Amed- Endamê Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê Yûsûf Elîş bi lêv kir ku turnuvaya li ser navê Rojîn Kabaîş dê 10ê Hezîranê de dest pê bike û bang li hemû ciwanan bi taybetî jinên ciwan kir ku tev li tûrnûvayê bibin û bi rêxistinbûna xwe ji şerê taybet re bibin bersiv
Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokrasî û Wekheviya Gelan (DEM Parti) ya Amedê, bi dirûşma ‘Ciwanên ku li dijî şerê taybet dibin komun li qadan e’ dê li ser navê Rojîn Kabaîşê tûrnûvaya fûtbol û voleybolê li dar bixe. Di 17ê Gulana 2026an de deklerasyona tûrnûvayê hatibû eşkerekirin û hê jî serîlêdanên tûrnûvayê berdewam dikin. Dê serlêdana tûrnûvayê heta 1ê hezîranê bidome.
Tûrnûvaya ku bi ser navê Rojîn Kabaîş were lidarxistin dê 10ê Hezîrana 2026an de dest pê bike. Têkildarî serîlêdan û banga tevlîbûna tûrnûvayê Endamê Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê Yûsûf Elîş ji ajansa me re axivî.
‘Ciwan bingeha civakê ne’
Yûsûf Elîş diyar kir ku dewlet li Kurdistan û metropolên Tirkiyeyê li ser ciwanan şerê taybet dide meşandin û wiha got: “Êdî şûna şerê fizîkî şerê taybet piranî didin meşandin. Mînak bi rêya hişbir, fuhûş û tiryakê ciwan taybetî jinên ciwan dixin bin kontrola xwe. Dewlet bi wan polîtîkayên xwe dixwaze ciwanan bê îrade bihêle û civakê ji dûr bixe, kesayetên takekes bidin avakirin. Ji ber vê yekê jî bi taybet bi ser ciwanan ve diçin. Ciwan bingeha civakê ne. Dema ciwan rêxistinbûna xwe xurt bike, ev civak jî xurt dibe û tê birêxistinkirin. Jixwe tirsa dijmin jî ev tişt e. Ji bo vê jî polîtîkayên qirêj ên cûr bi cûr li ser ciwanan dimeşînin. Amûrên yek wan polîtîkayan jî werzîş e. Bi rêya vê yekê jî dixwaze ciwan li gorî daxwaz û xwestekên pergala kapîtalîst tevbigerin.”
Werzîşeke civakî
Elîş desnîşan kir ku li hember wan polîtîkayan li ser navê Rojîn Kabaîş bi dirûşma ‘li hember şerê taybet ciwanan di qada ne’ Tûrnûvaya fûtbol û voleybolê dane destpêkirin û wiha pê de çû: “Em dixwazin ciwan xwe bi xwe jiyana xwe ava bikin û werzîşeke ciwakî pêş bikeve. Wek tê zanîn Rojîn Kabaîş hevaleke xwendekar û Kurd bû. Dijmin bi polîtîkayên xwe yê qirêj hevala me qetil kir û hê jî kujerên vê nehatine dîtin. Em baş dizanin ev tişt bi taybet bi destê dewletê ve tê veşartin û parastin. Me jî xwest wek ciwanan bêjin em şopdarên doza Rojîn Kabaîş in û em ê bi hêz, rêxistinkirina xwe hesap bipirsin û em tu carî nahêlin ev bûyer û navê wan hevalan were jibîrkirin. Em ê her tim bi malbetê re bin.”
‘Li hemberî şerê taybet tevlî tûrnûvayê bibin’
Her wiha endamê Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê Yûsûf Elîş da zanîn ku ev nêzî deh roj in serîlêdanê tûrnûvayê digirin, heta niha nêzî 30 tîm hatine avakirin û bi van hevokan dawî li axaftina xwe anî: “Ji hêla ciwanan ve eleqeyek pir mezin heye. Hê jî serîlêdan têne kirin. Em dizanin ciwanên me jî dixwazin bi tiştên wisa re mijûl bibin. Serîlêdanên me hem navenda DEMê û hem jî navçeyê vê berdewam dikin. Kesên ku dixwazin tîmên xwe ava bikin hem bi rêya navend û navçeyên DEM Partiyê ya Amedê û hem jî dikarin li ser medya dijîtal xwe bigîhinin me. Banga me ew e ku hemû ciwan bi taybetî jî jinên ciwan tîmên xwe ava bikin û tevlî vê tûrnûvayê bibin. Em bi rêxistineke xurt ji polîtîkayên şerê taybet re bibin bersiv û em bibêjin şerê taybet nayê qebûlkirin û em nahêlin li ser me bê meşandin.”












