• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
28 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Welatê 8 salî ku di çem de winda bû sê roj in nehatiye dîtin

    Welatê 8 salî ku di çem de winda bû sê roj in nehatiye dîtin

    ‘Divê kujerên Roboskiyê jî bên darizandin’

    ‘Divê kujerên Roboskiyê jî bên darizandin’

    Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê li dijî kuştina jinan rabûn

    Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê li dijî kuştina jinan rabûn

    Qurbaniyên Komkujiya 1ê Gulana 1977an hatin bibîranîn

    Qurbaniyên Komkujiya 1ê Gulana 1977an hatin bibîranîn

    Nedîm Orûç: Her çiqas karê me wekî sûc bibînin jî em ê rastiyê ragihînin

    Nedîm Orûç: Her çiqas karê me wekî sûc bibînin jî em ê rastiyê ragihînin

    Li Stenbolê serdegirtinên malan: Gelek kes hatin binçavkirin

    Li Stenbolê serdegirtinên malan: Gelek kes hatin binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Welatê 8 salî ku di çem de winda bû sê roj in nehatiye dîtin

    Welatê 8 salî ku di çem de winda bû sê roj in nehatiye dîtin

    ‘Divê kujerên Roboskiyê jî bên darizandin’

    ‘Divê kujerên Roboskiyê jî bên darizandin’

    Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê li dijî kuştina jinan rabûn

    Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê li dijî kuştina jinan rabûn

    Qurbaniyên Komkujiya 1ê Gulana 1977an hatin bibîranîn

    Qurbaniyên Komkujiya 1ê Gulana 1977an hatin bibîranîn

    Nedîm Orûç: Her çiqas karê me wekî sûc bibînin jî em ê rastiyê ragihînin

    Nedîm Orûç: Her çiqas karê me wekî sûc bibînin jî em ê rastiyê ragihînin

    Li Stenbolê serdegirtinên malan: Gelek kes hatin binçavkirin

    Li Stenbolê serdegirtinên malan: Gelek kes hatin binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Tulay Hatîmogullari: Desthilat ji bo pêvajoyê bi helwestek tirsonek radibe

Enqere / AW

28 NÎSAN 2026 - 13:57
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari diyar kir ku ji bo aştiyeke mayinde divê qanûn bên çêkirin û got: “Lê desthilat di rewşeke wisa de bi helwesteke tirsonek û pêvajoyê dereng dixîne radibe. Heke gav neyên avêtin, destê kesên li dijî pêvajoyê ne xurt dibe.”

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari li Meclîsê di komcivîna partiya xwe de axivî û bal kişand ser geşedanên di rojevê de ne.

Tulay Hatîmogullari di destpêka axaftina xwe de bertek nîşanî endam û rêveberên partiyên çepgir û rojnamegerên ku îro li Stenbolê hatin binçavkirin da û got: “Li dijî partiyên ku pêkhateyên me ne, operasyonên çewisandinê berdewam dikin. Em vê yekê qebûl nakin. Di vê pêvajoya ku em qala aştiyê dikin de operasyonên bi vî rengî nayên qebûlkirin û ne li gor ruhê vê pêvajoyê ne. Em li vir careke din dibêjin; 1ê Gulanê û daxwazên karker û bindestan nikarin bên astengkirin. Divê kesên hatine binçavkirin demildest bên berdan.”

Tulay Hatîmogullari bal kişand ser mitîngên li dijî talankirina xwezayê yên li Gimgim û Kanîreşê hatin lidarxistin û got: “Esra Işik a ku ji bo parastina xwezayê hatiye girtin divê demildest bê berdan. Em berxwedana gelê Gimgimê ya ji bo xwezaya wan silav dikin û dibêjin heta dawiya em li kêleka têkoşîna we ne.”

‘Karker ji bo mafên xwe li kolanan in’

Tulay Hatîmogullari diyar kir ku bi hezaran karker li ser kar ji ber xemsariya patronan jiyana xwe ji dest didin û ev yek anî ziman: “Patron û dewlet mafên jiyanî yên karkeran mîsoger nakin, ewlehiya wan pêk naynin û ji ber wê jî karker li ser kar jiyana xwe ji dest didin. Mirina karkeran ne hejmareke li ser îstatîstîkan e. Ev mirin ne qeza ne, cînayet bi xwe ne. Em ê li dijî kedxwariya li ser karkeran heta dawiyê li kêleka karkeran bin. Têkoşîna wan têkoşîna me ye. Karker li dijî zilm, xîzanî û mirinê ji bo daxwazên xwe li kolanan in. Karkerên madenê yên Dorukê ji bo heqdestê xwe di grava birçîbûnê de ne. Karker dibêjin heta ev hemû heqê xwe bi dest bixin dê têkoşîna xwe bidomînin. Karker ji bo mafê xwe di çalakiyê de ne. Tên binçavkirin, rastî êrişa û zextên polîsan tên. Divê ne karker, divê patronên ku heqê karkeran dixwin werin binçavkirin. Karker bertek nîşanî Yildiz Holdîngê didin ku heqê karkeran nade wan. Em jî bang li wan dikin ku demildest heqê karkeran bidin. Di 23yê Nîsanê de zarokên karkerên madenê li şûna biçin dibistanê hatin çalakiya greva birçîbûnê. Ji aliyê din ve jî gelek zarok di vê pergalê de bûne karker. Em jî li vir dibêjin; ne zarokên karkerên madenê û ne jî zarokên ku kirine karker, ne bi tenê ne. Em ê pergaleke ku wekhevî û azadiyê pêk tîne û zarok bikaribin lê bijîn bi hev re ava bikin.”

Tulay Hatîmogullari anî ziman ku ji ber krîza aboriyê ya li Tirkiyeyê berê sermayedar û desthilatê ketiye hev û wiha axivî: “Weke ku rojnameya Yenîşafakê Wezîrê Aboriyê Mehmet Şîmşek sûcdar dike lê em jî dibêjin hûn hemû hevkarê vê rewşê ne. Em ne li aliyên we ne em li aliyê karkeran in.”

‘Rêya Colemêrg û Wanê hê nehatiye vekirin’

Tulay Hatîmogullari bal kişand ser rêya di navbera Colemêrg û Wanê de ku di lehiyê de hilweşiya bû û 18 roj in girtî ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di vê sedsalê de têkiliya Colemêrgê bi dinyayê re hatiye qutkirin. Heke ew der bajarekî rojavayê Tirkiyeyê bûya dê demildest bihata çêkirin. Lê rayedarên dewletê bêdeng in. Welatiyên Colemêrgê ji bo nexweşxaneyê diçin Wanê. Lê ji ber ku ev rê nehatiyê çêkirin welatî nikarinê biçin nexweşxaneyê. Em rê nadin ku di xizmetên civakî de cihêkarî were kirin. Divê desthilat dev jî vê cihêkariyê berde û vê rêyê çêke. Em ji gelê xwe yê Colemêrgê re dibêjin; bi selametî be û çalakiya hêzên ked û demokrasiyê yên Wanê ku ji bo çêkirina rê li dar dixin jî silav dikin.”

‘Ji bo aştiyeke civakî bûyerên faîl nediyar ronî bikin’

Tulay Hatîmogullari destnîşan kir ku avakirina Lîjneyeke Ronîkirina Bûyerên Faîl Nediyar girîng e û wiha got: “Dosyeyên weke dosyeya Gulistan Doku, Rojîn Kabaîş, Rojwelat Kiymaz û gelek bûyerên bi vî rengî divê bên ronîkirin. Lê divê bi vê yekê re sînorkirî nemînin. Hemû kesên di bûyerên faîl nediyar de ku di salên 90î de hatin windakirin, dosyeyên weke ya Mehmet Sîncar, Hirant Dînk, Ugur Kaymaz, Ceylan Onkol û hemû bûyerên din bên ronîkirin û winda bên dîtin. Dayikên Aştiyê bi salane ji bo zarok û xizmên xwe yên bi awayekî faîl nediyar hatine qetilkirin di çalakiyê de ne. Çi dibe bila bibe divê ev yek bê ronîkirin. Dosyeya Gulistan Doku careke din şaştiya sepana qeyiman nîşan da. Qeyimê Dersimê niha ji ber bûyera qetilkirina Gulistan Doku tê darizandin. Her wiha qeyimê Xelfetiyê Şeref Albayrak hate girtin. Hinek din bê lêkolînkirin gelek bûyerên bi vî rengî dê derbikevin holê. Weke DEM Partî em dibêjin; Divê di bin banê Meclîsê de divê lêkolîn bê kirin û heqîqet derkeve holê. Divê komîsyona lîkolînê û heqîqetê hemû bûyerên faîl nediyar werin ronîkirin. Ji bo aştiyeke civakî bûyerên faîl nediyar ronî bikin. Bêdengî hevkariya sûc e. Em tu car nebûn hevkarê sûcên we û em ê nebin jî. Bila bûyerên faîl nediyar bên ronîkirin.”

‘Hê jî hûn li benda çi ne?’

Tulay Hatîmogullari bi lêv kir ku banga Aştî û Civaka Demokratîk rêyeke nû li ber Tirkiyeyê danî û vekir û wiha got: “Pêvajoyên pevçûnê û çareseriyê ku demeke dirêje dom dike, di vê pêvajoyê de PKKê di serî de xwefesix kir û pêvajoya şer bi dawî kir. Ji bo aştiyê hewcedarî bi gavên hiqûqî heye. Divê her tişt li ser zemînek hiqûqî pêk were. Lê desthilat di rewşeke wisa de bi helwesteke tirsonek û ku pêvajoyê bi derengî dixîne radibe. Heke gav neyên avêtin destê kesên li dijî pêvajoyê ne xurt dibe. Em ji desthilatê re dibêjin; hûn ew kesên aştiyê naxwazin nabînin ku çawa ji bo gav neavêtina we kêfxweş in û dibêjin pêvajo xitimî ye. Geşedanên li Rojhilata Navîn li holê ne. Di nav van geşedanan de aştî pêwistiyeke mezin e. Divê desthilat dev jî tespît û teyîtê berde û ji bo çêkirina qanûnan gav biavêje. Divê gav bên avêtin ku li vî welatî aştiyeke bi rûmet pêk were. Çi dibe bila bibe em ê bi civakê re aştiyê bi rêxistin bikin. Li vê erdnîgariyê teqez wê aştî bi ser bikeve. Ji bo me aştî ne mijara bazarê ye, mijara rumetê ye. Bi banga birêz Abdullah Ocalan re PKKê dev jî têkoşîna çekdarî berda û dixwaze tev li siyaseta demokratîk bibe. Gelo wê hê çi bikin? Bi salan gotin bila çek berdin û bila tev li siyastê bibin. Niha li benda çi ne? Çêkirina qanûnan dê bibe bingeha Komareke Demokratîk. Firseteke dîrokî li pêşiya me ye. Divê ev firsend neyê berhewakirin. Baweriya me bi aştiyeke bi rûmet heye. Em ê ji bo aştiyeke bi rûmet xebatên xwe bidomînin. Ji bo ev pêvajo bi awayekî serkêftî bigihîje encamê weke DEM Partiyê çi ji destê me tê em ê bikin. Em ê heta hetayê vî barî hildin ser milê xwe.”

Tulay Hatîmogullari di dawiya axaftina xwe de derbarê 1ê Gulana Cejna Karker û Kedkarên Cîhanê de karkerên hatibûn komcivîna DEM Partiyê silav kir û diyar kir ku ew ê daxwazên karkeran li parlamento û kolanan bînin ziman û got ku ew dê di 1ê Gulanê de li qadan daxwazên xwe bînin ziman.

Etîket: Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay HatîmogullariKomcivîna DEM Partiyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tulay Hatîmogullari: Aştî ji bo me ne taktîkek e lê stratejiya bingehîn e

Tulay Hatîmogullari: Aştî ji bo me ne taktîkek e lê stratejiya bingehîn e

26 NÎSAN 2026
Tulay Hatîmogullari serdana çalakiya karkerên madenê kir

Tulay Hatîmogullari serdana çalakiya karkerên madenê kir

23 NÎSAN 2026
Tulay Hatîmogullari: Pêvajo di qonaxeke krîtîk de ye divê qanûn bên çêkirin

Tulay Hatîmogullari: Pêvajo di qonaxeke krîtîk de ye divê qanûn bên çêkirin

22 NÎSAN 2026
Bakirhan: Em ne bêçare ne em ê vê rewşê biguherînin

Bakirhan: Em ne bêçare ne em ê vê rewşê biguherînin

21 NÎSAN 2026
Tulay Hatîmogullari: Divê gavên pêwîst demildest bên avetin

Tulay Hatîmogullari: Divê gavên pêwîst demildest bên avetin

11 NÎSAN 2026
Bakirhan: Hêza birêz Ocalan a aştiyê û çareseriyê heye

DEM Partî ji bo Rojava sibê komcivîna xwe li Nisêbînê li dar dixe

19 ÇILE 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Nedîm Orûç: Her çiqas karê me wekî sûc bibînin jî em ê rastiyê ragihînin

    Nedîm Orûç: Her çiqas karê me wekî sûc bibînin jî em ê rastiyê ragihînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Colemêrgê 18 roj in rê girtî ye, gel perîşan e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Rojava kedkarên sînemayê ji bo serdemek nû civiyan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Karkerê Veguherîna Bermahiyan: Bila pergal bizane ku em hene

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi berxwedana karkeran ber bi 1ê Gulanê ve

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Platforma Manîsayê: Em ê ji bo mafên xwe û aştiyê li qadan bin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tulay Hatîmogullari: Desthilat ji bo pêvajoyê bi helwestek tirsonek radibe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 28ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Stenbolê serdegirtinên malan: Gelek kes hatin binçavkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê li dijî kuştina jinan rabûn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (985)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne