Girtiyê nexweş û astengdar Niyazî Budak ku di Girtîgeha Tîpa T a Jimar 1 a Şakranê de dihat girtin, piştî 30 salan hat berdan.
Girtiyê 30 salan Niyazî Budak ku di Girtîgeha Tîpa T a Jimar 1 a Şakran a Îzmîrê de dihat girtin, hat berdan. Ji bilî malbata wî, rêveberên Komeleya Alîkarî û Piştgiriya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE-TUHAYDER) jî ji bo pêşwazîkirina Niyazî Budak çûn ber deriyê girtîgehê.
Niyazî Budak di sala 1996an de li Stenbolê dema li nexweşxaneyê dihat dermankirin hatibû binçavkirin. Ji aliyê Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) ya Îzmîrê ve bi îdiaya ‘Xerakirina yekitî û hevgirtina welat’ cezayê muebbetlê lê hatibû birîn. Niyazî Budak ê ku dema hatibû binçavkirin dihat dermankirin, platîn di çoka wî ya çepê de hebû û lingê wî kurt mabû. Tevî ku tiliyên lingê wî hatibû jêkirin jî, bi salan nehat berdan. Niyazî Budak di salên girtîgehê de bi gelek pirsgirêkên tenduristiyê yên wekî tansiyona bilind, şekir, rûnê kezebê û gurçikan re rû bi rû ma û carekê jî xwînberbûna mîdeyê derbas kir.
Niyazî Budak ê ku ewilî di Girtîgeha Metrisê de mabû, piştre bi dorê di girtîgehên Tîpa E ya Mûglayê, Tîpa E ya Manîsayê, Tîpa M ya Bergamayê, Tîpa F ya Bucayê, Tîpa M ya Midyadê û Tîpa T ya Kandirayê de ma û herî dawî anîbûn Şakran a ku jê hat berdan.













