonê û ÎHDê jî di daxuyaniyê de amade bûn. Metna daxuyaniyê endama komîsyonê Şebnem Ece Elmas xwend.

Şebnem Ece Elmas bi bîr xist ku Rojîn Kabaîşa di 15ê Cotmeha 2024an de bi awayekî guman mirî hatibû dîtin û tevî 18 meh ji ser mirina wê re derbas bûn, bûyer nehatiyê ronîkirin. Şebnem Ece Elmas bi lêv kir ku delîlên hatinê paşguhkirin jî nişan dide lêpirsîn bi awayekî bibandor nayê meşandin û wiha got: “Em îro li ser dû mijaran radiwestin. Yek, gefên li dijî malbata Rojîn Kabaîşa. Malbata Rojîn Kabaîş ku li pêy edaletê ye rastî gefxwarinan tên. Daxwaza malbatê ya parastinê bi cih nehatiyê û bi vê yekê re kujêr nehatinê dîtin. Ya dûyemîn jî kemasiyên delîlên di dosyayê de hatinê hiştin. Tevî daxwaza malbatê jî DNA ya kesên gumanbar nehatiyê girtin. Ew kemasiyên heyî bandorbûna lêpirsînê qels dike û astengiyê pêşiya derxistina rastiya bûyerê derdixînê.”

Daxwaz

Komîsyonên li Stenbol û Enqereyê daxwazên xwe wiha rêz kirin :

“*Divê demildest telefonê Rojîn Kabaîş bê vêkirin.

*Divê hemû delil bên komkirin û kêmasiyên heyî bên çareser kirin.

*Hemû sazî û kesên berpirsyar ku kujeran diparêzin û lêpirsîneke bi bandor nameşînin ji bo derxistina rastiya bûyerê divê bên darizandin.

*Divê derbarê gefên li dijî malbatê de lêpirsîn bê vêkirin û kesên berpirsyar bên ceza kirin.

*Divê malbata Rojîn Kabaîş bi tenê neyê hiştin û pêdiwiyên wan ên hiqûqî û manevî werin dabinkirin.

*Nepeniya li ser dosyayê divê bê rakirin û malbat û raya giştî bigehejê dosyayê.

*Divê DNAya 2 kesên ku hatiyê tespit kirin bê aşkera kirin.

*Divê Serdozgeriya Wanê lêpirsîne berfireh bike.

*Divê Lîjneya Îhstîsas a ATKê raporeke nû amade bike.

*Ji bo parastina mafê jiyana jinan divê dewlet berpirsyariya xwe bi cih bînê.”

Etîket: Êrişên ser malbatêÎHDa Enqereyêlêpirsîna bibandorRojîn Kabaebnem Ece Elmas
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li dijî şerê taybet tûrnûvaya Rojîn Kabaîş dest pê dike

Li dijî şerê taybet tûrnûvaya Rojîn Kabaîş dest pê dike

28 GULAN 2026
Hate xwestin ku winda bên dîtin û kujer bên darizandin

Hate xwestin ku winda bên dîtin û kujer bên darizandin

23 GULAN 2026
Înîsiyatîfê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Mehmet Çagrici

Înîsiyatîfê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Mehmet Çagrici

23 GULAN 2026
Ciwan dê li ser navê Rojîn Kabaîşê tûrnûvaya fûtbol û voleybolê li dar bixin

Ciwan dê li ser navê Rojîn Kabaîşê tûrnûvaya fûtbol û voleybolê li dar bixin

17 GULAN 2026
Wezîrê Dadê Gurlek: Em ê telefona Rojîn bişînin Çînê

Wezîrê Dadê Gurlek: Em ê telefona Rojîn bişînin Çînê

6 GULAN 2026
Bavê Rojîn Kabaîşê dê bi Akin Gurlek re hevdîtinê pêk bîne

Bavê Rojîn Kabaîşê dê bi Akin Gurlek re hevdîtinê pêk bîne

6 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Hevserokên CDK-Fê: Azadiya Rêbertî ji bo jiyana azad a hemû gelan hewcehiyek e

    Hevserokên CDK-Fê: Azadiya Rêbertî ji bo jiyana azad a hemû gelan hewcehiyek e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Zeynep Mûrad: Divê li gor berjewendiyên Kurdan fikreke neteweyî were avakirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 30ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Zagros 24 TV dest bi weşanê dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ÎHDê û malbatan aqûbeta windakiriyan pirsîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Erka Tom Barrack bi dawî bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mojtaba Waîsî ê Îranê kuştiye: Serî tewandin şerm e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Înîsiyatîfa Girtiyên Nexweş: Yilmaz Çerçel berdin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Feylezof Edgar Morin jiyana xwe ji dest da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Manîsayê Cejna Zimanê Kurdî hat pîrozkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (764)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne