* Hevberdevka Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît derbarê xebatên Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk de axivî û diyar kir ku li dijî polîtîkayên qirkirinê û êrişên li ser her çar parçeyên Kurdistanê, yekane rê yekîtiya neteweyî ye û wiha bang li partiyên siyasî kir: “Gel li kolanan dibêje ‘em yek in’, êdî siyaset nikare guhê xwe bigire.”
* Parlamenterê Partiya DEVAyê Mehmet Emîn Ekmen anî ziman ku zextên desthilatê û gavneavêtin baweriya civakê ya ji bo pêvajoyê jî kêm dike û got: “Ji bo derxistina qanûnan hewcehî bi şertan tune ye. Ya girîng ew e ku dewlet rê ji bo endamên rêxistinê ku dixwazin tev li pêvajoyê bibin vebike, ji bo vê hewcehî li bendamayîna gav avêtina rêxistinê tune ye.”
* Dayika Rojwelat Kizmaz, Taybet Kizmaz diyar kir ku mirina keça wê bi awayekî bi guman e û bang li Wezîrê Edaletê yê Tirkiyeyê kir û got: “Ez dixwazim ku Wezîrê Edaletê li doza keça min bibe xwedî û çawa hatibe kuştin bila êdî rastî derkeve holê.”
* Şanoger û beşdarên 11emîn Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê diyar kirin ku şanoyên 17 welatan tên ba hev û ev pirzimanî û pirçandî ye û şanoyên cîhanê jî di şûna şer de aştî û diyalogê dixwazin.
* OHD, TUAY-DER û DEM Partî rapora ku derbarê mirina Mehmet Çevîren ê li Girtîgeha Qûbînê ya Êlihê jiyana xwe ji dest dabû de dê li avahiya DBPê ya Êlihê bi raya giştî re parve bike. (11:00)
* Alî Koç ê piştî 34 salan ji girtîgehê hate berdan dê li Balafirgeha Amedê bê pêşwazîkirin. (11:00)
* Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari dê bi heyeteke partiya xwe re serdana karkerên madenê ku li Parka Kurtuluşê ya Enqereyê di çalakiya greva birçîbûnê de ne bike. (13:00)
* Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan dê derbarê salvegera avabûna Meclîsê de li Lîjneya Giştî biaxive. (14:00)
* 11emîn Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê dê di roja 2yemîn de bi promiyera lîstika “Moraşîn” li ÇandAmedê berdewam bike. (20:30)











