Bi îdiaya “heqaret li serokkomar kiriye” salek û 2 meh û 17 roj cezayê hefsê dan rojnameger Hakki Boltan.
Danişîna biryarê ya doza rojnameger Hakki Boltan li 12emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Amedê hate lidarxistin. Boltan, ji ber daxuyaniya bi Kurdî ya têkildarî Midûrê Karê Nivîsan ê Rojnameya Azadiya Welat Rohat Aktaş ku di qedexeya derketina kolanan a li Cizîrê de hatibû qetilkirin, bi îdiaya “heqaret li serokkomar kiriye” tê darizandin. Parêzerê Boltan, Resûl Tamur di danişînê de amade bû.
Dozgeriyê mutalaaya xwe ya di danişîna berê de dubare kir û xwest ceza li Boltan were birîn. Parêzer Resûl Tamur jî li dijî mutalaayê parastin kir û got ku tev li mutalayê nabin, miwekîlê wî rojnameger e û fikrên xwe bi awayekî rexneyî vegotiye û xwest beraet bike.
Dadgehê, piştî parastinê biryara xwe da û salek û 2 meh û 17 roj cezayê hefsê da Boltan. Boltan dê li dijî biryarê, bi rêya parêzerê xwe serî li Dadgeha Îstînafê bide.
Doza Weşanxaneya Aramê taloq bû
Danişîna doza Boltan a ji ber Weşanxaneya Aramê ku bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hatiye vekirin hat lidarxistin. Dozgeriyê di danişînê de ji bo amadekirina mutalaayê dem xwest. Dadgehê danişîn taloqî 16ê Tîrmehê kir.









