* Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari diyar kir ku pêvajo di qonaxeke krîtîk de ye, divê qanûn bên çêkirin û got: “Di hevdîtina dawî ya bi birêz Ocalan de hatibû gotin ku di meha Nîsanê de taslaxeke bê derxistin. Birêz Ocalan jî li ser çênekirina qanûnan şaş mabû û gotibû divê qanûn zûtir bên çêkirin.”
* Rojnameger Hakki Boltan û Bîlal Guldem ji bo danişîna doza rojnameger Nedîm Orûç bang li hemû sazî, dezgeh, komele û sendîkayên rojnameger kirin ku piştgiriya dozê bikin û destnîşan kirin ku girtina Nedîm Orûç li dijî qanûnan e û divê demildest were berdan û vegere ser karê xwe.
* Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, dê di navbera 12-16ê Gulanê de li Amedê “Forûma Aştiya Civakî û Azadiyê” li dar bixe. Hevşaredar Dogan Hatûn banga tevlîbûnê kir û wiha got: “Werin tev li me bibin da ku em dengê xwe bi hev re bilind bikin û ji pirsgirêkan re bi hev re çareseriyê bibînin.”
* Endamê OHDa Stenbolê Înan Poyraz derbarê biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê diyar kir ku Komîteyê ji Tirkiyeyê re gotiye ‘divê di qanûnan de guherandin pêk were’ û got: “Gava ku ‘mafê hêviyê’ pêk were di nava civakê de jî dê bawerî zêde bibe.”
* DFG û MKG bi minasebeta 22yê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurd dê bi rojnamegeran re li kafeyeke li navçeya Sûrê ya Amedê bicive. (10:00)
* DEM Partî, CHP, EHP, EMEP, TÎP, TOP û partiyên pêkhateyên DEM Partiyê dê li Girtîgeha Edîrneyê bi Hevserokê berê ya HDPê Selehattîn Demîrtaş û Hevşaredarê Amedê ya berê Selçuk Mizrakli re hevdîtin pêk bîne. (11:00)
* Lansmana bernameya JIN MAPê ku Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan û Serokatiya Daîreya Zanînkirariyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi persepktîfa “Bajarê Jinan” bi pêş ve biriye, dê li oteleke bajêr bê lidarxistin. (12:00)
* Hevserokê DBPê yê Giştî Keskîn Bayindir dê li avahiya DEM Partiyê ya Navçeya Çinarê bi ciwanan re bicive. (13:00)
* Rêveberiya Amedsporê, tîma teknîkê û lîstikvanên Amedsporê dê li Tesîsên Şehmûs Ozer daxuyaniya çapemeniyê li dar bixe. (13:30)
* Hozan Şiyar (Celal Sarikaya) dê di salvegera mirina xwe de li ser gora xwe ya li Goristana Şêx Xelîl a li navçeya Farqînê ya Amedê bê bibîranîn. (14:00)
* 11emîn Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li dar dixe dê li Qonaxa Cemîl Paşa ya li navçeya Sûrê bi bernameyekê bê destpêkirin. (19:00)
* Şaxên MKG û DFGê yên Wanê, dê bi boneya 22ê Nîsanê Roja Rojnamegerên Kurd li Eywana Tahîr Elçî ya Baroya Wanê şahiyekê li dar bixe. (19:00)
Kirmanckî
* Nuştoxe Gurcî Esen vera astengîya camêrda nê feodal 47 serrî ra pey banderê nuştiş û wendişî bîya û bîya nuştox. Gurcî Esen kitabê xo yê ewilînî de zehmetî û têkoşînê cinîyan nuşt.
* Yemoş Gokmen 94î ra ver dewa Mîrîge Heyderî ya ke girêdayeya Dêrsimî ya de weşîye xo ramita. 94î de dewlete banê înan veşnayê, înan zî bar kerdo şîye Gazika Dêrsimî. Nika qaytê dewaran kena û vana: “Dewlete dewa ma veşnaya, ma kerdîme teber, dewa ma de her çî bê pere bî, nika her çî bi herenayîş beno.”










