MED TUHAD-FED bi dirûşma “Bi civaka demokratîk siberojan ava dikin” Kongreya xwe ya Asayî ya 4emîn li dar xist.
Federasyona Komaleyên Hiqûq û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hukumxwaran a Medê (MED TUHAD-FED) bi dirûşma “Bi civaka demokratîk siberojan ava dikin” Kongreya xwe ya Asayî ya 4emîn li eywaneke dawetê ya li navçeya Peyasê ya Amedê li dar xist
Gelek siyasetmedar, nûnerên rêxistinên sivîl, malbatên girtiyan û welatî tev li kongreyê bûn. Di kongreyê de sînevîzyon hate nîşandan û peyama ji girtîgehan hatibû şandin hate xwendin. Hevseroka DBPê ya Giştî Çîgdem Kiliçgun Ûçar a di kongreyê de axivî, destnîşan kir ku dê bi kilîta Îmraliyê deriyê aştiyê vebe û got: “Kêliya ku statuya Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan were naskirin, wê kilîtên hemû girtîgehan werin vekirin.”












