Stenbol – TJA dê di 19ê Nîsanê de li Gemlîkê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşekê li dar bixe. Hevberdevka DBPê ya Herêma Marmarayê Ziynet Teymurê diyar kir ku ew ê di 19ê Nîsanê de li Gemlîkê dengê xwe bilind bikin û wiha got: “Em ê dengê xwe bigihînin Serokatiyê.”
Tevgeran Jinên Azad (TJA) di 19ê Nîsanê de li Navçeyê Gemlîka Bursayê ya ji bo azadiya fizîkîk ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi diruşmeya “Dem dema azadiya jinan û Rêber Apo ye” dê meşekê li dar bixe.
Hevberdevka DBPê ya Herêma Marmarayê Ziynet Teymur têkildarî armanca meşê axivî.

Li Stenbolê xebat didomin
Ziynet Teymurê diyar kir ku ew rojbûna Serok wekî rojbûna jinê dibînin û wiha axivî: “Ji 1ê Nîsanê heta 4ê Nîsanê li navçeyên Stenbolê bernameyên pîrozbahiya rojbûna Serok li dar xist. 4ê Nîsanê jî li Amarayê festîval hat lidarxistin. Di berdewamiya van çalakiyan de em niha amadekariya meşa ku 19ê Nîsanê li Gemlîkê pêk bê dikin. Tevahî Kurdistan û Tirkiyeyê dê hevalên me tevlî meşê bibin. Stenbolê jî xebatên me ji bo amadekariya meşê didomin. Em dixwazin êdî Serokê me bigihîjê azadiya xwe. Bi armanca ev meş dê were lidarxistin. Ji ber ku azadiya Serokatî azadiya civak û jinan e. Em ji nêz vê dixwazin dengê xwe bigihînin Serokatî.”
‘Divê êdî Serokatî azad bibe’
Ziynet Teymurê destnîşan kir ku îro pergal bi Serokatiyê re pêvajoyekê rêvedibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heke bi Serokatiyê re pêvajo dimeşe divê gavên hiqûqî werin avêtin. Divê zagonên azadiyê werin derxistin. Divê êdî Serokatî azad bibe û di nava gelê xwe de be . Serokatî ji bo entegrasyonê xebatên xwe bi hevalên xwe re ji derve bimeşîne. Divê êdî tu astengî neyê pêşiya Serokatiyê. Em jin êdî van tiştan qebûl nakin. Ji bo vê em dê di 19ê Nîsanê de li Gemlîkê dengê xwe bilind bikin.”
‘Em bang li tevahî jinan dikin ku werin em bi hev re bimeşin’
Di dawiyê de Ziynet Teymurê anî ziman ku ew bang li hemû jinan dikin ku werin tevli meşê bibin û wiha bi dawî kir: “Em ê bi hev re dengê xwe bilind bikin. Dê di 19ê Nisanê di saet 13.00an de em ê li Gemlîkê bimeşin. Em ê dengê xwe bigihînin Serokatiyê. Meş bi armanca azadiya Serokatiyê pêk tê. Êdî em dibêjin ku beyî azadiya Serokatiyê pêvajo jî nameşe. Ji bo wê divê demildest Serokatî azad bibe. Heta ku Serok azad bibe em ê her dem li qadan bin. Em bang li tevahî jinan dikin ku werin em bi hev re bimeşin.”












