Saziyên Zimanê Kurdî û Platforma Saziyên Demokratîk, bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li ber Mizgefta Mezin a Sûrê ‘Dîwana Dengbêjan’ danî û klamên Kurdî li kolanên Sûrê olan dan.
Li Amedê bernameyên ku di çarçoveya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de tên lidarxistin didomin. Saziyên Zimanê Kurdî û Platforma Saziyên Demokratîk, ji bo balê bikişînin ser girîngiya parastin û pêşvebirina zimanê Kurdî, li navçeya Sûrê ya dîrokî Dîwana Dengbêjan danîn. Gelek welatî beşdarî bernameyê bûn.
Dîwana dengbêjan hat avakirin
Bernameya ku bi dirûşma “Cejna Zimanê Kurdî Pîroz Be” hate lidarxistin hunera dengbêjiyê ya ku wekî “hafizeya kurdan” tê pênasekirin, derxist pêş. Di çarçoveya çalakiyê de dîwana dengbêjan hat danîn û dengbêj Naîf Mûnisî, Sidiqê Pasûrî, Mistefayê Botî û Mihemedê Licêyî bi kilamên xwe çanda Kurdî ya bi sedsalan zindî kirin û klamên Kurdî li kolanên Sûrê olan dan. Dengbêjên ku Cejna Zimanê Kurdî pîroz kirin, klamên cûr bi cûr gotin. Welatiyan jî bi telefonên xwe dîmen kişandin.

















