Li navçeya Siwêregê ya Rihayê di êrişa çekdarî ya li dibistanekê de 16 kes birîndar bûn. Êrişkarê ku xwendekarê berê yê heman dibistanê bû, dema fêm kir ku wê bê girtin dawî li jiyana xwe anî.
Encamên êrişa li Lîseya Pîşeyî û Teknîkî ya Anadoluyê ya Ahmet Koyuncu ya li navçeya Siwêregê ya Rihayê pêk hatî zelal bûn. Waliyê Rihayê Hasan Şildak li pêşiya Nexweşxaneya Dewletê ya Sêwregê têkildarî bûyerê daxuyanî da û diyar kir ku lêpirsîna piralî ya derbarê bûyerê de hem ji aliyê edlî hem jî ji aliyê îdarî ve berdewam dike.
Di êrişê de 16 kes birîndar bûn
Şildak destnîşan kir ku di encama gulebarankirinê de 4 jê mamoste, 10 xwendekar, polîsek û xebatkarekî kantînê bi giştî 16 kes birîndar bûne û 4 ji wan ji ber ku rewşa wan hinekî giran e sewqî nexweşxaneyên li navenda Rihayê hatine kirin. Şildak da zanîn ku dermankirina 12 birîndaran li Sêwregê dewam dike û xetereya jiyanî li ser tu birîndarekî nîne.
Angaşta ‘dawî li jiyana xwe anî’
Derbarê nasnameya êrişkar de jî Şildak agahî dan û diyar kir ku êrişkar xwendekarê berê yê heman dibistanê ye ku heta pola 9an li wir xwendiye û piştre derbasî lîseya vekirî bûye. Şildak îdîa kir ku êrişkarê 19 salî di dema midaxeleyê de ji aliyê polîsan ve di nava dibistanê de hatiye dorpêçkirin û dema fêm kiriye ku wê bê girtin bi çeka xwe dawî li jiyana xwe aniye.
Rewşa 4 birîndaran giran e
Di berdewamiya daxuyaniyê de Şildak destnîşan kir ku sedema êrişê hêj bi temamî nehatiye zelalkirin û ew vê bûyerê weke bûyereke munferît dinirxînin. Şildak da zanîn ku piştî bûyerê dibistan ji bo ewlehiyê di demeke kurt de hatiye valakirin û ji ber ku dibistan di kategoriya xwedî rîsk de cih nedigirt, polîsekî sabît li wir peywirdar nebûye. Şildak anî ziman ku tedawiya 4 birîndarên giran li Rihayê berdewam dike.













