* Endama Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk û îmzakara Konferansa “Di Sedsaliya Duyemîn de Veguherîne Komara Demokratîk” Dîba Keskîn diyar kir ku li Rojhilata Navîn pergal diguherin, li cihekî guherandin hebe ew jî bondorê dide cîranên xwe û wiha got: “Ev sed sal in, di vê komarê de pirsgirêk hene. Ev sed sal in komar bi xwe re êş û kul anî. Êdî nabe ku di sedsala duyemîn de heman êş bên kişandin.”
* Parlamenterê DEM Partiyê Mehmet Zekî Îrmez derbarê pevçûnên di nava gel de got ku dema rêxistinbûyîna gel xurt be ev pirsgirêk kêm dibin lê dema dewlet rêxistinbûyîna xwe xurt dike zêde dibin.
* Parlamenterê PDK yê berê Widad Hama Faraj ku pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” nirxand bang li hikûmeta Tirkiyeyê kir ku gavên lezgîn bavêje û destnîşan kir ku divê Kurdên Bakur yekîtiya xwe ya siyasî ava bikin.
* Dayika Aşitiyê Peyrûze Kurt a du zarokên wê di têkoşîna azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane li dijî polîtîkayên şer daxwaza xwe ya aştiyê dubare kir û wiha got: “Zarokên min ne aşiqê mirinê bûn, wan tenê azadî û wekhevî xwest. Bi gotinan pêvajoyê pûç nekin, gavan biavêjin.”
* Hevserokê GOÇ-DERê Vecîh Aydogan ku di çarçoveya Hefteya Koçberiyê de axivî, diyar kir ku armanca sereke ya valakirina gundan pişaftina çanda Kurdî bû û got: “Dewletê ji bo ku Kurdan ji Kurditiya wan derxîne gund vala kirin.” Şêniyê gundê Qurederê yê navçeya Sûrê ku hatiye valakirin, Baba Kaya jî da zanîn ku ji ber zextên dewletê neçar man ku ji gundê xwe koç bikin.
* Kûjerê zarokê 18 mehî Mehmet Uyutun ê ku di sala 2009’an de li Cizîrê ji aliyê leşkeran ve hatibû qetilkirin, piştî pêvajoyeke hiqûqî ya 17 salan hat bereatkirin. Hevserokê ÎHDa Amedê Ercan Yilmaz da zanîn ku ev biryar encama polîtîkaya bêcezakirinê ya dewletê ye û got: “Ev doz ne tenê di navbera du kesan de ye, di navbera dewlet û gel de ye.”
* Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Giştî Çîgdem Kiliçgun Uçar dê li Hezex û Cizîrê tev li civînên gel bibe. (09:00-20:00)
* Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê derbarê “Mitînga Azadiyê” ku dê di 28ê Hezîranê de li Qada Baxcilarê pêk bê, li Parka Haciahmeta ya li Navçeya Beyogluyê daxuyanî bide. (11:00)
* Danişîna doza rojnemeger Oznûr Deger û Osman Akin dê li Mêrdînê were lidarxistin. (11:00)
* Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan dê di komcivîna partiya xwe de li Meclîsê biaxive. (12:45)
* Danişîna doza Abdûrrahman Yanar ê ku destdirêjî li ser zarokekê pêk anîbû dê li Dadgeha Cizîrê were lidarxistin. (13:00)
Kirmanckî
* Parlamentera PDK’yî ya verêne Widad Hama Faraj dîyar kerd ke Tirkîya de prosesê aştî hedi şino û wina vat: “Kurdî ganî bieşkê bi ziwanê xo qisey bikerê, binusê, biwanê û wayîrê nasnameyê kurdî bibê.”








