Li Stenbolê pêşangeha a bi navê “Qewmê Rojê” hate vekirin, wênesaz Hasan Kesler diyar kir ku Êzidî li her derê êş kişandin û got: “Ji bona wê êşa Êzidiyan bandoreke mezin li ser min kir.”
Li Stenbolê pêşangeha “Qewmê Rojê” ya ku ji aliyê Hasan Kesler ve hatibû amedekirin hate lidarxistin. Pêşangeh li avahiya Weqfa Îsmaîl Beşîkçî hate lidarxistin. Wênesaz Hasan Kesler, hunermend û gelek kes tev li pêşangehê bûn.
‘Êşa Êzidiyan banodreke mezin li ser min kir’
Pêşangeh bi axaftina Hasan Kesler dest pê kir. Hasan Kesler diyar kir ku ew xebat li ser êşên Êzidiyan hatiye amedekirin û got: “Yekemîn me li Amedê pêşangeh vekir. Îro jî li Stenbolê hat vekirin. Ezidî li her derê êş kişandin, êşa Êzidiyan bandoreke mezin li ser min kir.”
Pêşangeh bi serdanan bi dawî bû.













