Şaxa Sendîkaya Karkeran a Duhokê ragihand ku di nava 17 mehan de li Duhokê 12 karker jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 50 karker jî birîndar bûne.
Serokê Şaxa Sendîkaya Karekeran a Duhokê Welat Ozmanî bi boneya 1ê Gulanê Roja Karkeran a Cîhanê daxuyaniyek da çapemeniyê. Welat Ozmanî ragihand ku di nava 17 mehên borî de li sînorê Duhokê 12 karker jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 50 karker jî birîndar bûne.
Di dewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ji ber rewşa niha biryar hatiye girtin ku wê ti çalakî neyên kirin.













