• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
10 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Kurdî hê jî rastî cudakariyê tê

    Kurdî hê jî rastî cudakariyê tê

    Li Enqereyê sîwaneke çand û hunera Kurdî: Navenda Çanda Anatolyayê

    Li Enqereyê sîwaneke çand û hunera Kurdî: Navenda Çanda Anatolyayê

    Hunermenda ku êş û kedera gelê Kurd dianî ziman: Hozan Mizgîn

    Hunermenda ku êş û kedera gelê Kurd dianî ziman: Hozan Mizgîn

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 10ê GULANA 2026an

    Li Geverê teqîn: Şivanê zarok birîndar bû, gelek pez mirin

    Li Geverê teqîn: Şivanê zarok birîndar bû, gelek pez mirin

    Li Wanê konên ‘Zimanê Kurdî’ hatin vedan

    Li Wanê konên ‘Zimanê Kurdî’ hatin vedan

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Kurdî hê jî rastî cudakariyê tê

    Kurdî hê jî rastî cudakariyê tê

    Li Enqereyê sîwaneke çand û hunera Kurdî: Navenda Çanda Anatolyayê

    Li Enqereyê sîwaneke çand û hunera Kurdî: Navenda Çanda Anatolyayê

    Hunermenda ku êş û kedera gelê Kurd dianî ziman: Hozan Mizgîn

    Hunermenda ku êş û kedera gelê Kurd dianî ziman: Hozan Mizgîn

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 10ê GULANA 2026an

    Li Geverê teqîn: Şivanê zarok birîndar bû, gelek pez mirin

    Li Geverê teqîn: Şivanê zarok birîndar bû, gelek pez mirin

    Li Wanê konên ‘Zimanê Kurdî’ hatin vedan

    Li Wanê konên ‘Zimanê Kurdî’ hatin vedan

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Enqereyê sîwaneke çand û hunera Kurdî: Navenda Çanda Anatolyayê

Mahmût Altintaş / AW

10 GULAN 2026 - 09:24
Kategorî: ÇAND, MANŞET, ROJANE
A A
Enqere – Navenda Çand, Huner û Wêjeyê ya Anatoliyayê ku li Enqereyê xebatên çand û hunera Kurdî dike, ji aliyê gel vê rastî alaqayeke mezin tê. Rêveberê Navenda Çanda Anataliyayê Abbas Kiliçoglu bi lêv kir ku di 15ê Gulanê de jî ew ê bi bernameyên cur bi cur li qadan bin û bang li gel kir ku tevlî bernameyan bibin.

Tevgera Ziman û Perwerdehiya Kurdî (TZP Kurdî), di sala 2006an de bi mabesta weşandina Kovara Hawarê ku ji aliyê Celadet Elî Bedîrxan ve di 15ê Gulana 1932an de hat weşandin, 15ê Gulanê weke Cejna Zimanê Kurdî ragihand. Ji sala 2006an vir ve 15ê Gulanê li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê li qadan bi coşeke mezin û çalakiyên cur bi cur tê pîrozkirin. Gelê Kurd ku ji avabûna Komara Tirkiyeyê vir vê bi polîtikayên pişaftinê ve rû bi rû ye 15ê Gulanê ne tenê cejnek di heman demê de weke raperîna li dijî pişaftinê û daxwaza mafê zimanê Kurdî li qadan pîroz dike. Weke her sal îsal jî gelê Kurd dê bi daxwaza mafê perwerdehiya fermî ya zimanê Kurdî di 15ê Gulanê de li qadan daxwazên xwe bînin ziman. Yek jî ji van bajaran paytexta Tirkiyeyê Enqere ye. Li Enqereyê jî partî, sazî û dezgehên Kurdî dê bi meş, çalakî û bernameyên cur bi cur Cejna Zimanê Kurdî pîroz bikin û daxwaza fermî bûna zimanê Kurdî bikin.

Navenda Çand, Huner û Wêjeyê ya Anatoliyayê ku di 26ê Cotmeha 2025an de li Enqereyê ava bû, li dijî polîtikayên pişaftinê li ser çand û hunera Kurdî dest bi xebatan kir. Navenda Çanda Anatoliyayê ku ji aliyê gel vê jî alaqayeke mezin dibîne, bi kargehên weke, tenbûr, sêtêl, gîtar, keman, flût, kemençe, erbane, piyano, çello, bilûr, xebatên zarokan, şano, darbuka, wênekeşî, wênesazî, sînema û perwerdehiya deng ve çand û hunera Kurdî pêş dixe. Navenda Çanda Anatoliyayê ku li Enqereyê yek jî siwana parastina çand û hunera Kurdî ye dê di Cejna Zimanê Kurdî de bi bernamê û xebatên cur bi cur li qadan pîrozbahiyê li dar bixe. Rêveberê Navenda Çanda Anatoliyayê Abbas Kiliçoglu tekildarî bernameyên 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî û xebatên Navenda Çanda Anatolyayê ji ajansa me re axivî.

‘Bi xebateke komînal me Navenda Çanda Anatliyayê ava kir’

Abbas Kiliçoglu bi lêv kir ku saziyeke çand û hunerê ya Kurdî li Enqereyê hewcehiyek bû ye û wiha axivî: “Beriya em Navenda Çanda Anatliyayê vebikin li Enqereyê saziyeke bi vî rengî tune bû. Li Enqereyê jî hejmara Kurdan zêde ye. Ji bo wê jî hewce hebû ku em saziyeke çand û hunera Kurdî vêbikin. Bi vê mabestê me Navenda Çanda Anatliyayê vekir. Me Navenda Çanda Anatliyayê bi awayekî komînal ava kir. Ji aliyê gel vê jî xwedî derketineke mezin ji vêkirina saziyê re bû. Gel li malên xwe amûrên cur bi cur ên pêdivî hebûn anîn. Bi xebateke kolektîf me ew sazî ava kir. Ji bo wê jî xwedî taybetmendiyeke bi vî rengiye. Niha jî xebatên me bi awayekî kolektîf berdewam dike.”

Kargeh û xebatên Navenda Çanda Anatoliyayê

Di berdewama axaftina xwe de Abbas Kiliçoglu diyar kir ku kargehên wan ên çand û hunerî jî berdewam dikin û wiha qala xebatên Navenda Çanda Anatliyayê kir: “Li vir li ser 13 ensturmanan kargehên me berdewam dikin. Weke kargehên tenbur, keman, kemançe, bilûr û hwd. tê dayin. Ji aliyê şano, sînama û wênesaziyê vê jî kargehên me berdewam dikin. Ji aliyê gel vê jî alaqayeke mezin ji kargehan re heye. Li vir me dest bi avakirina koman jî kir. Koma me ya sînemayê ew 6 mehin xebatên xwe didomînin. Hefteya borî li Enqereyê Mîhrîcana Fîlmên Karkeran hat li darxistin. Weke sazî me jî sponsorî kir. Li vir jî me 2 kargeh li darxistin. Armanca me ew ê ku em li vir di dawiya saleke de komeke muzîkê, komeke şanoyê, komeke jinan û komeke zarokan jî ava bikin. Koma Navenda Çanda Anatoliyayê ava bû û li Newroza Konayayê li ser dikê stran jî gotin. Koma Jinan jî dê di 15ê Gulanê de li Enqereyê konsereke li darbixînê. Her wiha Koma Zarokan jî dê di 15ê Gulanê de derkeve ser dike.”

Bernamê û xebatên Cejna Zimanê Kurdî

Abbas Kiliçoglu anî ziman ku weke Navenda Çanda Anatolyayê ew dê di 15ê Gulanê de li qadan bi bernameyên cur bi cur pîrozbahiyan li darbixînin û wiha pê de çû: “Weke Navenda Çanda Anatliyayê em ê li Enqereyê bi Komeleya Çand, Ziman û Hunerê ya Ankayê (ANKA-DER) û saziyên ziman bi hev re bernameyan li dar bixin. Hefteyekî bê navber bernamê û xebatên me dê hebin. Li vir em ê bernameya gotobêjiyê û dengbêjiyê li dar bixin. Her wiha di 15ê Gulanê de jî em ê konsereke jî li dar bixin. 15ê Gulanê ji bo me rojeke girîng e. Zimanê Kurdî di bin xetereya tunebûnê de ye. Li Enqereyê jî zêdetirî 5 sed hezar Kurd hene. Ji bo wê jî parastina ziman û çanda Kurdî girîng e. Di vî warî de berpirsyariya me mezin e. Em bang li ciwanan dikin ku werin tevlî kargehên me bibin û xwedî li ziman û çanda xwe derbikevin.”

‘Em ê di nav gelê xwe de xebatan bikin’

Di dawiya axaftina xwe de Abbas Kiliçoglu da zanîn ku nêzî 100 şagirtên wan hene û wiha got: “Piraniya şagirtên me zarok û ciwan in. Ew ji bo me cihê şanaziyê ye. Heke zarok ziman û çanda xwe xwedî derbikevin ew çand û ziman dê bijî. Enqere yek jî bajarê xwedekarên zanîngehê ye. Gelek xwendekarên Kurd jî ji bo zanîngehê tên Enqereyê û ji bo pêşvebirina çand û hunerê tevlî kargehên me dibin. Di kargehên me yên wênesaziyê de 10 zarok hene û di kargehên koru û ritim de jî 24 zarok hene. Her wiha roj bi roj şagirtên me jî zêde dibin. Yek jî kêmasiya me ew ê ku divê em zêdetir biçin nava gelê xwe. Divê em di nava gelê xwe de xebatan bikin. Niha şûn vê jî xebatên me yên bi vî rengî dê hebin. Em ê biçin di nava gelê xwe de xebatan bikin.”

Etîket: 15ê GulanêCejna Zimanê KurdîNavenda ÇandNavenda Çand Huner û Wêjeyê ya AnatoliyayêTevgera Ziman û Perwerdehiya Kurdî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Kurdî hê jî rastî cudakariyê tê

Kurdî hê jî rastî cudakariyê tê

10 GULAN 2026
‘Ziman ji bo nifşên nû mîrateya herî mezin e’

‘Ziman ji bo nifşên nû mîrateya herî mezin e’

9 GULAN 2026
Li Mêrdînê deklarasyona 15ê Gulanê hate aşkerekirin

Li Mêrdînê deklarasyona 15ê Gulanê hate aşkerekirin

7 GULAN 2026
Xelkê Wanê: Kurdî hê jî qedexe ye, divê zimanê me were nasîn 

Xelkê Wanê: Kurdî hê jî qedexe ye, divê zimanê me were nasîn 

7 GULAN 2026
Deklerasyona 15ê Gulanê ya Serhedê hat aşkerekirin

Deklerasyona 15ê Gulanê ya Serhedê hat aşkerekirin

4 GULAN 2026
Ji Navenda Çand, Huner û Wêjeyê ya Anatoliyayê bernameya 8ê Adarê

Ji Navenda Çand, Huner û Wêjeyê ya Anatoliyayê bernameya 8ê Adarê

7 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Di arşîva Werner Finke de jiyana Kurdan a berê

    Di arşîva Werner Finke de jiyana Kurdan a berê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Zana Farqînî: Zimanê ku derbasî zarokan nebe, li ber mirinê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Di hefteya 900emîn de bang kirin: Divê dewlet bi cînayetan re hevrû bibe û lêborînê bixwaze

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Gundê Êlê 30 sal in qedexe ye: Em dixwazin qedexeya li ser gund bê rakirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mamosteyê Komeleya Nûbiharê: Dema ku ziman tune bibe, gel jî tune dibe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Geverê teqîn: Şivanê zarok birîndar bû, gelek pez mirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • MED-DERê bernameya zarokan li dar xist

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Xizmên Windayan li sê bajaran çalakiya xwe domandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 9ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Enstîtuya Kurdî ya Amedê ferhengeke nû ya Kirmanckî weşand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (235)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne