* Nivîskar Prof. Dr. Abdulîllah Polat êrişên li ser dibistanan nirxand û got: “Tundî û zordariya diqewime û êrişên li ser dibistanan bi pirsgirêka Kurd ve girêdayî ye. Bername û saziyên perwerdehiyê divê vê berpirsiyariyê bigirin ser xwe. Parastina rastîn a zarokan ne tenê parastina laşê wan e, lê di heman demê de parastina ziman, çand, giyan û têkiliyên wan ên civakî ye.”
* Danişîna ewil a doza nûçegihanê ajansa me Nedîm Orûç dê li 1emîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê bê lidarxistin. (10:00)
* Bi tevlibûna Hevseroka DBPê ya Giştî Çîgdem Kiliçgun Ûçar dê li ber Pasaja Şaredariyê ya navçeya Gimgimê mitînga “Ji projeyên JESê re na” bê lidarxistin. (11.00)
* Şaxên ÎHDê yên Stenbol û Enqereyê dê derbarê salvegera Tevkujiya Ermenan de daxuyanî bidin. (12:00)
* Meclîsên HDKê yên Îzmîrê, têkildarî salvegera Qirkirina Ermeniyan dê li Alsancakê gotûbêjekê li dar bixe. (18:30)
* 11emîn Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê dê di roja 3yemîn de berdewam bike.











