Hewlêr – Parlamentera PDKê ya berê Widad Hama Faraj ku pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” nirxand, bang li hikûmeta Tirkiyeyê kir ku gavên lezgîn biavêje û destnîşan kir ku divê Kurdên Bakur yekitiya xwe ya siyasî ava bikin. Widad Hama Faraj diyar kir ku ji bo serkeftina pêvajoyê pêwîstî bi guhertina destûra bingehîn heye.
Pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibata 2025an de daye destpêkirin didome. Her çar aliyê Kurdistanê di nav de ji gelek aliyên cîhanê ve piştevaniya pêvajoyê hate kirin. Parlamentera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya berê Widad Hama Faraj derbarê pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” de ji ajansa me re axivî.
‘Em dixwazin pêvajoya aştiyê ya li Bakur bi ser bikeve’
Widad Hama Faraj bal kişand ser yekîtiya neteweyî, ziman û çanda Kurdan a li her çar parçeyên Kurdistanê û got: “Îro li Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava yek ziman û yek çand in. Divê em bizanibin ku gava em di Kongreya Lozanê de bûn, mixabin hatin paşguhkirin û di nava çar dewletên cîran de em bûn çar parçe. Em daxwaz dikin ku îro pêvajoya aştiyê ya li Bakur bi ser bikeve. Da ku gelê me yê Bakur bikaribin bigihîjin hemû armancên xwe û bikaribin weke hemwelatiyên dereceya yekem di vî welatî de bijîn, tev li nav hemû karên hikûmetê bibin. Her wiha qedexeya li ser ziman, qedexeya li ser çanda Kurdî û qedexeya li ser neteweya Kurdî ji ser wan rabe.”
‘Em piştgiriya vê pêvajoyê dikin’
Widad Hama Faraj diyar kir ku ew weke başûrê Kurdistanê bi hemû nasname û partiyên xwe piştgiriyê didin pêvajoya aştiyê û wiha pê de çû: “Em dixwazin ku pêvajoya aştiyê bigihîje encamê. Em hêvî dikin ku gavên vê pevajoyê leztir bibin. Em hêvî dikin ku hikûmeta Tirkiyeyê înîsiyatîfa xwe bihêztir bike da ku ev pêvajoya aştiyê bi ser bikeve. Çawa ku me di destûra Iraqê de karî hemû daxwazên xwe bi cih bikin, em dixwazin ku di destûra bingehîn a Tirkiyeyê de jî, di parlamentoya wan de jî Kurd bikaribin beşdariyeke pir baş bikin û rêjeyeke mezin a kursiyan bi dest bixin. Em hêvî dikin ku pêvajoya aştiyê, me û Bakur bike yek. Em bi hev re hêz bidin pêvajoyê.”

‘Hêvî dikim ku zilma li ser Kurdan rabe’
Widad Hama Faraj di berdewamiya axaftina xwe de gotinên Mesud Barzanî bi bîr xist û wiha axivî: “Serokê Herêma Kurdistanê rêzdar Mesud Barzanî di rûniştina xwe ya ligel partiya DEM Partiyê, ligel siyasetmedarên DEM Partiyê û nûneran de, di dema borî de gotinek anîbû zimên; ’10 sal gotûbêj, ji saetek şer çêtir e’. Ji ber ku tiştê ku bi rêya gotûbêjê li ser maseya danûstandinan bi dest dikeve, bi ti rêyên din bi dest nakeve. Em hêvî dikin ku ev rewş bi dawî bibe, her weha hemû zilim û zordariya ku li beramberî Kurdên Bakur tê kirin rabe û hikûmeta Tirkiyeyê bi rastî û ji kûrahî ve, wekî welatiyên wekhev ên Tirkiyeyê muameleyê li wan bike. Em wekî Kurd, keştiyeke me ya hevpar heye û di heman demê de kêmasiyên me jî hene lê em li her çar parçeyan; Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava, yek ziman, yek netewe, yek çand û yek qewm in.”
‘Ji bo aştiyeke mayînde guhertina destûra bingehîn hewce ye’
Widad Hama Faraj destnîşan kir ku ji bo aştiyeke mayînde guhertina destûra bingehîn hewce ye û axaftina xwe wiha domand: “Eger pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê bi cih bibe, gava yekem a ku divê bi başî pêk bê, guhertina destûra bingehîn e. Guhertina destûra bingehîn pêşengî ye da ku maf bide Kurdan ku bi zimanê Kurdî biaxivin, binivîsin, bixwînin û bibin xwedî nasnameya Kurdî.”
‘Divê parlamento rûnê û pêvajoya aştiyê tesbît bike’
Widad Hama Faraj da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan bi hev re dikarin vê pêvajoyê bi serkeftî encam bikin û wiha got: “Sembolên Kurdan birez Abdullah Ocalan û Erdogan û vê serkirdayetiya ku li Bakur serkirdayetiya tevgera azadîxwaz a gelê Kurd dikin, bikaribin vê pêvajoyê bi rê ve bibin. Lê belê ev hemû vedigerin ser wê yekê ku parlamento rûne û pêvajoya aştiyê tespît bike. Divê di parlamentoya Tûrkiyê de, di parlamenê de di dema ji nû ve nivîsandina destûra bingehîn de, welatiyê Kurd bibe welatiyê pileya yekem; bikaribe bi zimanê xwe biaxive, bi zimanê xwe binivîse, bi zimanê xwe bixwîne û bibin xwedî nasnameya Kurdî. Lê Mixabin pêvajoya aştiyê hêdî ye, pir hêdî ye. Ji ber vê yekê, eger Kurdên li Bakur bikaribin kongreyeke mezin çêbikin, kongreyeke wan a hevpar hebe û hemû Kurdên Bakur xwedî yek helwesta siyasî bin, wê demê daxwaz bikin ku hikûmeta Tirkiyeyê gaveke bihêztir bavêje û ji bo pêvajoya aştiyê niyete baştir nîşan bide. Pîvanên Kurdan ji bo pêvajoya aştiyê pir zelal û pir xweş in; pir xweş diyar e ku divê nasnameya wan hebe, perwerdehiya bi Kurdî hebe, aheng, merasîm û cejnên xwe yên Kurdî bixwe û bi eşkereyî pîroz bikin û merasîmên xwe bi rê ve bibin. Hêvîdar im ku di zûtirîn dem de proseya aştiyê bi cih bibe.”
Widad Hema Faraj di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ji bo kesên ku derveyî welat dimînin divê qanûn bên çêkirin ku werin tev li vê pêvajoyê bibin.













