• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
28 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mitînga Wanê ya bi heybet bi dawî bû

    Mitînga Wanê ya bi heybet bi dawî bû

    Li Stenbolê êrişa polîsan: 2 ciwan birîndar bûn û 6 ciwan hatin binçavkirin

    Li Stenbolê êrişa polîsan: 2 ciwan birîndar bûn û 6 ciwan hatin binçavkirin

    Ciwanan ji bo “Mitînga Azadiyê” banga tevlibûnê kir

    Ciwanan ji bo “Mitînga Azadiyê” banga tevlibûnê kir

    Li Esenlerê bangawaziya Mitînga Azadiyê

    Li Esenlerê bangawaziya Mitînga Azadiyê

    Tulay Hatîmogullari: Ev pêvajo divê bi aştiyê tacîdar bibe  Çetîn Arkaş: Em dixwazin ku Rêber Apo demildest bê berdan

    Tulay Hatîmogullari: Ev pêvajo divê bi aştiyê tacîdar bibe
    Çetîn Arkaş: Em dixwazin ku Rêber Apo demildest bê berdan

    Sebahat Tuncel: Wê deriyên Îmraliyê gel veke, ne dewletKeskîn Bayindir: Em ê dawiya dawî bigihêjin statu û mafê xwe

    Sebahat Tuncel: Wê deriyên Îmraliyê gel veke, ne dewlet
    Keskîn Bayindir: Em ê dawiya dawî bigihêjin statu û mafê xwe

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mitînga Wanê ya bi heybet bi dawî bû

    Mitînga Wanê ya bi heybet bi dawî bû

    Li Stenbolê êrişa polîsan: 2 ciwan birîndar bûn û 6 ciwan hatin binçavkirin

    Li Stenbolê êrişa polîsan: 2 ciwan birîndar bûn û 6 ciwan hatin binçavkirin

    Ciwanan ji bo “Mitînga Azadiyê” banga tevlibûnê kir

    Ciwanan ji bo “Mitînga Azadiyê” banga tevlibûnê kir

    Li Esenlerê bangawaziya Mitînga Azadiyê

    Li Esenlerê bangawaziya Mitînga Azadiyê

    Tulay Hatîmogullari: Ev pêvajo divê bi aştiyê tacîdar bibe  Çetîn Arkaş: Em dixwazin ku Rêber Apo demildest bê berdan

    Tulay Hatîmogullari: Ev pêvajo divê bi aştiyê tacîdar bibe
    Çetîn Arkaş: Em dixwazin ku Rêber Apo demildest bê berdan

    Sebahat Tuncel: Wê deriyên Îmraliyê gel veke, ne dewletKeskîn Bayindir: Em ê dawiya dawî bigihêjin statu û mafê xwe

    Sebahat Tuncel: Wê deriyên Îmraliyê gel veke, ne dewlet
    Keskîn Bayindir: Em ê dawiya dawî bigihêjin statu û mafê xwe

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Abdulmecît Yilmaz: Em dixwazin dengê astengdaran bigihînin cîhanê

2 GULAN 2026 - 08:42
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Serokê Federasyona Astengdaran û Endamê Komîteya amedekar a Meşa Rûmetê Abdulmecît Yilmaz ji bo meşê banga tevlibûnê kir û diyar kir ku armanca wan a ew e ku bi vê meşê dengê xwe bigihînin hemû Tirkiye û cîhanê.

Komîteya Amedekar a Komîsyona Astengdaran a DEM Partiyê di 29ê Nîsanê de bi daxuyaniyekî ragihand ku dê di 3yê Gulanê de “Meşa Rûmetê ya Astengdaran” li dar bixin. Meş dê di 3yê Gulanê roja Yekşemê de, saet di 12.00an de li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dest pê bike û heta Parka Sumerê berdewam bike. Serokê Federasyona Astengdaran û Endamê Komîteya Amadekar a Meşa Rûmetê Abulmecît Yilmaz têkîldarî pirsgirêkên ku astengdar dijîn û meşa 3yê Gulanê ji Ajansa Welat(AW) re axivî.

Abdulmecît Yilmaz da zanîn ku ji pirsgirêkên civak dijî zêdetîr pirsgirêkan dijîn û got: “Ji bo me meseleya astengdariyê jî heye, giraniya pirsgirêkan hîn zêdetir dibe. Yanî em dikarin bêjin, mînak îstîhdam pirsgirêke. Xwe gihandina tiştan zehmete ji bo me. Mafê me yê perwerdehiyê di bin xetereyê de ye û pirsgirêkên mezin li pêşiya kesên xwendekar derdikevin pêş. Her wiha li welatekî ku bi temamî budceya wî welatî ji sedî 1,26 ji bo astengdaran be, hûn dikarin çi bikin? Mesele li Tirkiyeyê budceya ku ji bo astengdaran ji hemû budceya giştî ya Tirkiyeyê hatiye veqetandin ji sedî 1,26 e, yanî ji sedî 2 jî nîn e. Dema mirov vê tabloyê mêze dike nêzîkatiyê li hember astengdaran jî dibîne. Dema em vê yekê dibêjin tenê dewletê rexne nakin, hemû beşên dewletê di nav vî tiştî de ne. Ji rêveberiyên herêmî bigire heta saziyên dewletê yên din ev tişt wisa ye. Mixabin ji aliyê meseleya astengdaran ve ewqas ne xwedî hişmendiyekê ne. Jixwe di civakê de gelek pirsgirêkên me jî hevpar in. Dema em qala van tiştan dikin xwe cuda nakin.”

‘Divê astengdar ji qeyrana aborî bên parastin’

Abdulmecît Yilmaz bi bîr xist ku li Tirkiyeyê qeyraneke aboriyê heye û wiha domand: “Em dixwazin kesên astengdar ji van rewşên qeyranê werin parastin. Ji ber qeyrana aborî hemû civak pirsgirêkan dikişîne. Şerê di nava dewletan de dibe sedem ku qeyrana aborî derbikeve û berdêla şer jî civak dide. Ji ber vê yekê jî em êdî li vî welatî de şer naxwazin. Divê aştî demildest bê vî welatî. Ji bo ku aştî bi ser bikeve, ji bo ku careke din li vî welatî şer çênebe, ji bo ku careke din bi riya şer nebe astengdar, divê di serî de dewlet gava herî pêwîst biavêje û her du alî jî ji bo pêvajoya çareseriyê û pirsgirêka Kurdan hesas tevbigerin.”

‘Ji bo binpêkirina mafên xwe em ê bimeşin’

Abdulmecît Yilmaz bal kişand ser meşa ku dê di 3yê Gulanê de bê lidarxistin û wiha pê de çû: “Di vê meşê de armanca me ya yekem ew e ku em dengê xwe bigihînin hemû Tirkiyeyê û cîhanê. Çima? Êrişên li ser civaka astengdaran bi rastî jî êdî hatiye asteke wisa ku meseleya ‘Rûmetê’ ye. Jixwe me navê meşa em ê li dar bixin jî kiriye ‘Meşa Rûmetê’ gelek caran mafên me yên astengdaran tên binpêkirin û astengkirin. Em nikarin mafê xwe yê gelek tiştan li vî welatî bi dest bixin. Mixabin civak jî di vê meseleya astengdariya me de ne xwedî hişmendiyekê ye ku em bikarin vê meseleyê bimeşînin an wan fêm bikin. Me jî ji ber wê got, em ê ji îsal pê ve heta hêza me hebe, heta em bikarin, em ê ji bo kesên astengdar her sal roja yekşemê ya hefteya ewil a Gulanê ‘Meşa Rûmetê’ pêk bînin.”

Banga meşa 3yê Gulanê

Abdulmecît Yilmaz xwest ku mafên wan ên bingehîn bên naskirin û ji bo meşa 3yê Gulanê wiha bang kir: “Bila astengiyên pêşiya mafên me rabin. Di vî welatî de gelek astengdar hene. Kesên xwendekar ên astengdar dixwazin mafê xwe bi kar bînin, gelek astengiyan dikişînin, gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimînin. Em bang li gelê xwe û kesên ku vê peyamê bibihîzin dikin roja yekşemê saet di 12:00an de ji ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê heya Parka Sûmerê em ê bimeşin. Em ê li wir forûmekê li dar bixin. Di vê forûmê de kesên peywendîdar, hevalên me, serokên komelên me, dê bixavin. Werin hêzê bidin me û meşa me.”

Etîket: Komîsyona Astengdaran a DEM PartiyêKomîteya Amadekar a Komîsyona Astengdaran a DEM PartiyêMeşa Rûmetê ya Astengdaran
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Komîsyona Astengdaran a DEM Partiyê ji bo ‘Meşa Rûmetê’ bang kir

Komîsyona Astengdaran a DEM Partiyê ji bo ‘Meşa Rûmetê’ bang kir

29 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Konferansa Zimanê Kurdî dest pê kir: Divê her kesên ji xwe re dibêjin welatparêz bi Kurdî biaxivin

    Konferansa Zimanê Kurdî dest pê kir: Divê her kesên ji xwe re dibêjin welatparêz bi Kurdî biaxivin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cenazeyê rojnameger Bayram Balci hate veşartin: Em ê xwedî li têkoşîna te derkevin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mitîngên Azadiyê li Wan û Mêrsînê bi coşek mezin destpê kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Werin em tev li mitînga azadiya Serokatî û girtiyên azadiyê bibin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Êlihê dîmenên nû yên îşkenceyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa ziman didome: Divê zimanê me bi qanûnan were mîsogerkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 27ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa Zimanê Kurdî bi niqaş û axaftinan didome

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ciwanan ji bo “Mitînga Azadiyê” banga tevlibûnê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Xizmên Windayan: Parastina kujeran hevkariya sûc e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (756)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne