• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
16 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 16ê HEZÎRANA 2026an

    Welatiyan li dijî qezayên trafîqê û mirinan rê girtin

    Welatiyan li dijî qezayên trafîqê û mirinan rê girtin

    Dîlek Oz a ku piştî 32 salan hat berdan girseyî hat pêşwazîkirin

    Dîlek Oz a ku piştî 32 salan hat berdan girseyî hat pêşwazîkirin

    Leşkerên Tirk vegera gundiyên Zaxoyê asteng kir

    Leşkerên Tirk vegera gundiyên Zaxoyê asteng kir

    Li Reqayê êrişkarekî xwe teqand

    Li Reqayê êrişkarekî xwe teqand

    Dayika Aştiyê Munîbe Koç li Enqereyê hat definkirin

    Dayika Aştiyê Munîbe Koç li Enqereyê hat definkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 16ê HEZÎRANA 2026an

    Welatiyan li dijî qezayên trafîqê û mirinan rê girtin

    Welatiyan li dijî qezayên trafîqê û mirinan rê girtin

    Dîlek Oz a ku piştî 32 salan hat berdan girseyî hat pêşwazîkirin

    Dîlek Oz a ku piştî 32 salan hat berdan girseyî hat pêşwazîkirin

    Leşkerên Tirk vegera gundiyên Zaxoyê asteng kir

    Leşkerên Tirk vegera gundiyên Zaxoyê asteng kir

    Li Reqayê êrişkarekî xwe teqand

    Li Reqayê êrişkarekî xwe teqand

    Dayika Aştiyê Munîbe Koç li Enqereyê hat definkirin

    Dayika Aştiyê Munîbe Koç li Enqereyê hat definkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Dîba Keskîn: Di sedsala duyemîn de nabe ku heman êş bên kişandin

Omer Demîr / AW

16 HEZÎRAN 2026 - 07:51
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Stenbol – Endama Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk û îmzakara “Di Sedsaliya Duyemîn de Konferansa Veguherîne Komara Demokratîk” Dîba Keskîn diyar kir ku li Rojhilata Navîn pergal diguherin, li cihekî guherandin hebe ew jî bondorê dide cîranên xwe û wiha got: “Ev sed sal in, di vê komarê de pirsgirêk hene. Ev sed sal in komar bi xwe re êş û kul anî. Êdî nabe ku di sedsala duyemîn de heman êş bên kişandin.”

Di 13 û 14ê Hezîranê de li Stenbolê bi tevlibûna siyasetmendar, rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen û gelek kesan “Di Sedsaliya Duyemîn De Konferansa Veguherîna Komara Demokratîk” hate lidarxistin û li ser guherandina komarê gotarên girîn pêşkêş kirin û axivîn. Endama Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk û îmzakara konferansê Dîba Keskîn jî derbarê guherandina komarê de ji Ajansa Welat re axivî.

‘Guherandina pergaleke wisa bi rehetî pêk nayê’

Dîba Keskîn destnîşan kir ku di konferansê de nîqaşên gelek girîng pêk hatin û got: “Ez ê daxwaz bikim ku nîqaşên li vir weke pirtûk bê çapkirin. Ev pirtûk jî dê bibe diyariya dîrokê. Rastî jî em di rojên dîrokî de derbas dibin û guherandinên girîng pêk tên. Guherandina pergalekî wisa bi rehetî pêk nayê. Îro 85 milyon mirov nikarin li vî welatî bijîn. Xetimandinek heye, ev xetimandin di destûra bingehîn de heta îro cihe xwe negirtiye. Wekhevî hê nehatiye sazkirin. Li Rojhilata Navîn pergal diguherin, li cihekî guherandin hebe ew jî bondorê dide cîranên xwe. Ev sed sal in di vê komarê de pirsgirêk hene. Li vî welatî gelek netew bi hev re dijîn lê bi navê yek netewî dijîn. Di nav xwe de alozî û xitimandinan aniye û didome û nerazîbûn heta îro hatiye. Di vî welatî de mirovên demokrat, rewşenbîr û zana ji welatê xwe hez dikin. Îro gihiştiyê wê astê ku ji nîvî zêdetirê vî welatî guherandinê dixwaze. Êdî hewceye ev guherandin pêk were, jixwe bingeha guherandinê jî heye. Lê ya girîng ew e ku ev guherandin dê çawa pêk were?”

‘Komar ne demokratîk e’

Dîba Keskîn di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku ev konferans di esesê xwe de li ser bingeha guherandinê pêk hat û wiha pê de çû: “Navê konferansê jî guherandina komara demokratîk e. Komar ji berê ve heye lê belê ne demokratîk e. Nîqaş jî li ser vê pêk tên. Gelek kesên rewşenbîr, zana, akademîsyen, nivîskar û siyasetmedar du rojan li ser guherandina komarê sekinîn û nêrînen xwe anîn ziman. Ev nêrîn li ser du esasan pêk tê. Yek di sedsala yekemîn de jiyanekî çawa hebû, ya didoya jî di sedsala duyemîn de wê jiyanek çawa hebe û bandorek çawa bide komarê. Ya girîng ev e ku di sedsala duyemîn de guherandinek çawa çêbibe ye. Demekî dirêj e li Tirkiyeyê konferansek wisa berfireh pêk nehatibû.”

‘Armanca me guherandin e’

Dîba Keskîn bal kişand ser girîngiya guherandine komarê û ev yek anî ziman: “Ev sed sal in komar bi xwe re êş û kulan anî. Êdî nabe ku di sedsala duyemîn de ev komar heman êşan bîne serê netewan. Kêm hindik be jî lê navê komarê hebû, lê komar bi ser yek bawerî û netewî re hat heta îro. Lê di sedsala duyemîn de tu gel vê qebûl nake. Beriya ku komar were avakirin wê demê nirx û pîvanên demokrasiyê li cîhanê ewqas tune bû. Lê îro komar, demokrasî, wekhevî, ekolojî û aştî tê gotin. Berî sedsalan ekolojî di nava civakê de cih nedigirt. Lê îro ekolojî bandorek dide ser jiyana rojane. Çima êş û derdên berê berdewam bikin? Armanca me jî guherandina vê yekê ye. Hêvîdarim ku em ê vê guherandinê pêk bînin. Lê em dizanin ku zehmet e ji ber ku tu guherandin bi serê xwe pêk nehatiye. Ji ber ku çiqas demokrat û aştîxwaz hebin jî netewperest jî hene. Êdî rewş bûye şerê qencî û xirabiyê. Em bi bawer in ku em ê qenciyê bi ser bixin.”

Etîket: Di Sedsala Duyemîn de Konseferansa Veguherîna Komara DemokratîkDîba Keskînnivîskar û siyasetmedar Dîba Keskînê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Faîk Bulut: Demokratîkbûyîna komarê girêdayî zextên civakî ye

Faîk Bulut: Demokratîkbûyîna komarê girêdayî zextên civakî ye

15 HEZÎRAN 2026
Bangawaziya xurtkirina “Konseferansa Veguherîna Komara Demokratîk” hat kirin

Bangawaziya xurtkirina “Konseferansa Veguherîna Komara Demokratîk” hat kirin

21 GULAN 2026
TJAyê li Wanê starta rêzeçalakiyên 8ê Adarê da

‘Jinan li dijî êrişan keziyên rizgarbûna xwe honandin’

25 SIBAT 2026

Panela ziman: Kurdî tevî hemû zextan hebûna xwe parast

17 SIBAT 2026
‘Jin wê ji bo yekîtiya neteweyî bi rola xwe rabin’

‘Jin wê ji bo yekîtiya neteweyî bi rola xwe rabin’

23 HEZÎRAN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Banga sedsaleke nû: Konferansa Veguherîna Demokratîk

    Banga sedsaleke nû: Konferansa Veguherîna Demokratîk

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Starta ‘Mitînga Azadiyê’ dan: Niha dema meşa ber bi azadiyê ve ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Zarokistanan bi şahiyekê dest bi betlaneyê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çandeke komûnê: Doşane

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Em dixwazin aştî pêk bê û vegerin gundê xwe’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 15ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Faîk Bulut: Demokratîkbûyîna komarê girêdayî zextên civakî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Meletiyê panela Ziman û Wêjeyê: Divê her qad bibe Kurdî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Divê Meclîs ji bo bicihanîna Mafê Hêviyê tavilê qanûnan çêbike’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jina Kurd Dr. Ronay Bakan du xelatên akademîk wergirt

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (448)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne