Şirnex/Riha – Civaka Êzidî li gundê Kîwexê yê navçeya Hezexê û gundê Kermê yê navçeya Wêranşarê Cejna Çarşema Serê Nîsanê bi coşeke mezin pîroz kirin. Êzidiyên ku ji derveyî welat hatibûn destnîşan kirin ku dê vegerin ser axa xwe.
Pîrozbahiya Çarşema Serê Nîsanê di 15ê Nîsanê de li gundê Kiwêx ê navçeya Hezex a Şirnexê û li gundê Kermê yê navçeya Wêranşar a Rihayê bi beşdariya Êzidiyên bi salan e ji welatê xwe hatine koçberkirin û bi hezaran kesên ji baweriyên cuda hat lidarxistin. Ev cejn li gelek bajarên bakurên Kurdistanê û li Şengalê weke festîvalekê bi awayekî bicoş tê pîrozkirin. Welatiyên Êzidî bi cil û bergên xwe tev li pîrozbahiyan bûn. Di cejnê de dua hatin kirin û govend hate gerandin. Gelek welatî ji bajarên Ewropayê, Şengalê û bakurê Kurdistanê jî beşdarî cejnan bûn. Welatiyên ku li Kiwêx û Kermê tev li cejnê bûn ji Ajansa Welat re axivîn.
Leyla Koyûn a ku piştî çend salan li gundê Kîwêxê beşdarî cejnê bû, hestên xwe wiha anîn ziman: “Ev cejn bi hezar salan e tê pîrozkirin. Em gelek bi kêf in ku ji her derî herkes hatiye. Ji aliyekî ve jî em hinek xemgînin, ji ber ku bi salan e me tişteke wisa nedîtibû.”
‘Em ê dîsa vegerin ser axa xwe’
Meheliya Akçay a ku bi salan e ew ji gundê xwe dûr e da zanîn ku ew li xerîbiyê ne, kes li gundê wan nema ye û wiha got: “Em tên gundê xwe jî em weke xerîban tên û diçin. Em carinan tên ser gorên miriyên xwe û ji bo ku em vî wetanî bibînin. Îro li vir miletê me gelek in, hemû jî bi ser û çavên me re hatine. Em îro gelek xemgînin li ser nexweşiya xerîbiya xwe. Lê em ê dîsa vegerin ser wê axa xwe ku em jê re xerîb bûne.”

‘Ev rojeke muqades e ji bo me Êzidiyan’
Welatiya bi navê Eyîd Hêvî jî ku ji Şengalê hatibû tev li cejna li gundê Kîwexê bibû, wiha got: “Ji roja îro re dibêjin çarşema serê nîsanê û hinek jî jê re dibêjin çarşema serê sale. Di vê cejnê de gelek tiştên cûr bi cûr têne kirin. Hêk tên kelandin û bi rengên cuda tên boyaxkirin. Ev rojeke muqades e ji bo me Êzidiyan. Roja Çarşemê li esmanan dergehek tê vekirin, milyaket tên xwarê. Ji ew roj ve em vê rojê pîroz dikin û duayan dikin. Li cem Misilmanan çawa roja înê ye, ji bo Ermenan roja yekşemê ye û ji bo me jî roja Çarşemê ye. Her Êzidiyek vê rojê weke kulîlkên rengên cuda xwe dixemîlin. Em bi hatina hemû kesan a ji bo vir gelek kêf xweş in.”

‘Îro rojeke gelek xweş e’
Sosê Elyas jî kêfxweşiya xwe ya cejnê wiha got: “Berê jî me cejnan bi vî awayî pîroz dikir lê ew qas bi coş nedibûn. Niha jî em dîsa hêkan dikelînin û bi rengên cûr bi cûr boyax dikin. Em xwarinan dipijînin û dikelînin, ji bo xêra navê Xwedê û vê rojê bi xêr.”
Xêredîn Elyasê ku di sala 2014an de ji ber êrişên DAIŞê ku ji Şengalê reviyabûn, niha li navçeya Midyadê rûdinê xweşiya cejnê bi van gotinan vegot: “Em xelkê Şengalê ne û bi salan e em hatine li Midyadê rûdinên. Em îro jî hatine vê cejnê pîroz dikin, ev cejn, cejna me ya herî pîroz e. Her sal cejna me hê xweştir dibe.”

‘Bila gelê me yê Êzidî jî xwe bi tenê nebînin’
Hevserokê DBPê yê navçeya Cizîrê Bager Aşkin ku li gundê Kîwexê bû got ku her diçe Kurd li tevahî cîhanê çand û kevneşopiyên cuda yên hevûdin nas dikin û wiha got: “Beriya 40-50 salan gelek welatiyên me yên ku li Ewropayê dijîn li ser vê axê hatibûn koçkirin. Wê demê gelek kes bi awayekî tund dihatin qetilkirin û nikaribûn vegerin welatên xwe. Ger ku em îro van rojan dibinin jî bi saya serê Tevgera Azadiya Kurd e. Em çanda xwe ya qedîm her sal bi awayekî kêfxweşî pîroz dikin. Kurd bi çanda xwe û bi hemû rengên xwe tên cem hev. Îro weke ku em dibînin bi hezaran kes hatine cem hev. Bila gelê me yê Êzidî jî xwe bi tenê nebînin. Dilê me û hişê me her tim bi wan re ye.”
‘Em ê her sal li gundekî pîroz bikin’
Cemal Bezek ku ji Wêranşarê ye û li Almanyayê dijî, diyar kir ku ew di nav Komîteya Amadekar a Cejna Kermê de cih digire. Cemal Bezek anî ziman ku beriya du salan hevalekî wan bi tenê ev cejn li gundê Bircê yê Wêranşarê li dar xistibû. Lê îsal wekî komîteyeke ji şeş-heft hevalan pêk tê, wan li Almanyayê dest bi amadekariyan kir û bi civata li Wêranşarê re têkilî danî ji bo ku cejnek baştir û bi rêk û pêk çêbibe. Cemal Bezek coş û kelecaniya pîrozbahiyê wekî cihê kêfxweşiyê nirxand ku li gorî daxwazên wan pêk hatiye û biryara komîteyê ya ji bo salên pêş de wiha anî ziman: “Em ê ji îro pê ve, ji îsal û pê ve, sal bi sal her carê li gundekî me, ji gundên Êzîdiyan ên herêma Wêranşarê vê cejnê çêbikin. Em bi biryar in ku sala bê li gundê Xirbê Belek vê cejnê li dar bixin. Salên piştî wê jî li gundekî din. Sal bi sal bi vî awayî, bi organîze, bi rêk û pêk, em ê civata xwe, der û dora xwe, gelê xwe tev li cejnê bikin û cejna xwe bi miletê xwe re pîroz bikin.”

‘Hatina me ya vir, wekî xilasiya welêt e’
Emîne Savgat ku tev li cejna li gundê Kermê bû, hestên xwe yên vegera li ser axa xwe wiha vegotin: “Hestê min wekî wê yekê ye ku ez îro xilasiya welêt bibînim. Gava em tên vir, wekî ku em emrê xwe dirêj dikin e.” Emîne Savgat di axaftina xwe de bal kişand ser cûdahiyên çandî û navkirina cejnê jî û got: “Wekî ku min got zêdetir Ereb dibêjin Çarşema Sor em Êzidî dibêjin ‘Cejna Çarşema Serê Nîsanê’. Li gorî edetan di meha Nîsanê de zewac çênabe û roja Çarşemê cot nayê kirin. Sedema wê jî li gorî baweriya me di roja Çarşema Serê Nîsanê de cîhan nû tê afirandin.”

‘Banga xwedîderketina li zimanê Kurdî’
Gul Toprak a ku ji Almanyayê bi taybetî ji bo pîrozkirina cejnê hatiye gundê xwe, kêfxweşiya xwe anî ziman û cejna hemû Êzîdiyan pîroz kir. Di axaftina xwe de Gul Toprak bal kişand ser zimanê zikmakî û ji bo parastina zimanê Kurdî bangek kir û wiha got: “Ez bang li temamê Kurdan dikim; bila li zimanê xwe xwedî derkevin. Ez têm vê axê, dengê Kurdî nakeve guhê min. Zarokên wan, mezinên wan, bi Tirkî xeber didin. Bila li kok û edetên xwe, li zimanê xwe, li koka xwe xwedî derkevin.”












