Îzmîr – Di serdemeke ku hişê çêkirî (AI) sînorên aqilê mirovî diceribîne, zimanê Kurdî li hemberî dîwarekî dîjîtal rawestiya ye. Her çend modelên mezin ên hişê çêkirî yên mîna ChatGPT, Claude, DeepSeek, Gemini û hwd. bi Kurdiyeke herikbar binivisînin jî, dema dor tê ser “deng”, bêdeng dimînin. Ev “lalbûna teknolojîk” ne tenê kêmasiyeke teknîkî ye; sedema vê lalbûnê, şirketên mezin ên teknolojiyê ji ber ku bazara Kurdî piçûk e naxwazin ji bo Kurdî pereyan xerc bikin û di destê Kurdan de jî dengên qeydkirî yên Kurdî kêm in.
Binyada hişê çêkirî li ser “daneyan” ava dibe. Ji bo ku robotek biaxive, divê bi hezaran saet dengên mirovan ên ku bi nivîsê re hatine “etîketkirin” bibîne. Înternet bi nivîsa Kurdî tije ye, lê arşîvên dengî yên amade kêm in. Pergalên Text-to-Speech (Nivîs-bo-Deng) hewceyî fonetîka rast in. Dengên taybet ên Kurdî (wekî “X, H, R” û dengên tûj “P, Ç, T, K”) ji bo algorîtmayan hîna wekî “astengiyên bilêvkirinê” tên dîtin.
Şirket çima Kurdî nabihîsîn?
Di warê zimanê Kurdî de pêşveneçûna hişê çêkirî, digel kêmasiya daneyan, sedema bingehîn aboriya ziman û berjewendiyên şirketên mezin ên teknolojiyê ne. Şirketên mezin, Kurdî wekî “wareke kêm-qezenc” pênase dikin; ji ber ku Kurdî ne zimanê fermî ye û ne xwedî statu ye û hêza wê ya bazarê li gorî pîvanên kapîtalîst kêm tê dîtin. Ev şirket naxwazin sermayeyê li ser dengê Kurdî xerc bikin. Ev helwest rasterast derî li ber “kolonyalîzma dîjîtal” vedike; şirket bi zanebûn bikarhênerên Kurd ber bi zimanên serdest (Tirkî, Erebî, Farisî) ve dehf didin û bi mantiqê “jixwe bi zimanê dewletê sîstema me bi kar tînin, mesref ne hewce ye” tevdigerin. Di encamê de, ev nêzîkatiya pragmatîk Kurdî di “tarîtiya dîjîtal” de dihêle û pêşketina wê ya di teknolojiyên nûjen de asteng dike.
Şerê li dijî asîmîlasyonê: Deng bide
Li dijî “lalbûna dîjîtal” a ku pergalên serdest ferz dikin, malpera Mozilla Common Voice valahiyeke mezin tije dike. Bexşandina deng ji bo van platforman ne tenê çalakiyek teknîkî, lê parastina hebûna ziman e; ji ber ku her dengekî ku tê barkirin, pergalên Hişê Çêkirî (AI) fêrî ton û ahenga Kurdî dike û rê li ber robotan vedike ku ne tenê bi “Kurdiya pirtûkan”, lê bi hemû dewlemendiya devokên herêmî biaxivin. Di heman demê de, ev dane bingeha mafên astengdaran ava dikin da ku kesên kêm-dîtbar karibin bi zimanê xwe yê dayikê bi amûrên zîrek re têkiliyê deynin.
Şoreşa li pişt kodan
Dema şirketên mezin ên mîna Google û Apple ji ber fikarên aborî Kurdî paşguh dikin, înîsiyatîfên xwebexş li qada dîjîtal valahiyeke mezin tije dikin.
Ev înîsiyatîf wekî kevirên bingehîn ên “hişê Kurdî” derdikevin pêş û hinekê ji wan ên çalak ev in:
* Mozilla Common Voice (Kurdî): Ji bo gelek zimanan kampanyaya herî mezin a ji bo “deng” e . Li ser vê malperê her kes dikare hewl bide ku arşîveke dengî ya gerdûnî ji bo Kurdî ava bibe da ku robot fêrî axaftinê bibin.
* Kurdish BLARK (Basic Language Resource Kit): Ev proje binyata “zanistî” ya hişê çêkirî ava dike. Ew li ser kodên bingehîn ên rêziman û modelên zimên (NLP) dixebitin. Hemû xebatên wan li ser platforma GitHub ji bo pêşdebirên teknolojiyê li ber dest in.
* Kurdish Developers Community: Komeke endazyarên nivîsbariyê ye ku Kurdî di sîstemên wekî Android, Apple û Linux de bi cih dikin û çavkaniya vekirî ên bi Kurdî amade dikin.
* Kurdish Crowdsource: Komeke ku bi xwebexşî wergeran rast dike û nîşanî hişê çêkirî yê Google dide ka kîjan wêne û nivîs bi Kurdî ne. Her wiha ji bo Kurdî li bernameyan bên zêdekirin dixebitin.
* Wîkîpediya Kurdî: Li ser Wîkîpediyayê bîra nivîskî ya hişê çêkirî ye. Girîngiya wê ew e ku heta Wîkîpediya nebe çavkaniyekî mezin, hişê çêkirî dê di warê Kurdî de “nezan” bimîne. Ji ber ku hê jî Wîkîpedîa di warê hewandina agahiyan de li ser înternetê serdest e.
Gav bi gav: Em ê çawa hişê çêkirî bi ziman bixin?
Di nav hewldanan de hewldana herî kêrhatî bi awayeke xwebexş tomarkirina dengê xwe yê li ser malpera Mozilla Common Voice ye.
Ji bo tomarkirina deng hûn dikarin vê nexşerêya 4 gavî bişopînin:
* Platform: Bikevin malpera commonvoice.mozilla.org û zimanê Kurdî (Kurmancî) hilbijêrin.
* Biaxive (Deng Bide): Hevokên li ser ekranê bi dengekî xwezayî bixwînin.
* Guh Bide (Piştrast Bike): Dengên kesên din guhdar bikin û rastiya wan piştrast bikin.
* Profîl Ava Bike: Heke tu temen û herêma xwe diyar bikî, hişê çêkirî dê fêrî cudahiyên devokan dibe.
Encam: Lalî hilbijartineke siyasî ye
Hebûna zimanekî di hişê çêkirî de biryareke siyasî ye. Heta ku şirketên global neyên mecbûr kirin, yanî ji bo mezinkirina bazara Kurdî hewldaneke mezin tine be, ev şirketên global wê Kurdî paşguh bikin. Lalbûna hişê çêkirî ne qedereke teknîkî ye, lê kêmasiyeke kolektîf e. Heta ku Kurd nebin “donorên dengî”, dê teknolojî bi zimanê wan “lal” bimîne.













