Serlêdanên îsal a ji bo 7emîn Pêşbirka Wênekêşî, Çîrok û Helbestan a Şehîd Denîz Firat ku li Mexmûrê ji aliyê Yekîtiya Xwendevanên Azad a Mexmûrê ve tê lidarxistin destpê kir.
Komîteya Amadekar li ser serlêdan û 7emîn Pêşbirka Wênekêşî, Çîrok û Helbestan a Şehîd Denîz Firat daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn: “7emîn Pêşbirka Wênekêşî, Çîrok û Helbestan a Şehîd Denîz Firat ku ji aliyê Yekitiya Xwendevanên Azad (YXA) ve tê lidarxistin. Pêşbirka îsal diyarî şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê şehîd Rohat Rover, şehîd Ziyad Helep û şehîd Denîz Çiya dikin.
Pêşbirk di 25ê nîsana 2026an de destpê dike.
Kesên bixwazin beşdarî Pêşbirkê bibin divê heta dawiya hezirana 2026an de berhemên xwe bişînin navnîşanên hatine diyarkirin.
Merasîma 7emîn Xelatên Wêjeyê yên Şehîd Denîz Firat wê di 8ê tebaxa 2026an de li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) pêk were.
Zimanên Tevlîbunê;
Berhemên ku were peşkeş kirin; Zimanên Kurdî (Bi zaravayên kurmancî, zazakî û soranî) Erebî, Farsî û Tirki ye.
Mercên Pêşbirkê:
Divê berhem li tu cihî nehatibe weşandin.
Divê berhemên ku hûn bişînin bi hişê çêkirî nehatibe çêkirin.
Beşdarvan dikarin di beşa helbestan de herî zêde 2 helbestan, di beşa çîrokan de 2 çîrok û di beşa wêne kêşan de 2 berheman beşdar bibin.
Beşdarvan divê berhemên xwe tevî kurte jiyana xwe herî dereng heta dawiya hezirana 2026an bi rêya navnîşanên ku hatine diyarkirin bigihînin destê me.
Navnîşan:
Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) / Meclîsa Ciwanên Demokratîk a Mexmûrê.”













