* Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk derbarê pêvajoya aştiyê û geşedanên siyasî de axivî û bal kişand ser berdêlên ku gelê Kurd dane û destnîşan kir ku ji bo aştiyeke mayînde divê gavên rasteqîn werin avêtin.
* Cîgirê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Mahfuz Guleryuz diyar kir ku ji bo pêvajo nekeve xetereya xitmandinê divê ev qonax were derbaskirin û qanûnên pêwîst bên çêkirin. Guleryuz da zanîn ku ew ê li hemû bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê li qadan bin û bang li gel kir ku tev li meşa “Gavek ji bo aştiyê” ya di 16ê Gulanê de bibe.
* Nivîskar û mamoste Nezîr Ocek rewşa zimanê Kurdî û saziyên Kurdan nirxand û got: “Yek ji mercê herî girîng yê ku neteweyan dike netewe ziman e. Ji ber ku ziman her miletî ji hevdu cuda dike. Miletekî ku zimanê xwe winda bike neteweya xwe û kesayeta xwe jî winda dike.”
* Parêzer û mamosteyê ARÎ-DERê Devran Oztekîn bi wesîleya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî xelkê Êlihê vexwend çalakiyên cejna ziman û xwest ku xelk wan bi tenê nehêle.
* Çanda dengbêjiyê bi sedê salan e li Kurdistanê heye û tevî amûr û pêşketinên teknolojiyê jî li ber xwe dide. Dengbêj Îkram Koç jî bal kişand ser pêşketina teknolojiyê û diyar kir ku tevî vê yekê jî dengbêjiyê xwe parastiye û winda nabe.
* Hiqûqnas û Berpirsa Navenda Xwendinên Wekheviya Zayendî ya Zanîngeha Dihokê Mamoste Dilîn Serdar Zuhdî ku li Amedê beşdarî Foruma Aştî û Azadiya Civakî bû destnîşan kir ku divê hişmendiya “Jinan li malê, mêr li derve” bê şikandin û jin bi dengekî rasteqîn di mekanîzmayên biryardayînê de cih bigirin.
* Forûma Aştî û Azadiya Civakî ya ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê organîzekirin, dê di roja duyemîn de bi çalakiyên cihêreng berdewam bike. (09:00-19:00)
* 1emîn danişîna doza nûçegihana JINNEWSê Derya Ren, nûçegihanê Ajansa Welat Mahmût Altintaş û nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê Zeynep Dûrgût dê li Dadgeha Cezayê Esliyeyê ya Silopyayê were lidarxistin. (10:00)
* Li bajaroka Gundikê Melê şahiya Çanda Adarokê ku zêdetirî 300 sal in weke hatina biharê tê pîrozkirin dê bi tevlibûna Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir were pîrozkirin. 11:00-17:00)
* Li Wanê di roja dawî ya çalakiya vedana “Konên Zimanê Kurdî” de dê bi tevlibûna Serdar Şîrnas gotûbêja “Dengbêjî û Şakiro” bê lidarxistin. (14:00)
* Saziyên Zimanê Kurdî û Platforma Saziyên Demokratîk dê di çarçoveya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de li ber Mizgefta Mezin a li navçeya Sûrê Dîwana Dengbêjan li dar bixin. (15:00)
* 223 karkerên ku ji hêla qeyimê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ve ji kar hatine derxistin, dê di çarçoveya çalakiya xwe ya di roja 289an de li ber Edliyeya Wanê daxuyaniyê bidin. (15:00)
* Navenda Çanda Anatoliyayê dê di çerçoveya bernameyên Cejna Zimanê Kurdî de li avahiya xwe bernameyek gotûbêjê li dar bixe. (18:00)
* Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê dê bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li ber Zindana Amedê kom bibin û meş li dar bixin. (18.00)
* KURDÎGEH, Komeleya Aryen Huner û ŞanoWan bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî rêzekonseran li dar dixe. Di çarçoveya rêzekonseran de dê li eywana ŞanoWanê “Dîwana Dengbêjan” bê danîn. (19:00)
Kirmanckî
* Komela Edebîyatkaranê Kurdî ra Stran Yaşar derheqê 15ê Gulane de qisey kerd û vat: “Ma seba ke ziwanê xo vîndîbîyayîşî ra bixelesnê, ewilî ma gerek keyeyanê xo de qisey bikerî. Ziwan her çî ra ver gerek cuye de cayê xo bigîro. Sazgehê ziwanê Kurdkî zî ganî her şaristan û qeza de bibê.”
* Hunermendê kilamanê kirmanckî Zelemeleyî ziwanê kirmanckî ser ro ma de qisey kerd û wina vat: “Adirê zonê ma hona vêseno, bi hezaran serrî yo ke no zon royê ma de, helme ma de ro.”








