Wêne: Arşîv
Li sînorê navçeya Batîfa piştî şer û pevçûnên navbera artêşa Tirk û HPGê de, artêşa Tirk xaleka parêzvanên sînor ên Iraqê topbaran kir û encamê de 2 parêzvanên Iraqê hatin kuştin.
Li gorî nûçeya Rojnewsê; îro piştî saetên nîvro, artêşa Tirk xaleka parêzvanên sînor ên Iraqê ya li gundê Şîlan ya ser bi navçeya Batîfa Zaxoyê topbaran kir.
Li gorî çavkaniyek u agahî dane Rojnewsê îro şer û pevçûn di navbera HPGê û artêşa Tirk de rû daye. Di wê demê de artêşa Tirk xaleka hêzên parêzvanên sînor yên Iraqê topbaran kir.
Gorî heman agahiyan di topbaranê de 2 parêzvanên Iraqê hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn.
Hêjayî gotinêye ku beriya niha jî artêşa Tirk raste rast hêzên Zêrevan ên li sînorê parêzgeha Dihokê bombebaran kiribû û armanca wê ew bû ku bixe stuyê PKKê.