* Yek ji armanc û daxwaza 1ê Gulanê ew e ku cînayetên karkeran bê rawestandin. Li Tirkiyeyê berevajî cînayetên karkeran, her meh hejmarek karker di cînayetên li cihê kar de dimirin. Di 3 mehên ewil ên salê de herî kêm 432 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dan.
* Şanoger û beşdarên ku ji derveyî welat tev li li Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê bûne festîval nirxandin û destnîşan kirin ku ew hewl didin pêvajoya diyalogê ya di navbera mirov û çandên cihêreng de veguherînin û diyar kirin ku şano dikare bibe hilgirê sereke ya peyama aştiyê.
* Rojnamevan Dogan Cîhan derbarê pêvajoya entegrasyona di navbera HSDê û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de axivî û diyar kir ku pêvajo giran dimeşe û got: “Giraniya Tirkiyeyê hem li ser desthilata Sûriyeyê û hem jî di qada leşkerî de heye. Ji ber vê yekê , Tirkiye li gorî xwe dihêle ku desthilatdariya Şamê gavan biavêje an neavêje.”
* Weqfa Mezopotamyayê xebatên xwe yên kovara folklorê, bi armanca derbaskirina sînoran û parastina çavkaniyên devkî veguherand qada dîjîtal. Nivîskar û rêveberê Weqfa Mezopotamyayê Bahoz Baran, folklorê weke ‘Bîra Kurdan’ pênase kir û bang li dezgehan kir ku ji bo berhevkariya çanda devkî demildest dest bi xebatên pergalî bikin.
* Colemêrg bi av û kaniyên xwe tê naskirin lê nêzî du mehan e krîza avê heye. Welatî ji ber ava şêlî û pîs mecbûr dimînin ava vexwarinê bi pereyan bikirin û diyar dikin ku ev rewş tenduristiya wan dixe xeteriyê.
* Bi dirûşma “Em bi vîna jinan komunan, bi rêveberiyên xwecihî civaka azad ava dikin” konferansa rêveberiyên xwecihî ya demokratîk a giştî dê li Eywana Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bê lidarxistin. (09:00)
* 11emîn Mihrîcana Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê, ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve bi dirûşma “Ji bo aştiyê diyalog” tê lidarxistin, dê di roja 9emîn de berdewam bike. (13:30-20:30)












