Cezayê hepsê yê li Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş hatiye birîn, li navend û navçeyên Colemêrgê hat protestokirin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ev biryarek siyasî û komployê ye û dê ev cezakirin neyê qebûlkirin.
Rêxistinên DEM Partiyê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) ên Colemêrgê bi daxuyaniyekê cezayê hepsê yê li Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş hate birîn, protesto kirin. Duh danişîna biryarê ya Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş li 1emîn Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê hatibû lidarxistin û şandeya dadgehê 19 sal û 6 meh cezayê hepsê li Akiş birîbû. Li dijî vê cezakirinê hêrs û nerazîbûna DEM Partiyê û gel heye. Girseya ku li ber avahiya DEM Partiyê ya Bajêr a Colemêrgê kom bû, ceza weke derhiqûqî pênase kir û soza berdewamiya têkoşînê da.
Di 3yê Hezîrana 2024an de li ser fermana Wezareta Karên Navxwe qeyim tayînî şûna Akiş hatibû kirin.
“Ev kumpasa siyasî ye’
Hevşaredara Colemêrgê Viyan Tekçe ya qeyim tayînî şûna wê hatiye kirin di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku cezayê li Akiş hatiye birîn kumpas e û wiha got: “Em ê li cem hevşaredarê xwe û hemû rêhevalên xwe yên ku bi awayekî derhiqûqî hatine cezakirin bisekinin. Em ê têkoşîna xwe ya li dijî vê kumpasa siyasî, hişmendiya qeyim û sepanên derveyî hiqûqê mezin bikin. Heta ku demokrasî, hiqûq û edalet cihê xwe bibîne, heta vîna gel azad bibe û ev bêhiqûqî bi dawî bibe, em ê berxwedana xwe bidomînin. Lewre ev têkoşîn ne tenê ya kesan e; têkoşîna rûmet, pêşeroj û mafê jiyana demokratîk a gelê me ye.”
Cezakirna Akiş li Gever û Şemzînanê jî hat protestokirin
Di daxuyaniya li ber avahiya DEM Partiyê ya Geverê de jî Endamê Meclîsa Şaredariya Geverê Delîl Yaşar axivî û got: “Cezayê 19 sal û 6 mehî ne tenê li kesekî, li mafê hilbijartinê yê gel hatiye birîn. Ev biryar êrişek e li ser nirxên demokratîk û vîna civakî.”
Rêxistina DEM Partiyê ya Şemzînanê jî li ber avahiya xwe daxuyaniyek da. Rêveberê DEM Partiyê yê navçeyê Naîf Erozoglû li vir axivî û diyar kir ku ew vê cezakirinê qebûl nakin.








