* Girtiyê siyasî Înan Akin li Girtîgeha Sîncanê ya Enqereyê tê ragirtin. Birayê Înan Akin, Şefîk Akin diyar kir ku dewlet dixwaze ku bi girtiyan re malbatên wan jî ceza bike û da zanîn ku ji ber rewşa aboriyê 16 meh in nekariye biçe hevdîtina birayê xwe.”
* Serokê Federasyona Astengdaran û Endamê Komîteya amedekar a Meşa Rûmetê Abdulmecît Yilmaz ji bo meşê banga tevlibûnê kir û diyar kir ku armanca wan a ew e ku bi vê meşê dengê xwe bigihînin hemû Tirkiye û cîhanê.
* Hunermend Kasim Taşdogan qala strana xwe ya nû “Destana Serhedê” kir, bal kişand ser binpêkirina mafên telîfê û rojeva muzîka Kurdî nirxand û got: “Divê em pêşî li nava mala xwe binêrin”
* Kedkarên ku bi boneya 1ê Gulanê li Qada Îstasyonê ya Amedê kom bûn, diyar kirin ku li dijî neheqî û pergala kapîtalîst tenê rêyek heye; ew jî yekitî û têkoşîna hevpar e.
* Li Amedê bi hezaran kedkar û welatiyên ku ji bo 1ê Gulanê herikîn Qada Îstasyonê, daxwaz kirin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin û mafên kedkaran werin parastin.
* Saziyên Zimanê Kurdî û Platforma Saziyên Demokratîk a Amedê dê bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî bi dirûşma “Statuya Kurdî, Perwerdehiya bi Kurdî” li Parka Ekîn Cerenê ya li navçeya Peyasê ya Amedê deklarasyonekê parve bikin. (11:00)
* Şaxên ÎHDê yên Amed, Êlih, Colemêrgê û Xizmên Windayan dê çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin” ku her hefte li dar dixin, bidomînin. (12:00)
* Çalakiya Dayikên Şemiyê dê di hefteya 1101an de li Qada Galatasarayê berdewan bike. (12:00)
* Çalakiya Rûniştina Fyê ya ÎHDa Stenbolê ya ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş dê di hefteya 735an de li pêşiya avahiya ÎHDê ya Beyogluyê berdewam bike. (13:30)
* Şaxa ÎHDê ya Îzmirê bi armanca balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, çalakiya ku du hefteyan carekê li dar dixe dê li pêşiya Sumerbanka Kevn a Konakê berdewam bike. (13:00)
* Platforma Kovara Bizotê dê bi helbestvan û nivîskar Lal Laleş re li avahiya Federasyona Çandê ya Agirî ya Egeyê bi navê “Nêrînek li helbesta bindestan” panelekê li dar bixe. (14:00)
* Di hefteya dawî ya Lîga 1emîn a Trrendyolê de dê Amedspor li deplasmanê bi Igdirsorê re ji bo şampiyoniyê bilîze. (16:00)
* Jin Bi Hev Re Bi Hêz in li dijî kuştina jinan dê ji Tunela Şîşhaneyê heta Emînonuyê meşekê li dar bixe. (17:00)
* 11emîn Mihrîcana Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê, ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve bi dirûşma “Diyalog Ji bo Aştiyê” tê lidarxistin, dê di roja 11emîn de bi dawî bibe. (15:30-20:30)
Kirmanckî
* Qezaya Amedî ya Pîran de Mektebo Mîyanên ê Fatîhî de xebatkarê pakîye Bekîr Akbaba wendekarêka 13 serra 2 serrî îstîsmar kerda. Na mesele ser o pîyê kêneke bal ant polîtîkayanê bêcezaverdayîşî yê dewlete ser o û vat: “Nê kesî wexto ke kênaya mi îstîsmar kerda, aye tehdît kerda û tira vato peyê mi de AKP est o, ti çewî ra çîyêk vaja ez to zî keyeyê to zî bikişî.”













