Li madeneke komirê ya li eyaleta Şanşî ya Çînê, ji ber teqîna gazê herî kêm 82 karkeran jiyana xwe ji dest dan û 128 kes birîndar bûn. Rayedaran ragihand ku ji ber îhmala ewlehiyê, lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Li eyaleta Şanşî ya Çinê ji ber teqîna gazê ya li madena komirê Liuşenyuyê herî kêm 82 karkeran jiyana xwe ji dest dan û 128 kes jî birîndar bûn.
Hat diyarkirin ku di dema teqîna şeva înê de, bi giştî 247 karker di bin erdê de bûne û 128 kesên birîndar bûn jî rakirin nexweşxaneyê. Xebatên lêgerînê yên ji bo karkerên madenê, didomin.
Rayedaran bi daxuyaniyek ragihandin ku li dijî şîrketa madenê Tongzhu lêpirsîn hatiye destpêkirin û diyar kirin ku kombûna gaza bi jehr a nava madenê jî di nav de gelek ‘binpêkirinên ewlehiyê’ hatine tespîtkirin.
Her wiha karkerekî ku bi rengekî birîndar rizgar bû, destnîşan kir ku beriya teqînê bêhneke mîna kukurtê hîs kiriye û piştre her der bûye duman.
Ev karesat li Çînê weke qezaya madenê ya herî kujer a ji sala 2009an û vir ve, hate qeydkirin.
Di meha Sibatê ya sala 2023yan de, li Moxolîstana Hundir (Bakur) ji ber hilweşîna madeneke komirê 53 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Di madenên komirê yên li Çînê de, zêdeyî 1,5 milyon kes dixebitin.













