• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
17 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ahmed Şara li Tirkiyeyê ye: Li Antalyayê hevdîtina krîtîk a bi Fîdan re

    Ahmed Şara li Tirkiyeyê ye: Li Antalyayê hevdîtina krîtîk a bi Fîdan re

    Dîsa bi dronan êrişî Silêmanî û Koyeyê kirin

    Dîsa bi dronan êrişî Silêmanî û Koyeyê kirin

    Ji bo mafê hêviyê dema Tirkiyeyê diqede: Divê komîte prosedura binpêkirinê bi cih bîne

    Ji bo mafê hêviyê dema Tirkiyeyê diqede: Divê komîte prosedura binpêkirinê bi cih bîne

    ROJEVA 28ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 17ê NÎSANA 2026an

    Mihemed Seman bû Waliyê Kerkûkê

    Mihemed Seman bû Waliyê Kerkûkê

    DEM Partî ji bo piştgiriyê çû serdana ‘Fabriqeya Pîşeyan’

    DEM Partî ji bo piştgiriyê çû serdana ‘Fabriqeya Pîşeyan’

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Ahmed Şara li Tirkiyeyê ye: Li Antalyayê hevdîtina krîtîk a bi Fîdan re

    Ahmed Şara li Tirkiyeyê ye: Li Antalyayê hevdîtina krîtîk a bi Fîdan re

    Dîsa bi dronan êrişî Silêmanî û Koyeyê kirin

    Dîsa bi dronan êrişî Silêmanî û Koyeyê kirin

    Ji bo mafê hêviyê dema Tirkiyeyê diqede: Divê komîte prosedura binpêkirinê bi cih bîne

    Ji bo mafê hêviyê dema Tirkiyeyê diqede: Divê komîte prosedura binpêkirinê bi cih bîne

    ROJEVA 28ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 17ê NÎSANA 2026an

    Mihemed Seman bû Waliyê Kerkûkê

    Mihemed Seman bû Waliyê Kerkûkê

    DEM Partî ji bo piştgiriyê çû serdana ‘Fabriqeya Pîşeyan’

    DEM Partî ji bo piştgiriyê çû serdana ‘Fabriqeya Pîşeyan’

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Gund bi gund û bajar bi bajar digere û dersa Kurdî dide HATE NÛKIRIN

Naz Ozek / AW

17 NÎSAN 2026 - 09:22
Kategorî: ÇAND, CIVAK, MANŞET
A A
Îzmîr – Gulnara Azadî ku li Qazaxistanê dijî gund bi gund û bajar bi bajar bi Kurdan re pêwendiyê çêdike û dersa zimanê Kurdî dide civaka Kurd a li wir. Ew bi vê hewldan û helwesta xwe li pêşiya bişaftinê dibe mertalek xurt û ziman û çanda Kurdî zindî dihêle.

Kurdên li Qefqasyayê û Qazaxistanê dijîn, çand, ziman û nasnameya xwe diparêzin, lê bi zehmetiyan re rû bi rû ne; asîmîlasyon, zextên siyasî û koçberî. Hebûna Kurdan a yekemîn li Qefqasyayê diçe nîvê sedsala 10an. Piştî sedsalên paşîn di dema Împeratoriya Osmanî, Qacar û Rûsyayê de koçberiyên mezin çêbûn. Di sedsala 19an û destpêka 20an de gelek Kurd ji ber şerên Rûs-Tirk û siyaseta Îranê koçî Qazaxistanê û Qefqasyayê kirin. Lê di sala 1937, 1938 û 1944an de Stalîn gelek Kurd deport kirin ji bo Asyaya Navîn, bi taybetî ji bo Qazaxistanê. Piraniya wan niha li wir dijîn.

Jina Kurd a bi navê Gulnara Azadî ku niha li bajarê Almata yê Qazaxistanê dijî, xebateke girîng dike. Gulnara Azadî li dijî hemû zordariyan jî nahêle ku zimanê Kurdî were jibîrkirin û bi dayîna perwerdeya zimanê Kurdî di nava civaka Kurd a li Qazaxistanê de ziman zindî digire. Ew wek jineke Kurd û dildarê zimanê Kurdî li Qazaxistanê gund bi gund bajar bi bajar bi Kurdan re têkilî datîne û dersa zimanê Kurdî dide da ku ev zimanê ku nasnameya me Kurdan e neyê jibîrkirin. Şagirtên Mamoste Gulnara Azadî ne tenê Kurd in, ji neteweyên cuda yên wekî Qazax, Tirk, Rûs, Ûygûr, Kirgiz û yên din jî hene.

‘Armanca min pêşketina zimanê Kurdî ye’

Gulnara Azadî da zanîn ku berî her tiştî ew wek mamosteya zimanê Kurdî armanc dike ku zimanê Kurdî tim pêş bikeve. Lê ji ber ew tenê li ser vê ked dide gelek zehmetiyan jî dijî. Gulnara Azadî got ku ji ber ew vê xebatê wek dozeke pîroz dîtiye gelek tişt feda jî kiriye lê ji ber alîkarî tine bi awayê ku dixwaze nikare xebata xwe bimeşîne. Gulnara Azadî got ku çi dibe bila bibe ew ê xebatên xwe bi coş û moraleke mezin dê vê xebatê bike û li ser vê rêya xwe venegere.

Li dibistanan bi awayekî fermî dersa zimanê Kurdî tine

Gulnara Azadî da zanîn ku li Qazaxistanê ji bo zimanê Kurdî xebateke fermî tine û got: “Li dibistanan jî dersa Zimanê Kurdî nayê dayîn. Ev karê ku ez dikim karê min ê şexsi ye. Min xwe daye ser vê rêyê û ez dev jê bernadim. Her wiha Gulnara Azadî got ku ew koman ava dike û Alfaba nû ya Kurdî ya bi çar zimanan (Kurdî, Rûsî, Qazaxî, Îngilîzî) pêk tê û Ferhenga Kurdî-Rûsî ya ku ji 20,000 peyvan pêk tê ava kiriye. Gulnara got ku ew bi rêbaza stran, folklor û çandê ziman hîn dike, da ku xwendekar bi awayekî xwezayî û bi kelecanî fêr bibin.”

Hevgirtin û hejmara Kurdan

Gulnara Azadî anî ziman ku hevgirtina Kurdan li Qazaxistanê pir baş e û wiha axivî: “Dema ku tişteke baş an jî xerab diqewime bi hev re ne. Alîkariya hev dikin. Di şîn û şahiyan de bi hev re ne. Di Newrozan de tim li cem hev in. Hay ji hev hene û hev nas dikin di wê warê de qet pirsgirêk tine. Her wiha di derbarê hejmara Kurdên Qazaxistanê de jî got ku, dibêjin fermî 50 hezar e lê di nav gel de dibêjin ji 50 hezar zêdetir e. Ji ber ku gelek kes ji ber koçberiyê revîn e di nasnameyên wan de dinvîse Azerî, Tirk û hwd. Lê em dikarin bêjin ku hejmara Kurdam digihîje 100 hezarî. Dema Sovyeta berê Kurd li vir gelek bûn belkî 200 hezar an jî 300 hezar jî. Lê di salên dawî de gelek Kurd berê xwe dan Rûsyayê û Ewropayê. Kurd Li welatên derdorê belav bûn. Belê ji welat dûr ketine lê têkiliya wan berdewam dike, diçin û tên.”

Gelek gundên Kurdan hene

Gulnara Azadî bi bîr xist ku gelek gundên Kurdan hene û got: “Gundê ku taybetî Kurd di navê de dijîn gundê Qeşqebilaxê ye. Welatiyên vê gundê sedî sed Kurd in, her wiha midûrê dibistanê jî Kurd e û ew dibistan beriya niha ji aliyê kalê min ve hatibû vekirin lê mixabin dersa zimanê Kurdî tine li vê dibistanê. Li gundên cuda ên Kurd dijîn ji Qazax, Tirk, Rûs û hwd. jî dijîn.”

‘Her malbatek dibistanek e’

Gulnara Azadî her wiha got ku ji bo perwerdehiya zimanê Kurdî her malbatekê dibistanek e, her dayikek mamosteyek e, her bavek zanîngehek e. Gulnara Azadî behsa girîngiya fêrbûna zimanê Kurdî kir û got: “Mixabin em ji welatê xwe dûr in lê mafê me heye ku em zimanê xwe biparêzin û xwedî li zimanê xwe derkevin. Ger em di malê de bi zarokên xwe re bi zimanê xwe biaxivin dê zimanê me neye jibîrkirin.”

‘Projeya min bi navê Zimanê Gelerî ye’

Gulnara Azadî behsa projeya xwe kir û wiha got: “Xebata min bi navê ‘Zimanê Gelêrî’ ye. Ev çend sal in pê re eleqedar dibim.” Gulnara Azadî destnîşan kir ku ew di bin bandora kalikê xwe û dayika xwe de maye û kalikê wê di sala 1937an de li gundê Qeşqebilaxê avakarê dibistanê bûye û ew jî wek mîrasgera kalê xwe vê xebatê dimeşîn e. Gulnara Azadî got ku ew biçe kêjan gundî zarokên Kurd hebin ew hestiyar dibe û dersa Zimanê Kurdî dide zarokan. Her wiha Gulnara Azadî got ku dayika wê Senema Kerîmê Elî jî di salên 1990î de, dema heval û hogir kom dibûn û li vir malên Kurdan vedikirin, dayika wê di 55 saliya xwe de fêrî nivîsandina zimanê Kurdî dibe. Gulnara Azadî dibêje: “Her wiha ji ber dayika min xwendina wê jî hebû, bi hêsanî hîn bû û piştî 2 salan li bajarê Qaratayê bi awayeke dildarî dersa Zimanê Kurdî dida zarokan. Ez jî wek keça malbateke welatparêz û bi nirx li ser şopa wan dimeşim û doza wan didomînim.”

‘Ji bo çapkirina ferhenga nû banga piştgiriyê’

Gulnara Azadî herî dawî banga alîkariyê kir û got ku ev ferhenga ku ev 4 sal in ew li serê mijûl dibe dixwaze çap bike û wiha got: “Ji ber derfetên kêm dixwazim hevalên ked didin û derfetên wan hebin alîkarî bidin da ku ez bikaribim ferhenga ku amade kirime ji bo piştgiriya Zimanê Kurdî derxînim û spasiyên xwe pêşkêşî hemû hezkirî û dildarên Zimanê Kurdî dikim.”

Etîket: dersa zimanê KurdîGulnara AzadîKurdên QefqasyayêPerwerdehiya Kurdî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Peymana 29ê Çile û perwerdehiya Kurdî: Alî çi dixwazin, heta niha çi bû û astengiya sereke çiye?

Peymana 29ê Çile û perwerdehiya Kurdî: Alî çi dixwazin, heta niha çi bû û astengiya sereke çiye?

9 ADAR 2026
Zimanzan Varli: Divê em ji bo perwerdehiya bi zimanê xwe li qadan bin

Zimanzan Varli: Divê em ji bo perwerdehiya bi zimanê xwe li qadan bin

24 SIBAT 2026
Mazlûm Ebdî ji Colanî xwest yên li pişt komkujiyan hesab bidin

Mazlûm Ebdî: Emê ji bo Kurdî bi Şamê re civînên nû çêkin

21 SIBAT 2026
ARÎ-DER û BOTAN-DER banga geşkirina zimanê Kurdî dike

ARÎ-DER û BOTAN-DER banga geşkirina zimanê Kurdî dike

20 SIBAT 2026
Mamosteyên Kurdî: Pêwist e Kurdî bibe zimanê bazarê û perwerdehiyê 

Mamosteyên Kurdî: Pêwist e Kurdî bibe zimanê bazarê û perwerdehiyê 

19 SIBAT 2026
Derûnnas Kepenek: Perwerdehiya bi zimanê Kurdî bingeha herî berbiçav a aştiyê ye

Derûnnas Kepenek: Perwerdehiya bi zimanê Kurdî bingeha herî berbiçav a aştiyê ye

23 COTMEH 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Mele Talhat Tûrhan koça dawî kir

    Mele Talhat Tûrhan koça dawî kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Kanîreşê berxwedana li dijî JESê: Em nahêlin erdê me bê talankirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo mafê hêviyê dema Tirkiyeyê diqede: Divê komîte prosedura binpêkirinê bi cih bîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Gund bi gund û bajar bi bajar digere û dersa Kurdî dide HATE NÛKIRIN

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • TEV-KOM hat avakirin: Di bin sîwana têkoşîna kolektîf de bibin yek

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 17ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Parêzvanê bîra muzîka Kurdî: Veysî Varli

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Hişê çêkirî’ çima ji Kurdî re kerr û kor û lal e?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Atolyeya ‘Tenduristiya bi Kurdî’ dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo ‘Perwerdehiya bêtundî’ çalakiya zincîra mirovan pêk anîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (593)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne