Rêxistina DEM Partiyê ya navçeya Kartalê ya Stenbolê li dijî darvekirinên li Îranê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Îranê bi salan e sedan ciwanên Kurd bi darve kiriye û gotin: “Êdî bes e.”
Çalkiyên li dijî darvekirinên dewleta Îranê bênavber didomin. Rêxistina DEM Partiyê ya navçeya Kartalê ya Stenbolê bi dirûşmeya “ji pergala darvekirinê re êdî besa e” li Qada Neyzen Tevfîkê daxuyanî da. Endam û rêveberên DEM Partiyê yên navçeyên Stenbolê û gelek welatî tev li daxuyaniyê bûn. Girse dirûşmeya “Jin jiyan azadî” berz kir.
Daxuyanî ji aliyê rêveberê rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê Mehmet Bûlûr ve hate xwendin. Mehmet Bûlûr diyar kir ku zêdetirî du meh in di navbera Amerîka, Îsraîl û Îranê de şerekî dijwar heye û got: “Ev şerê ku îro pêk tê ji bo berjewendiya her 3 dewletan pêk tê. Her çiqas îro şer hatibe rawestandin jî nayê zanîn ku rojên pêş de çi biqewime. Dewleta Îranê bi salan e sedan ciwanên Kurd bi darve kiriye. Roj bi roj jî êrîşên Îranê li ser Kurd û gelên din zêdetir dibe. Em bang cîhanê dikin û dibêjin ‘êdî bes e.’ Herî dawî ciwanê Kurd Neser Bekirzade hatin darvekirin. Bekirzade beriya ku were darvekirin nameyeke şandibû û xwestibû dengê xwe bigihîne mirovatiyê lê dengê wî nehat bihîstin. Neser di Girtîgeha Ûrmiyeyê bang kiribû û gotibû: Sûcê min ê herî mezin Kurdbûna min e. Alikariya min bikin ji ber ku ez ne yê ewil im, ne jî yê dawî me. Bimire pergala kujer a komara Îranê. Heta em saxbin wê dengê Bekirzadeyan û hemû qurbaniyên pergala sêdarê nayê ji bîrkirin.”
Piştî daxuyaniyê çalakî bi dawî bû.














