* Berdevka Ragihandinê ya PJAKê Gelawêj Ewrînê diyar kir ku şer êdî ne tenê di navbera Îran, Îsraîl û Amerîkayê de ye û wiha got: “Şer bûye şerekî herêmî û dê encamên demkurt û demdirêj yen vî şerî dê hebin. Dibe ku li herêmê statuya hinek netewe-dewletan biguhere.”
* Amedsporê piştî maça xwe ya duh bi Igdirsporê re lîstiye çû Super Lîgê. Alîgirên Amedsporê yên piştî vê yekê li seranserê bajêr pîrozbahî li dar xistine gotin: “Em bi berxwedan û sebrê hatin vê encamê.”
* Meclisa Civanan a DEM Partiyê dê tekildarî geşedanên di rojevê de li navenda giştî ya partiyê daxuyaniyê bidin. (11:00)
* Federasyona Astengdaran ji bo şertên jiyaneke birûmet û mafên astengdaran dê ji avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê heta Parka Sumerê ya navçeya Yenîşehîrê ya Amedê meşekê li dar bixin û daxuyaniyê bidin. (12:00)
* 2yemîn Hevdîtina Jin, Ked û Çand-Hunerê ya Amedê dê di roja 2yemîn de li Qada Şêx Seîd a navçeya Yenîşehîrê bidome. (12:00-19:00)
* DEM Partî dê di yekemîn salvegera mirina wî de Sirri Sureyya Onder li Goristana Zîncîrlîkûyûyê bi bî bîne. (13:00)
* Navenda Çanda Anatoliyayê dê di yekemîn salvegera wefata wî de Sirri Suriyya Onder li avahiyê xwe yê li navçeya Çankayayê ya Enqereyê bi bîr bîne. (18:00)












