Di pîrozbahiya 1ê Gulanê a Stenbolê de 2 jê zarok 5 kes hatibûn binçavkirin, kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan. Hat zanîn ku li qereqolê ev her du zarok bi îşkenceya polîsan re rû bi rû man.
Duh li Qada Îskeleya Kadikoyê ya Stenbolê 1ê Gulanê hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin. Polîsan bi hinceta wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine vekirin êrişî ciwanan kiribû û 2 jê zarok 5 kes hatibûn binçavkirin.
Kesek piştî binçavkirinê rasterast hate berdan, 2 kes piştî îfadeyên li qerekolê hatin berdan. Hat zanîn ku her du zarokên hatibûn binçavkirin jî li Qerekola Polîsan a Rihtimê ya Kadikoyê bi îşkenceya polîsan re rû bi mane. Li gorî agahiyên ku zarokan dane, polîsan ew bi erdê re kaşkirine û bi pehînan li wan dane. Piştî îşkence li zarokan hate kirin, hatin berdan.
Hat zanîn ku dê her du zarok paşê biçin dozgeriyê û îfadeya wan bê wergirtin.













