• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
30 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Zîlan û Sema Yuce li gelek bajaran hatin bibîranîn  HATE NÛKIRIN

    Zîlan û Sema Yuce li gelek bajaran hatin bibîranîn HATE NÛKIRIN

    PYDê bersiv da îdiayên ENKSê: Ne rast in

    PYDê bersiv da îdiayên ENKSê: Ne rast in

    YRK: Di operasyona li Mahabad de 4 hevrêyên me şehîd bûn

    YRK: Di operasyona li Mahabad de 4 hevrêyên me şehîd bûn

    Rêwar Awdanan: Mafê parastinê mafekî qanûnî û rewa ye

    Rêwar Awdanan: Mafê parastinê mafekî qanûnî û rewa ye

    Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

    Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

    Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

    Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Zîlan û Sema Yuce li gelek bajaran hatin bibîranîn  HATE NÛKIRIN

    Zîlan û Sema Yuce li gelek bajaran hatin bibîranîn HATE NÛKIRIN

    PYDê bersiv da îdiayên ENKSê: Ne rast in

    PYDê bersiv da îdiayên ENKSê: Ne rast in

    YRK: Di operasyona li Mahabad de 4 hevrêyên me şehîd bûn

    YRK: Di operasyona li Mahabad de 4 hevrêyên me şehîd bûn

    Rêwar Awdanan: Mafê parastinê mafekî qanûnî û rewa ye

    Rêwar Awdanan: Mafê parastinê mafekî qanûnî û rewa ye

    Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

    Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

    Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

    Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

OHD û Baroya Amedê: Divê Kurdî ji aliyê siyasî û hiqûqî ve bê nasîn

Amed / AW

15 GULAN 2026 - 14:14
Kategorî: ÇAND Û HUNER, DARAZ, ROJANE
A A
Amed – Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û Baroya Amedê bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî daxuyaniyên nivîskî weşandin. Her du saziyan destnîşan kir ku di serî de zimanê Kurdî, divê nasname û hemû nirx û mafên neteweya Kurd û statuya Kurdan a xwebirêvebirinê ji aliyê siyasî û hiqûqî ve bên nasîn, di makezagon û zagonan de bê mîsogerkirin.

Di 15ê Gulana 1932yan de di pêşengtiya Celadet Elî Bedirxan de Kovara Hawarê dest bi weşanê kir. Ji ber vê yekê ev roj ji bo Kurdan wekî “Cejna Zimanê Kurdî” tê pîrozkirin. Bi vê boneyê, Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Amedê daxuyaniyên nivîskî weşandin. Saziyan di daxuyaniyên xwe de bal kişandin ser wateya dîrokî ya weşana Hawarê û diyarkirin ku bi vê kovarê re zimanê Kurdî cara yekem bi alfabeya Latînî hatiye amadekirin û bingeha Kurdiya nûjen hatiye avêtin. Hate destnîşankirin ku Kurdî, çavkaniya bingehîn a hebûn û nasnameya neteweyî ye.

‘Di sazîyên fermî de Kurdî nayê naskirin’

OHDê di daxuyaniyê de da zanîn ku ji roja avabûna Komara Tirkîyeyê heta niha, Kurd, zimanê Kurdî û çanda Kurdî ji hêla dewletê ve nehatine naskirin û wiha got: “Îro jî polîtîkayên Tirkîyeyê yên înkarkirin û pişaftinê berdewam in. Li gor xala 42yan ya Qanûna Bingehîn a Tirkîyeyê ji bilî zimanê Tirkî, perwerdeya bi zimanekî din qedexe ye. Bi milyonan zarokên Kurd di dibistanan de nikarin perwerdeyê bi zimanê Kurdî bibînin. Di sazîyên fermî de Kurdî nayê naskirin. Di dadgehan de ji bo parastina bi zimanê Kurdî pere tê xwestin û gelek caran mafê parastina bi Zimanê Dayikê tê binpêkirin. Heta di Parlamentoyê de jî Kurdî wek zimanekî ‘nenaskirî’ tê pênasekirin. Gelek welatên dinyayê, zimanên cuda yên welatîyên xwe nas dikin û wan zimanan wek zimanên fermî qebûl dikin. Li Amerîkayê Îngilîzî û Spanî; li Swîsreyê Elmanî, Frensî û Îtalî; li Rûsya, Iraq, Hindistan û Efrîkaya Başûr û gelek welatên din jî, ji yekî zêdetir zimanên fermî hene. Heta li Kazakistanê perwerdeya bi zimanê Kurdî jî hatiye qebûlkirin.”

‘Zimanê Kurdî bibe xwedî statu’

OHDê bal kişand ser statuya zimanê Kurdî û wiha bilêv kir: “Em dibêjin ku mafên neteweya Kurd ên zimanî, çandî, siyasî, hiqûqî û xwerêveberî, ne mijara bazarê ne û divê hemû astengiyên li ber bikaranîna van mafan ji holê bên rakirin û zimanê Kurdî bibe xwedî statu û zimanê perwerdehiyê da ku civaka azad, demokratîk û aştiyane bê sazkirin. Em wekî Hiqûqnasên Kurd bi taybetî, em ê têkoşîna ji bo pêkanîna dawxaza statuya Kurdî, perwerdeya bi Kurdî, rakirina hemû astengiyên qanûnî yên li pêşiya Kurdî bidomînin. Wekî tê zanîn ku vê gavê li Tirkiyeyê pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratik didome. Ji bo avakirina civakekî demokratîk derfêtekê sedsalî ye ev derfêt. Di serî de zimanê Kurdî, divê nasname û hemû nirx û mafên neteweya Kurd û statuya Kurdan a xwebirêvebirinê ji aliyê siyasî û hiqûqî ve bên nasîn, di makezagon û zagonan de bê mîsogerkirin. Ji ber wî em bang li Parlamentoyê û rayedarên dewletê dikin ku bila zimanê Kurdî bikin zimanê perwerdeyê û zimanê fermî. Bi van hest û ramanan, 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî di serî de kedkar, parêzvan û têkoşerên zimanê Kurdî, li me hemû Kurdan û li hemû mirovahîparêzan pîroz be!”

‘Pirsgirêka zimanê Kurdî hiqûqî û dîrokî ye’

Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Amedê jî Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û kesên ku hibra xwe ji bo Zimanê Kurdî rijandine bi rêzdarî bibîranîn. Baroya Amedê destnîşan kir ku Zimanê Kurdî li hemberî tu zext û zordariyê nehatiye tune kirin û bi saya berxwedana vî gelî roj bi roj dewlementtir bûye û wiha pêde çû: “Lê mixabin hê jî statuya vî zimanê nehatiye nasîn û bi awayekî fermî di zagonan de cih negirtiye. Ziman ne tenê amûrê ragihandinê ye ; ziman bîr e, çand e, dîrok e û maf e. Civakek ku nikaribe bi zimanê xwe bixwîne, biaxive, bijî nikare hebûna xwe berdewam bike. Lewma pirsgirêka zimanê Kurdî ne tenê pirsgirêkeke çandî ye; di heman demê de pirsgirêkeke dîrokî û hiqûqî ye. Ji ber vê yekê em careke din bang li dewletê û hemû saziyên giştî dikin ku ji polîtîkayên înkar û yekrengiyê dûr bikevin û bi awayekî rastîn gavên qanûnî û pratîkî biavêjin.”

Pêşniyarên ji bo Kurdî 

Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Amedê di daxuyaniyê de pêşniyarên xwe yên ji bo zimanê Kurdî wiha rêz kirin:

“1- Divê Qanûna Bingehîn a Tirkiyeyê were guhertin, yekrengî yeknetewî ji holê were rakirin û statuya gelê Kurd û Zimanê Kurdî di Qanûna Bingehîn de cih bigire.

2- Girêbestên Navneteweyî yên derheqê mafên zimên de ji aliyê dewletê ve werin erê kirin û tu şerhên sînordar li wan neyên danîn.

3- Zagona Alfabeyê were guhertin û tîpên Kurdî jî li Alfabeyê werin zêde kirin.

4- Zagona Paşnavan were guhertin û hemû pirsgirêkên li ser danîna nav û paşnavên Kurdî ji holê werin rakirin.

5- Navên gund, navçe, bajarok û bajaran divê li ser eslê xwe werin vegerandin û ji bo vê yekê zagon werin guhartin.

6- Di Qanûna Bingehîn û Zagonan de hemû zextên li hemberî perwerdehiya Zimanê Kurdî ji holê werin rakirin û Zimanê Kurdî ji pêşdibistanê ta bi asta doktorayê wekî zimanê perwerdehiyê were qebûlkirin.

7- Ji dibistanan ta bi nexweşxaneyan; ji dadgehan ta bi balafirgehan di hemû saziyên dewletê de hemû xizmet bi zimanê Kurdî jî werin dayin û ji bo vê yekê zagon werin guhartin.

8- Bikaranîna Zimanê Kurdî wekî sûcek neyê dîtin, hemû sizayên ji bo vê yekî hatine dayîn ji holê werin rakirin û girtî bi lez werin berdan. Hemû astengiyên zagonî ji holê werin rakirin.

9- Divê hemû karsaziyên taybet, di serî de banka û operatorên mobîl, werin teşwîq kirin ku xizmetan bi zimanê Kurdî jî bidin û ev yek divê bi zagonî were garantîkirin.”

 

Etîket: daxuyanîÎHDOHD
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Gora Şêx Seîd û hevalên wî eşkere, îtîbara wan teslîm bikin’

‘Gora Şêx Seîd û hevalên wî eşkere, îtîbara wan teslîm bikin’

29 HEZÎRAN 2026
Malbata Kabaîş: Me wekaleta bi Baroya Wanê re betal kir   Baro: Ragihandin û şopandin zehmet bûye

Malbata Kabaîş: Me wekaleta bi Baroya Wanê re betal kir
Baro: Ragihandin û şopandin zehmet bûye

28 HEZÎRAN 2026
TEV-ÇAND: Kadîr Înanir dostê gelê Kurd bû

TEV-ÇAND: Kadîr Înanir dostê gelê Kurd bû

28 HEZÎRAN 2026
Xizmên Windayan: Parastina kujeran hevkariya sûc e

Xizmên Windayan: Parastina kujeran hevkariya sûc e

27 HEZÎRAN 2026
Cezaya li Ayşe Gokkan hatî birîn li Îzmirê hat şermezarkirin

Cezaya li Ayşe Gokkan hatî birîn li Îzmirê hat şermezarkirin

26 HEZÎRAN 2026
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê: Ji bo aştiyê divê gavên berçav bên avêtin

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê: Ji bo aştiyê divê gavên berçav bên avêtin

26 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Beşdarên Konferansa Zimanê Kurdî: Statuya ziman dê aştiya civakî pêk bîne

    Beşdarên Konferansa Zimanê Kurdî: Statuya ziman dê aştiya civakî pêk bîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 30yê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • PYDê bersiv da îdiayên ENKSê: Ne rast in

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo bîranîna cangoriyên 14ê Tîrmehê berhemeke nû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • YRK: Di operasyona li Mahabad de 4 hevrêyên me şehîd bûn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Serhado: Repbêjî di eslê xwe de çîrokbêjî û dengbêjî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Zîlan û Sema Yuce li gelek bajaran hatin bibîranîn HATE NÛKIRIN

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne