Artêşa Îsraîlê li dijî Başûrê Lubnanê êriş pêk anî û di encama êrişê de tevî jin û zarok herî kêm 31 kes jiyana xwe ji dest dan.
Artêşa Îsraîlê êrişên xwe yên li dijî Lubnanê berfireh dike. Îsraîl ev demeke li dijî Îsraîlê êrişên xwe didomîne. Lê belê di operasyonên li dijî Hizbullahê de gelek zarok, jin sivîl jî jiyana xwe ji dest dan. Îsraîl piştî operasyona xwe ya dawî ku tevî jin û zarok 31 kes hatin qetilkirin. Îsraîl ragihand ku ew ê li dijî Hîzbûllahê operasyonên xwe yên bejahiyê berfireh bikin.
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku roja sêşemê di êrîşên Îsraîlê yên li ser Başûrê Lubnanê de, herî kêm 31 kes mirin û 40 kes jî birîndar bûn. Li gorî daxuyaniya wezaretê di nava kesên jiyana xwe ji dest dane de herî kêm 4 zarok û 3 jin hene. Hat diyarkirin ku di êrîşên li ser herêma Burc eş-Şimali ya li nêzî bajarê Surê de 14 kes mirin.
Îsraîl operasyonan berfireh dike
Serokwezîr Îsraîlê Binyamîn Netanyahu ragihand ku Îsraîl wê operasyonên xwe yên leşkerî yên li Lubnanê zêde bike. Netanyahu diyar kir ku ew ê li dijî Lubnanê liv û tevgera xwe zêde bikin û da zanîn ku ew ê ‘herêma ewlehiyê’ ya li ser sînor berfireh bikin.
Banga valakirina gundan hat kirin
Artêşa Îsraîlê ji bo herî kêm 50 bajarok û gundên li Başûr û Rojhilatê Lubnanê, banga valakirinê kir. Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee li ser platforma Xê bi Erebî daxuyanî da û bang li niştecihên herêmê kir ku demildest malên xwe biterikînin û derbasî bakurê Çemê Zahranî bibin.
Nexweşxane bombebaran kirin
Hat ragihandin ku li bajarê Nabatieh piştî êrîşan li gelek nuqteyan dûman bilind bû. Ajansa nûçeyan a fermî ya Lubnanê ANI diyar kir ku ji ber bombebaranê li nexweşxaneya civakî zirarên mezin çêbûn. Herêm tevî agirbesta 17ê Nîsanê jî, di bin bombebarana Îsraîlê de ye.
Xebatkarên tenduristiyê tên hedefgirtin
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê da zanîn ku li herêma Srifa du xebatkarên tenduristiyê yên girêdayî Amal Movement di encama êrîşan de jiyana xwe ji dest dan. Hat ragihandin ku ji destpêka şer û vir ve hejmara xebatkarên tenduristiyê yên hatine kuştin, gihişt 120an.
Hejmara miriyan 3 hezaran derbas bû
Li gorî daneyên dawî yên Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê, Îsraîl ji destpêka meha Adarê û vir ve êrîşan didomîne û di encamê de herî kêm 3 hezar û 213 kesan jiyana xwe ji dest dan. Îsraîl îdîa dike ku di êrîşan de Hîzbûllah û binesaziya wê tê hedefgirtin. Lê belê tê nirxandin ku li herêmê xeteriya berfirehbûna şer didome, îhtîmala lihevkirinê ya navbera Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û Îranê jî lewaz bûye.













