* Endamê Desteya Serokatiya PYDê Aldar Xelîl anî ziman ku hikûmeta Şamê ji bilî dewletê tiştekî qebûl nake û got: “Hikûmeta Şamê entegrasyonê weke me nabîne. Dibêjin her tiştî teslîmî me bikin. Şam ne bi hişmendiyeke çareseriyê lê bi heşmendiyeke aloziyan kûrtir dike tevdigere.”
* Ercan Ensarî yê ku bi xwedîkirina heywanan ve mijûl e li ser sedemên xerabûna rewşa aboriyê axivî û got: “Heke demokrasî tune be aborî jî nabe. Li Tirkiyeyê demokrasî nîn e, hiqûq nîn e û îro zilm li ser cotkaran, sewalkaran û her kesî heye. Lewma aborî jî nebaş e.”
* Nûnerên DÎSK Genel Îşê ya Sêrtê Adnan Toprak û Meryem Erbek ji bo mitînga 1ê Gulanê Cejna Karkeran û Kedkaran banga tevlibûnê li hemû karker û kedkaran kir.
* Dê bi dirûşma “Em bi vîna jinê komunan, bi rêveberiyên xwecihî civaka azad ava dikin” konferansa jinan a rêveberiyên xwecihî ya demokratîk a bajêr dê li Eywana Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bê lidarxistin. (09:00)
* DÎSK, KESK, TMMOB û TTB dê li navçeya Beyogluyê ji bo kesên di çalakiyên 1ê Gulanê de hatine kuştin bernameya bîranîne li dar bixe. (12:00)
* Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê dê bi boneya 1ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran a Cîhanê li zanîngehê çalakiya “Kursiya Azad” li dar bixin. (12:00)
* 11emîn Mihrîcana Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê dê bi dirûşma “Diyalog ji bo aştiyê” tê lidarxistin, dê di roja 7emîn de berdewam bike. (13:30-20:30)












