Stenbol – Çêkera naverokan Rojda Aksoy a piştî 36 saliya xwe dest bi hînbûna Kurdî kiriye got: “Min fêm kir ku her roj kesên Kurdî diaxivin kêm dibin. Li ser vê mijarê min dîmenek parvekir. Dema piştre rastî şîroveyên nijadperest hatim û min ji xwe re got ‘divê wekî bersivê wan ez Kurdî hîn bibim.’ Destpêka min a hînbûna Kurdî jî bersivek bû. Divê gelê Kurd zimanê xwe hîn bibin û biaxive.”
Di 15ê Gulana 1932an de, bi pêşengiya rewşenbîr û zimannasê Kurd, Celadet Elî Bedirxan û hevalên wî, Kovara Hawarê li Şamê bi tîpên Latînî hat çapkirin. 15ê Gulanê di sala 2006an de wekî “Roja Cejna Zimanê Kurdî” hat ragihandin û gelê Kurd jî ji sala 2006an û vir ve her sal 15ê Gulanê weke “Cejna Zimanê Kurdî” pîroz dike.
Çêkera naverokan Rojda Aksoy a di 36 saliye de 8 mehan li Komeleya Lêkolînên Kurdî ya Stenbolê di qûrsa Kirmancî de perwerde dît. Rojda ev serpêhatiya xwe ya hînbûna zimanê Kurdî li ser medyaya dîjîtal parve dike. Rojda Aksoy sedema hînbûna xwe ya Kurdî ji ajansa me re parve kir.
‘Ev 8 meh in Kurdî hîn dibim’
Rojda Aksoy diyar kir ku ew piştî 36 saliya xwe dest bi hînbûna Kurdî kiriye û wiha axivî: “Ez ji Licê me û heta 12 saliya xwe min dikarî Kirmanckî biaxivim. Ev pergal li ser bişaftinê ava bûye. Paşê di kuçe û malan de ez Tirkî axivîm û bi vî awayî min zimanê zikmakî ji bîr kir. Ev 8 meh in ez Kurdî hîn dibim. Berê jî min xwest Kurdî hîn bibim lê derfet çênedibûn. Îro ez Kirmancî hîn dibim lê paşê ez ê Kirmanckî jî hîn bibim. Her dem min dixwest û difikiriyam ku zimanê xwe hîn bibim. Bi rastî di serî de ez ji xwe nebawer bûm. Min digot ‘êdî ez ne zarok im û ez ê çawa hîn bibim?”
‘Destpêka min a hînbûna Kurdî jî bersiveke bû’
Rojda Aksoy anî ziman ku ew ji li ser medya dîjîtal parve bike naverokan amade dike û got: “Rojekî min li ser hînbûna Kurdî tiştekî dît. Min fêm kir ku her roj kesên Kurdî diaxivin kêm dibin. Li ser vê mijarê min vîdeoyek parvekir û rastî şîroveyên nijadperestî hatim. Dema ku min wan şîroveyên nijadperestan dîtin min ji xwe re got ‘divê wekî bersivê wan ez Kurdî hîn bibim.’ Destpêka min a hînbûna Kurdî jî bersiveke bû.”
‘Piştî ez Kurdî hîn bûm çîroka min jî guherî’
Di berdewamiya axaftina xwe de Rojda Aksoy destnîşan kir ku piştî ku ew biryar daye ku Kurdî hîn bibe di jiyana wê de gelek tişt hatine guherandin û ev tişt got: “Ne tenê axaftina min hat guherandin. Zarokatî û malbata min hat hişê min, li Amedê jiyana me çawa bû, çima me koçî Enqerêyê kir? Li ser van ez fikîrîm û min gelek sedem dîtin. Piştî ez Kurdî hîn bûm çîroka min jî guherî. Ez vîdeoyên xwe li ser Tîktok û Înstagramê parve dikim. Ciwanên Kurd gelek şîroveyên baş dikin, peyaman dişînin û dibêjin ‘çîroka te çîroka me ye û piştî min te dît ez jî êdî Kurdî hîn dibim.’ Ev bertek ji bo min gelek girîng e. Bi hêza ku min ji wan girtiye, berdewam dikim.”
‘Divê gelê Kurd zimanê xwe hîn bibe û biaxive’
Rojda Aksoy bi lev kir ew dixwaze axaftina xwe ya Kurdî hê baştir bike û wiha derbirî: “Ez dixwazim li ser medyaya dîjîtal xebatan bikim. Podcastên Kurdî û vîdeoyên Kurdî çêbikim. Tevahî xebatan ez ê Kurdî bikim. Îro li ser medyaya dîjîtal gelemperî mêr vîdeoyan çêdikin û diaxivin. Ez dixwazim vê yekê re jî bibim bersiv. Wekî jinek ez dixwazim xebatan bikim û ev yek bandorek biçûk jî bikê ez ê gelek keyfxweş bim. Îsal cara yekemîn e ku ez ê bi zimanê xwe 15ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî pîroz bikim. Cejna zimanê Kurdî ji tevahî Kurdan re pîroz dikim. Divê gelê Kurd zimanê xwe hîn bibe û biaxivê.”












