* Rêveberê OHDê ya Şaxa Enqereyê parêzer Bariş Karli derbarê biryara Komîteya Wezîran a Ewropayê ku ji bo mafê hêviyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heta meha Hezîranê dem dabû Tirkiyeyê anî ziman ku heke mafê hêviyê pêk neyê divê komîte li dijî Tirkiyeyê prosedurên binpêkirinê bi cih bînê.
* Di serdemeke ku hişê çêkirî (AI) sînorên aqilê mirovî diceribîne, zimanê Kurdî li hemberî dîwarekî dîjîtal rawestiya ye. Her çend modelên mezin ên hişê çêkirî yên mîna ChatGPT, Claude, DeepSeek, Gemini û hwd. bi Kurdiyeke herikbar binivisînin jî, dema dor tê ser “deng”, bêdeng dimînin. Ev “lalbûna teknolojîk” ne tenê kêmasiyeke teknîkî ye; sedema vê lalbûnê, şirketên mezin ên teknolojiyê ji ber ku bazara Kurdî piçûk e naxwazin ji bo Kurdî pereyan xerc bikin û di destê Kurdan de jî dengên qeydkirî yên Kurdî kêm in.
* Gulnara Azadî ku li Qefqasyayê dijî gund bi gund û bajar bi bajar bi Kurdan re pêwendiyê çêdike û dersa zimanê Kurdî dide civaka Kurd a li wir. Ew bi vê hewldan û helwesta xwe li pêşiya bişaftinê dibe mertalek xurt û ziman û çanda Kurdî zindî dihêle.
* 3yemîn Festîvala Fîlman a Kurdî ya Dusseldorfê ku îsal bi dirûşma “Yekîtî û Berxwedan” tê lidarxistin îro dest pê dike. Di festîvala ku hafizeya dîtbarî ya çar parçeyên Kurdistanê tîne ser perdeyê de, fîlmên cur bi cur dê bên nîşandan.
* Di dîroka çand û hunera Kurdî de hinek kesayet hene ku bi keda xwe ya bêhempa dibin stûnên sereke yên parastina bîra civakî. Yek ji van navên herî girîng ku bi dehan salan e bêrawestan li ser şopa deng û awazên Kurdî digere, lêkolîn û arşîv dike muzîkolog Veysî Varli ye.
* Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê dê ji ber êriş û komkujiyên li ser dibistan û zanîngehan ku her diçe zêde dibin li zanîngehê meşekê li dar bixin û daxuyanî bidin çapemeniyê. (12:00)
* Platforma Şaxan a KESKê ya Amedê û Şaxên Egîtîm Senê yên Amedê dê bi boneya şermezarkirina êrişên li ser dibistanan li Xaçerêya Lûnaparka Amedê meşekê li dar bixin û daxuyaniyê bidin. (13.00)
* Platforma Şaxan a KESKê ya Îzmîrê dê bi boneya şermezarkirina êrişên li ser dibistanan ji ber Konak YKMê heta Midûriyeta Perwerdeya Neteweyî ya Bajêr bimeşe û daxuyanî bide. (13:30)
* DÎSK, KESK, TMMOB û TTB li Îskeleya Kadikoyê dê ji bo momeste û xwendekeran di êrişên li dijî dibistanan de hatin kuştin, bernameya bîranînê li dar bixe. (18:00)
* Şaxa OHDê ya Îzmîrê û Kovara Derûnnasiyê Psychology Kurdî li avahiya OHDê dê panela “ji aliyê derûniyê ve girîngiya zimanê dayikê” li dar bixin. (19:00)
Kirmanckî
* Serhat Kiliç hêrişê vera wendekar û mamostayan ser o vat televizyonan de fîlmê şidetî yenê temaşekerdenne. Her roje xeberan da vînenê ke dewlete senî şer û hêrişan kena. Ne fîlm û xeberî gedeyan rê benê numuneyê û hêrişan.












