Komeleya Hawirdor a Dêrsîmê bi boneya 89an salvegera Terteleya Dêrsîmê daxuyanî da û got: “Terteleya Dêrsîmê li dijî mirovahiyê pêk hatiye. 4ê Gulanê ji bo Dêrsîmiyan roja reş e.”
Komeleya Hawirdor a Dêrsîmê bi boneya 89emîn salvegera Terteleya Dêrsîmê, li Îskeleya Kadikoyê ya Stenbolê daxuyanî da. Hevberdevka HDKê Meral Daniş Beştaş, DEM Partî, komele, saziyên civakî û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Pankarta “Ma, Qi thaba xo virra nêkerd ma, qi thaba ef nêkerd” hate vekirin. Bername ji bo qurbaniyên Dêrsîmê bi rêzgirtinê dest pê kir.
‘Zihniyeta Kemalîst-Îttîhatî sûcdar in’
Daxuyanî ji aliyê rêveberê Navenda Lêkolînê ya Dêrsîmê Alîşan Onlu ve hate xwendin. Alîşan Onlu diyar kir ku 4ê Gulanê ji bo Dêrsîmiyan roja reş e û got: “Bi ‘Tevgera Tenkilê a Tunceliyê’ biryara komkujiya komî hate dayîn û paşê Dêrsîm hate bomberankirin. Bi sedema bombebaranê hezaran kes hate kuştin. Hezaran Dêrsîmî hate koçberkirin, zarok wekî xenîmet hate revandin. Zihniyeta Kemalîst-Îttîhatî sûcdar in. Ji bo Dêrsîmiyan 4ê Gulanê roja reş e. Cîhana modern çavê xwe girt, kes dengê me ne bîhist. Bêçare em ketin rê û em hatin kuştin. Di av û çemên me de çend rojan xwîn herîkîn. Çand û zimanê me rastî polîtîkayên bişaftinê ma. Em bang serdema hemdem dikin ku dibê ji pêşeroja xwe re hevrê were.”
‘Bila arşîv werin vekirin, navê Dêrsîmê lê vegerînin’
Alîşan Onlu anî ziman ku tevahî welatên cîhanê bi sûcên xwe re hevrû hatin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em ji bo tiştên ku salên 1937 û 1938an qewimîne lêborînê dixwazin. Ji bo ewqas êşan lêborînek ne zêde ye. Tevahî ev tişt dê bi aştiya civakî û xwişk-biratiyê pêk werin. Bi wesileya 4ê Gulanê Roza Şiyayê di şexsê Seyîd Riza, Elîşer û Zarîfe di hizûrê wan de tevahî windayên xwe bi bîr tînin. Daxwaza xwe ya heq, dad û hevrûbûnê dîsa tînin ziman. Bila arşîv werin vekirin, navê Dêrsîmê lê vegerînin. Cihê gorên Seyîd Riza û hevalên wî werin aşkere kirin.“
‘Terteleya Dêrsîmê li dijî mirovahiyê pêk hatiye’
Paşê Meral Daniş Beştaş axivî û diyar kir ku Terteleya Dêrsîmê tu carî nayê jibîrkirin û got: “Em çi bibêjin wateya Terteleya Dêrsîmê naynê ziman. Dêrsîm ne tenê komkujiya li erdnigariya Kurdistanê pêk hatiye. Dêrsîm yek ji wan e, hezaran kes bi awayekî hovane hatin kuştin. Terteleya Dêrsîmê li dijî mirovahiyê pêk hatiye. Divê heqîqet were derxistin holê. Lêborîn daxwaza Dêrsîmiyan e, ev daxwaza me ye jî.”
Piştî axaftinan kilam hat gotin, loqme hat belavkirin. Di dawiyê de jî ji bo qurbaniyên Dêrsîmê qurnefîl avêtin deryayê.














