Wan – Şaredariya Payîzava ya Wanê, ji bo aboriya jinan xurt bike û piştgiriya cotkariya herêmî bike serayek vekir. Şaredarî, dê şitlên zerzewatan bêpere belavî welatiyan bike û berhemên ji vir derkevin bi erzanî bifiroşe.
Piştî hilbijartina xwecihî ya 2024an li Wanê şaredariyên DEM Partiyê ji bo aboriya herêmê pêş bixin, xebat û projeyên girîng bi rê ve dibin. Şaredariya Payîzavayê jî di çarçoveya van xebatan de ji bo piştgiriya jinan û hilberîna herêmî projeyeke nû da destpêkirin. Şaredariyê ji bo jinan serayek vekir û di vê serayê de bi tovên herêmî şitlên firingî, îsot û firingiyên çerî tên çandin. Her wiha di serayê de kiwark, çîlek, petêx hwd. jî tên çandin. Armanca projeyê ew e ku jin di qada aboriyê de bibin xwedî maf û azadiya xwe ya aborî bi dest bixin.
Parastina Tovên Herêmî
Wê ji fêkiyên ku di serayê de tên çandin marmelat û sos bên çêkirin. Berhemên tên bidestxistin dê di bufeyên firotinê yên şaredariyê de bên firotin û dahata ji van berheman tê girtin jî dê dîsa ji bo piştgiriya gelê navçeyê were xerckirin. Ji bo malbatên ku di malên bibaxçe de dijîn, çandina kiwarkan jî tê teşwîqkirin. Bi taybetî di ambar û axuran de bi dabînkirina hîjyenê, jin dikarin kiwarkan biçînin û bi vî rengî fînansmana xwe ya malê peyda bikin. Şitlên ku ji tovên herêmî hatine hilberandin ên mîna îsot û firingiyan dê di nava 10 rojan de li welatiyan bên belavkirin. Şaredariya Payîzavayê bi vê projeya serayê hem aboriya jinan xurt dike û hem jî şitlên ji tovên herêmî bêpere li welatiyan belav dike.






















