Amed – Rêveberê Weqfa Mezopotamyayê Bahoz Baran da zanîn ku piştî xebata 10 salan Ferhenga Rastnivîsê çap kirin û destnîşan kir ku divê êdî Kurdî di standarta cihanê de bi cih bibe û got: “Dinya wexta ku dixwaze te entegreyî xwe bike standartekî dixwaze. Em ji bo vê yekê xebatan dikin.”
Ji bo ku zimanê Kurdî pêş bikeve, li her qada jiyanê bi cih bibe û hem ji aliyê peyvan hem jî ji aliyê rastnîvîsînê ve di asta cihanî de standarteke wê hebe ji aliyê zimanzanan ve gelek xebat tên meşandin. Weqfa Mezopotamyayê ya li Amedê xebatên ziman, wêje û berhevkariya çand û folklora Kurdî bi rê ve dibe ji damezrandina xwe heta niha li ser zimanê Kurdî xebatên cûr bi cûr kirine û hêj jî dike. Yek ji van xebatan jî Ferhenga Rastnivîsînê ye. 8 sal in gelek zimanzan bi vê xebatê ve mijûl dibin û li ser termonolojiya wê xebat tê meşandin. Weqfa Mezopotamyayê piştî 8 salan ev xebata giranbiha çap kir. Weqfa Mezopotamyayê dê bi minasebeta danasîna Ferhenga Rastnivîsînê û xebatên xwe îro saet di 19.30an de li Qonaxa Cemîl Paşa ya navçeya Sûrê resepsiyonekê li dar bixe. Nivîskar û rêveberê Weqfa Mezopotamyayê Bahoz Baran têkildarî amadekirina Ferhenga Rastnivîsînê, girîngiya wê û xebatên weqfê ji Ajansa Welat (AW) re axivî.
‘Ev xebat dê di pêşerojê de bikêrî Kurdî bê’

Bahoz Baran diyar kir ku zimanê niviskî bêyî standart nabe û got: “Dema ku mirov qala standardkirinê dike, hinek tiştên bingehîn hene. Yek jî ez bêjim rêbera rastnivîsînê ye çawa tê nivîsandin, divê di zimanê nivîskî de mirov van tiştan dîyar bike. Belkî di zimanê devkî de hacet nebe, lê zimanê nivîskî bê standard nabe, perwerde bê standard nabe. Me pêşî di nava du sê salan de Rêbera Rastnivîsînê amade kir. Paşê jî ferhenga rastnivîsînê, yanî em ê kîjan peyvê çawa binivîsin? Kurdî ji ber ku nebûye zimanê perwerdeyê, bi taybetî jî di Kurmancî de hinek peyv hene, mînak ez bêjim peyva ‘jîjû’. Yek dibêje ‘jîjo’, yek dibêje ‘jûjû’, yek dibêje ‘jûjî’. Di nivîsê de mirov mecbûr e standardekê dîyar bike. Loma di sala 2018-2019an de me dest bi xebata ferhenga rastnivîsînê kir. Berîya me xebatên wisa hatine kirin, lê me ew xebat xurtir kir û me koma xwe zêdetir kir. Ji her çar parçeyan û ji dîasporayê jî heval tev lî bûn. Di nava heşt salan de me 10 hezarî zêdetir peyv standard kirin. Helbet pîvanên wan hebûn, yanî bi rojan hatin nîqaşkirin. Lê vê gavê li pêşîya me 10 hezar peyvên din jî hene, em ê wan jî standard bikin. Siberojê eger hûn bixwazin bernameyên teknîkî çêbikin û hûn bixwazin li ser Googleyê yan jî ser înternetê tiştan çêbikin, ew sîstem, ew pergal ji we zimanekî standard dixwaze. Dibêje ez vê peyvê çawa bikar bînim. Loma ev xebat dê di pêşerojê de gelekî bi kêrî qada Kurdî bi taybetî ya Kurmancî bê.”
Pirsgirêkên aborî
Bahoz Baran da zanîn ku dema ji bo karê Kurdî aboriyek tune be ew kar nayê meşandin û wiha domand: “Dema me dest bi vê xebatê kir ji aliyê aboriyê ve pirsgirêk çêbûn. Lê me ji çar parçeyan, ji dîasporayê heval dîyar kirin. Em bi hev re xebitîn, me 48 komxebat çêkirin. Ji van komxebatan hinek jî rûbirû bûn, ji bajarên din dihatin. Carna li Mêrdînê dicivîyan, carna li Stenbolê, carna li Amedê, carna li Wanê. Çûn û hatin hebûn, car hebû mînak ji bo peyvekê bi rojan nîqaş dihatin kirin. Evan 48 xebatan de ez bêjim me 10 hezar zêdetir peyvên xwe me standard kirin. Lê ev xebat dewam dike, yanî me ev xebat nesekinandiye. Ji ber ku peyvên ku tên bikaranîn çiqas Kurdî dikeve qada nivîsînê, rastnivîsînê, mirov wê çaxê pirsgirêkên Kurdî, Kurmancî dibîne. 48 xebat hatin kirin, zehmetî çêbûn. Tê bîra min em di rojên koronayê de jî em nesekinîn. Em hatin Amedê em dicivîyan lê em nexweş ketin wê çaxê. Paşê me ser Zoomê hinekî domand heta ew nexweşî qediya, lê niha jî em bêjin salê du caran em rûbirû dicivin.”
Pîvanên standartbûyîna peyvan
Bahoz Baran berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku mirov hemû peyvan li gorî pîvanekî nikare standard bike û wiha pê de çû: “Ez bêjim pîvanên sereke çi ne? Carekê kesên ku di komxebatê de cih digirin kesên ku serê xwe bi zimanî re êşandine, kesên bi vî awayî ne, xebat kirine. Yek jî em bêjin heta ji me tê em dibêjin ka koka peyvê çi ye, etîmolojîya wê çi ye? Peyv di klasîkên me de, di tradîsyona me de bi çi awayî hatîye bikaranîn? Peyv di nava gelê me de bi giştî bi çi awayî tê bikaranîn? Di qada nivîskî de belavbûna wê çi ye? Ew jî yek ji wan pîvanan e. Yan jî ez bêjim di Kurmancî de yan jî di Soranî de bi çi awayî tê bikaranîn? Ji ber ku em dixwazin ew wekhevîya navbera wan jî çêbibe. Mînak heke peyvek di Soranî de, di Zazakî de heman awayî be û di Kurmancî de jî hebe û hatibe bikaranîn, em dibêjin mirov dikare wê tercîh bike. Lê carna jî ez bêjim ew pîvan derbas nabe, tu dinêrî peyvek di nava xelkê de bêtir belav e, tu mecbûr î carna gotina belavbûna wê tînî pêş. Çar pênc pîvan in, lê carna diguherin.”
‘Ji qadên cuda cuda ferheng lazim in’
Bahoz Baran bi lêv kir ku ji bo Kurdî di qadên cuda cuda de ferheng lazim in û got: “Yanî ferhenga terminolojîya hiqûqê berîya çar û pênç salan dewam kir, hezar peyv bû vê gavê gihîşt 6 hezar peyvan. Ferhenga perwerdeyê ji me re lazim bû, ferhenga perwerdeyê jî teqrîben dora 2500 peyv in, ew jî çar û pênç sal in ku dewam dike ez bêjim komên me yên domdar in. Ferhenga tibbê jî wek proje di pêşîya me de ye, ferhenga folklorê di pêşîya me de ye, ferhenga warê hunerî di pêşîya me de ye. Lê bi rastî jî ev yek barên pir giran in û budçeyeke pir zêde jî dixwaz e. Lê weqfa me bi rastî jî 13 sal in di vî warî de dixwaze Kurdî temam bibe, Kurmancî bigihe encamekê. Hîn belkî gelek qad jî hene mîna ferhenga zanistê, ya qadên teknîkî hene. Me bi oda tîcaretê re projeyek çêkirîye, em bêjin peyvên aborîyê. Yanî gelek xebat hene ku divê em li ser wan bixebitin, wan bidawî bikin. Projeya ferhenga wê dewam bike”
‘Em ê li ser qadên cuda jî bixebitin’
Bahoz Baran diyar kir ku di bi awayekî li ser xebatên dijîtîl jî dixebitin û domand: “Ev xebatên me tenê ew ê wek pirtûk dernekevin pêş, wek dîjîtal jî, wek aplikasyon jî bên çêkirin li ser telefonan, li ser gelek waran de em ê bixebitin. Me demek nezda da pêşîya xwe, ev xebat li gorî imkan û derfetên xwe em didin meşandin. Yên elzem hene, yên pêwîst hene mînak hinek qad hene divê mirov ji niha de amade bike. Mînak qada perwerdeyê. Lê siberojê qada felsefeyê, qada psîkolojîyê, qadên cuda cuda hene. Ev yek jî li gorî hewcedariyê û li gorî rewşa sîyasî yan jî rewşa civakî peyderpey em ê bidin pêşîya xwe û van xebatên xwe bikin.”
‘Ferhanga Kurdî-Kurdî amade bikin’
Bahoz Baran destnîşan kir ku piştî xebatên termînolojiyê, dixwazin hemû ferhengên Kurdî bigîhînin hev û ferhengeke mezin a Kurdî- Kurdî amade bikin û axivî: “Ew projeyeke gelekî mezin e, gelek wext jî ew rojeva me de bû, lê bi taybetî piştî ku hişê çêkirî hat avakirin, vê gavê eger mirov bixwaze, dikare bi rêya hişê çêkirî di demeke pir kurt de gelek ferhengên Kurdî jî çêbike. Em vê gavê ji bo ferhenga hişê çêkirî jî bikar tînin, ew jî gelek alîkarîya me dike. Lê hîn kêm e, ji ber ku Kurdan gelek tiştên xwe dîjîtalîze nekirine, li bar nekirine. Loma hişê Kurdî ku ji bo hişê çêkirî ku dixebite vê gavê pir xurt nîn e. Lê ez bawer dikim di nava pênc salan de yanî wek plan proje em ê bikarin hemû karên xwe yên ferhengî, karên xwe yên akademîk û karên xwe yên standardkirinê di nava pênc salan de em ê biqedînin bidawî bikin.”
‘Divê her kes di her warî de ji bo Kurdî bixebite’
Bahoz Baran diyar kir ku divê her qadê de Kurdî hebe û kurdî bê pêşxistin û got: “Kurdî gerek di her warî de hebe. Wexta ku mirov diçe maçê slogana ku tê berz kirin, ew jî divê Kurdî bibe. Ev xebat jî divê bê kirin. Divê em Kurdî di her qadê de pêş bixin. Ev a werzîş dibe, qadên din dibin. Amedspor taximek e, taximeka Kurdan e, lê ez bi xwe dibêjim taxima hemû Kurdan Kurdî ye. Divê ew jî bilind bibe, ew jî sponsor jê re hebin û Kurdî jî ji rewşa xwe ya vê gavê em bêjim rewşa xwe ya xirab divê derkeve. Ji ber ku her Kurd endamê Kurdî ye, gerek her kes, di her warî de ji bo Kurdî bixebite. Fikir ferq nake, îdeolojî ferq nake divê ji bo Kurdî mirov bixebite. Helbet warê werzîşê jî girîng e û terminolojîya me a werzîşê jî divê bê çêkirin.”
Xebatên teknîkî
Bahoz Baran qala xebatên Weqfa Mezopotamyêyê yên pêşerojê jî kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Weqfa me li ser xebatên teknîkî jî disekine û niha wan xebatan didomînin. Yek ji wan xebatên me mînak ‘speech-to-text’ e, yanî wexta ku em bixwazin biaxivin telefonên me, tabletên me dê bi Kurdî binivîsin. Ev xebat me dest pê kirîye û ‘text-to-speech heye’ em dixwazin ku her tişt amade û bername bi Kurdî tije bibe. Bernameyeke rastnivîsê heye me çêkiriye, mînak lêkerên li gorî hemû deman bi Kurmancî bi awayekî otomatîk tê nîşandan. Bernameyeke me ya din heye ew jî bi vê xebata me re eleqedar e, ‘rastnivîser’ e yanî wexta ku mirov bixwaze tiştekî binivîse otomatîk jê re dikare bibêje te ev şaş kir, divê tu wisa binivîsî. Xebatên bi vî awayî hene, ev xebat ji bo Kurdî lazim in û sibê roj ew ê pir bi kêr jî bên. Em dixwazin bi rêya resepsîyonê wan xebatên xwe jî bidin naskirin. Lê divê ji bo wan xebatan piştgirî bê dayîn. Ji ber ku di dema xebatên wisa de aborî tune be kar nayê meşandin. Mixabin bi giştî qada zimanî bê budçe maye. Ji bo em van karan bibin serî, budçeyek lazim e, heta niha ev 13 sal in bi rastî jî gelek akademîsyen gelek zimannasên ku Kurd bi dilxwazî bi me re xebitîne û dixebitin. Em dixwazin van karên xwe heta çar pênc salan bidawî bikin û Kurdî êdî di standarta cihanê de bi cih bibe. Ji bo ku di standarda dinyayê de jî Kurdî bi cih bibe divê pêşî Kurdî bibe standard. Ji ber ku dinya wexta ku dixwaze te entegreyî xwe bike standardê te dixwaze. Em ji bo vê yekê xebatan dikin û ji bo van xebatên xwe bidin nasîn resepsîyonekî li dar dixin.”
Zimanzan û kedkarên Ferhenga Rastnivîsê
Nivîskar û kesên keda wan di amadekirina Ferhenga Rastnivîsê hene wiha ne: “Bahîz Omer Ehmed, Bahoz Baran, Evdilwehab Xalid Mûsa, Mehmûd Lewendî, M. Malnîsanij, Mihemed Teqawî, Mistefa Aydogan, Mîkaîl Bulbul, Mîlad Xezalê, Newzad Hirorî, Nêçîrvan Evdilezîz, Omer Dilsoz, Reşo Zîlan, Samî Tan, Tahirhan Aydin, Viyan Hesen, Zana Farqînî, Zeynep Yaş, Zulkuf Ergun.”










