Bi pêşengiya sazî û dezgehên ekolojiyê li navçeya Kanîreşê ya Çewligê li dijî projeyên talana xwezayê meş û mitîng tê lidarxistin.
Bi pêşengiya Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê dê li navçeya Kanîreşê ya Çewligê li dijî projeyên talana xwezayê û serûbinkirina pergala ekolojîk mitîng bê lidarxistin. Piştî mitînga li Gimgimê, berxwedana li dijî projeyên talankirina xwezayê îro li navçeya Kanîreşê berdewam kir. Platformên jîngehê, komeleyên ekolojiyê û parêzvanên xwezayê yên ku ji gelek bajarên bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê yên cuda hatine, tevî gelê herêmê li dijî projeyên Santralên Enerjiya Jeotermalê (JESê) bûn yek deng û meş li dar dixin.
Di meşê de pankartên “Em ê jîyanê bi parêzin” , “Em ê rê nedin jeotermalê”, “Em jeotermalê naxwazin” hatin vekirin û her wiha dowîzên “Pişgirtî dide jiyandin”, “Ne Tonî, ne Conî, ne HES, ne jî JES gerek bibin yek herkes” , “Parastina gundê me parastina pêşerojê ye” hatin rakirin. Dirûşmên “Bêdeng nemîne hûn bêdeng bimînin dê dor were we” , “Em ê bi berxwedanê serbikevin” hatin berzkirin.
Girseya gel a ku nûnerên saziyên sivîl û ekolojîst jî di nav de bûn, li Xaçerêya navçeyê li hev civiyan û dest bi meşê kir. Meşa ku bi berzkirina dirûşmên parastina xwezayê û axê dest pê kir, heya ber avahiya Şaredariya Kanîreşê dê bidome.













