• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
12 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Resepsiyona Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê hate lidarxistin

    Resepsiyona Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê hate lidarxistin

    Bi dronan êrişî depoyeke dexlûdan a Qûştepeyê hate kirin

    Bi dronan êrişî depoyeke dexlûdan a Qûştepeyê hate kirin

     ‘Mihrîcana Keda Jina Hilberî’ dê sibê dest pê bike

     ‘Mihrîcana Keda Jina Hilberî’ dê sibê dest pê bike

    Gulîstan Kiliç Koçyîgît: Navnîşana çareseriyê siyaseta demokratîk û meclîs e

    Gulîstan Kiliç Koçyîgît: Navnîşana çareseriyê siyaseta demokratîk û meclîs e

    28 wekîlên CHPê ji Meclîsa Partiyê îstifa kirin

    28 wekîlên CHPê ji Meclîsa Partiyê îstifa kirin

    Serkêşên çeteyan li Amedê çi kirine û çi nekirine

    Serkêşên çeteyan li Amedê çi kirine û çi nekirine

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Resepsiyona Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê hate lidarxistin

    Resepsiyona Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê hate lidarxistin

    Bi dronan êrişî depoyeke dexlûdan a Qûştepeyê hate kirin

    Bi dronan êrişî depoyeke dexlûdan a Qûştepeyê hate kirin

     ‘Mihrîcana Keda Jina Hilberî’ dê sibê dest pê bike

     ‘Mihrîcana Keda Jina Hilberî’ dê sibê dest pê bike

    Gulîstan Kiliç Koçyîgît: Navnîşana çareseriyê siyaseta demokratîk û meclîs e

    Gulîstan Kiliç Koçyîgît: Navnîşana çareseriyê siyaseta demokratîk û meclîs e

    28 wekîlên CHPê ji Meclîsa Partiyê îstifa kirin

    28 wekîlên CHPê ji Meclîsa Partiyê îstifa kirin

    Serkêşên çeteyan li Amedê çi kirine û çi nekirine

    Serkêşên çeteyan li Amedê çi kirine û çi nekirine

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

OHD û Baroya Amedê: Divê Kurdî ji aliyê siyasî û hiqûqî ve bê nasîn

Amed / AW

15 GULAN 2026 - 14:14
Kategorî: ÇAND, DARAZ, ROJANE
A A
Amed – Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û Baroya Amedê bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî daxuyaniyên nivîskî weşandin. Her du saziyan destnîşan kir ku di serî de zimanê Kurdî, divê nasname û hemû nirx û mafên neteweya Kurd û statuya Kurdan a xwebirêvebirinê ji aliyê siyasî û hiqûqî ve bên nasîn, di makezagon û zagonan de bê mîsogerkirin.

Di 15ê Gulana 1932yan de di pêşengtiya Celadet Elî Bedirxan de Kovara Hawarê dest bi weşanê kir. Ji ber vê yekê ev roj ji bo Kurdan wekî “Cejna Zimanê Kurdî” tê pîrozkirin. Bi vê boneyê, Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Amedê daxuyaniyên nivîskî weşandin. Saziyan di daxuyaniyên xwe de bal kişandin ser wateya dîrokî ya weşana Hawarê û diyarkirin ku bi vê kovarê re zimanê Kurdî cara yekem bi alfabeya Latînî hatiye amadekirin û bingeha Kurdiya nûjen hatiye avêtin. Hate destnîşankirin ku Kurdî, çavkaniya bingehîn a hebûn û nasnameya neteweyî ye.

‘Di sazîyên fermî de Kurdî nayê naskirin’

OHDê di daxuyaniyê de da zanîn ku ji roja avabûna Komara Tirkîyeyê heta niha, Kurd, zimanê Kurdî û çanda Kurdî ji hêla dewletê ve nehatine naskirin û wiha got: “Îro jî polîtîkayên Tirkîyeyê yên înkarkirin û pişaftinê berdewam in. Li gor xala 42yan ya Qanûna Bingehîn a Tirkîyeyê ji bilî zimanê Tirkî, perwerdeya bi zimanekî din qedexe ye. Bi milyonan zarokên Kurd di dibistanan de nikarin perwerdeyê bi zimanê Kurdî bibînin. Di sazîyên fermî de Kurdî nayê naskirin. Di dadgehan de ji bo parastina bi zimanê Kurdî pere tê xwestin û gelek caran mafê parastina bi Zimanê Dayikê tê binpêkirin. Heta di Parlamentoyê de jî Kurdî wek zimanekî ‘nenaskirî’ tê pênasekirin. Gelek welatên dinyayê, zimanên cuda yên welatîyên xwe nas dikin û wan zimanan wek zimanên fermî qebûl dikin. Li Amerîkayê Îngilîzî û Spanî; li Swîsreyê Elmanî, Frensî û Îtalî; li Rûsya, Iraq, Hindistan û Efrîkaya Başûr û gelek welatên din jî, ji yekî zêdetir zimanên fermî hene. Heta li Kazakistanê perwerdeya bi zimanê Kurdî jî hatiye qebûlkirin.”

‘Zimanê Kurdî bibe xwedî statu’

OHDê bal kişand ser statuya zimanê Kurdî û wiha bilêv kir: “Em dibêjin ku mafên neteweya Kurd ên zimanî, çandî, siyasî, hiqûqî û xwerêveberî, ne mijara bazarê ne û divê hemû astengiyên li ber bikaranîna van mafan ji holê bên rakirin û zimanê Kurdî bibe xwedî statu û zimanê perwerdehiyê da ku civaka azad, demokratîk û aştiyane bê sazkirin. Em wekî Hiqûqnasên Kurd bi taybetî, em ê têkoşîna ji bo pêkanîna dawxaza statuya Kurdî, perwerdeya bi Kurdî, rakirina hemû astengiyên qanûnî yên li pêşiya Kurdî bidomînin. Wekî tê zanîn ku vê gavê li Tirkiyeyê pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratik didome. Ji bo avakirina civakekî demokratîk derfêtekê sedsalî ye ev derfêt. Di serî de zimanê Kurdî, divê nasname û hemû nirx û mafên neteweya Kurd û statuya Kurdan a xwebirêvebirinê ji aliyê siyasî û hiqûqî ve bên nasîn, di makezagon û zagonan de bê mîsogerkirin. Ji ber wî em bang li Parlamentoyê û rayedarên dewletê dikin ku bila zimanê Kurdî bikin zimanê perwerdeyê û zimanê fermî. Bi van hest û ramanan, 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî di serî de kedkar, parêzvan û têkoşerên zimanê Kurdî, li me hemû Kurdan û li hemû mirovahîparêzan pîroz be!”

‘Pirsgirêka zimanê Kurdî hiqûqî û dîrokî ye’

Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Amedê jî Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û kesên ku hibra xwe ji bo Zimanê Kurdî rijandine bi rêzdarî bibîranîn. Baroya Amedê destnîşan kir ku Zimanê Kurdî li hemberî tu zext û zordariyê nehatiye tune kirin û bi saya berxwedana vî gelî roj bi roj dewlementtir bûye û wiha pêde çû: “Lê mixabin hê jî statuya vî zimanê nehatiye nasîn û bi awayekî fermî di zagonan de cih negirtiye. Ziman ne tenê amûrê ragihandinê ye ; ziman bîr e, çand e, dîrok e û maf e. Civakek ku nikaribe bi zimanê xwe bixwîne, biaxive, bijî nikare hebûna xwe berdewam bike. Lewma pirsgirêka zimanê Kurdî ne tenê pirsgirêkeke çandî ye; di heman demê de pirsgirêkeke dîrokî û hiqûqî ye. Ji ber vê yekê em careke din bang li dewletê û hemû saziyên giştî dikin ku ji polîtîkayên înkar û yekrengiyê dûr bikevin û bi awayekî rastîn gavên qanûnî û pratîkî biavêjin.”

Pêşniyarên ji bo Kurdî 

Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Amedê di daxuyaniyê de pêşniyarên xwe yên ji bo zimanê Kurdî wiha rêz kirin:

“1- Divê Qanûna Bingehîn a Tirkiyeyê were guhertin, yekrengî yeknetewî ji holê were rakirin û statuya gelê Kurd û Zimanê Kurdî di Qanûna Bingehîn de cih bigire.

2- Girêbestên Navneteweyî yên derheqê mafên zimên de ji aliyê dewletê ve werin erê kirin û tu şerhên sînordar li wan neyên danîn.

3- Zagona Alfabeyê were guhertin û tîpên Kurdî jî li Alfabeyê werin zêde kirin.

4- Zagona Paşnavan were guhertin û hemû pirsgirêkên li ser danîna nav û paşnavên Kurdî ji holê werin rakirin.

5- Navên gund, navçe, bajarok û bajaran divê li ser eslê xwe werin vegerandin û ji bo vê yekê zagon werin guhartin.

6- Di Qanûna Bingehîn û Zagonan de hemû zextên li hemberî perwerdehiya Zimanê Kurdî ji holê werin rakirin û Zimanê Kurdî ji pêşdibistanê ta bi asta doktorayê wekî zimanê perwerdehiyê were qebûlkirin.

7- Ji dibistanan ta bi nexweşxaneyan; ji dadgehan ta bi balafirgehan di hemû saziyên dewletê de hemû xizmet bi zimanê Kurdî jî werin dayin û ji bo vê yekê zagon werin guhartin.

8- Bikaranîna Zimanê Kurdî wekî sûcek neyê dîtin, hemû sizayên ji bo vê yekî hatine dayîn ji holê werin rakirin û girtî bi lez werin berdan. Hemû astengiyên zagonî ji holê werin rakirin.

9- Divê hemû karsaziyên taybet, di serî de banka û operatorên mobîl, werin teşwîq kirin ku xizmetan bi zimanê Kurdî jî bidin û ev yek divê bi zagonî were garantîkirin.”

 

Etîket: daxuyanîÎHDOHD
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Gulcan Kaçmaz Sayyîgît: Divê meclis demildest bikeve dewrê û qanûnên pêwîst çêbike

Gulcan Kaçmaz Sayyîgît: Divê meclis demildest bikeve dewrê û qanûnên pêwîst çêbike

10 HEZÎRAN 2026
Xwendekarên Kurd rastî êrişa nîjadperest hatin: Dekan êrişkaran diparêze

Xwendekarên Kurd rastî êrişa nîjadperest hatin: Dekan êrişkaran diparêze

10 HEZÎRAN 2026
Li pêşiya KEyê banga naskirina mafê hêviyê hate kirin

Li pêşiya KEyê banga naskirina mafê hêviyê hate kirin

9 HEZÎRAN 2026
TEV ÇANDê bertek nîşanî êrişên li hemberî hunermend Diyar da

TEV ÇANDê bertek nîşanî êrişên li hemberî hunermend Diyar da

8 HEZÎRAN 2026
Jinan li Amedê bang kir: Em ê bersiva herî xurt bidin nijadperestan

Jinan li Amedê bang kir: Em ê bersiva herî xurt bidin nijadperestan

7 HEZÎRAN 2026
‘Jinên Kurd dê rê nedin gotinên nijadperestî’

‘Jinên Kurd dê rê nedin gotinên nijadperestî’

7 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Dengê balafirên şer xelkê Amedê bêzar dike: Bila êdî balafirên şer nefirin

    ‘Heta Serok Apo azad nebe, em ji pêvajoya aştiyê bawer nakin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dikandarek Kurdîhez: Divê zimanê me bibe zimanê bazirganiyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 11ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Stranên dengbêjiyê yên li ber windabûnê li benda çapê ne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hevşaredarên Akdenîzê: Heke şaredarî bibin komun dê demokrasiya Tirkiyeyê bi pêş bikeve

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Serkêşên çeteyan li Amedê çi kirine û çi nekirine

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Wê li Wanê cara ewil ‘Fûara Pirtûkan’ bê lidarxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Festîvala hevdîtinên ciwanan dest pê dike: Armanc hevgirtin û jiyana komunal e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li ARÎ-DER û BOTAN-DERê serlêdanên kursên Kurdî dest pê kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şaredariya Kopê şitil li jinan belav kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (321)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne