* Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê ku herî dawî di 27ê Adarê de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribû ev 53 roj in neçûnê Giravê. Pêknehatina hevdîtinê nîqaşên statuya Abdullah Ocalan, neçûna heyetê ya Giravê jî fikarên derbarê pêvajoyê de ava dike.
* Li Stenbolê 2 mehan de 93 kes bi hinceta wêneyên Abdullah Ocalan vekirine û dirûşmeya “Bijî Serok APO” berz kirina hatin binçavkirin. Ji wan 4 jê zarok 24 kes hatin girtin, ji 3 zarokan re jî biryara hefsa malê hate dayîn. Tevî biryara AYMê ya “Berzkirina dirûşma ‘Bijî Serok APO’ ne sûc e” jî polîs êrîşî gel dike. Lê belê gel di her çalakiyê de diruşma “Bijî Serok APO” berz dike.
* Rêveberê Weqfa Mezopotamyayê Bahoz Baran da zanîn ku wan piştî xebata 10 salan Ferhenga Rastnivîsê çap kirine, destnîşan kir ku divê êdî Kurdî di standarta cihanê de bi cih bibe û got: “Ji ber ku dinya wexta ku dixwaze te entegreyî xwe bike standartekî dixwaze. Em ji bo vê yekê xebatan dikin.”
* ÎHD û TÎHV têkildarî “Hefteya Navneteweyî ya Têkoşîna li Dijî Windakirinên bi Zorê” li Goristana Gaziyê ya navçeya Sûltangaziyê bernameya bîranînê li dar bixe. (12:00)
* NextGen Kurdî dê li Eywana Pêşangehê ya Çand Amedê ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê 4emîn Forûma Ciwanan a bi navê “Jin û Werzîş” li dar bixe. (18:00-20:00)
* Şaredariya Sûrê di çarçoveya çalakiyên 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de dê li Qonaxa Cemîl Paşa bi tevlibûna Helbestvan Berken Bereh, Sûltan Yaray û Rizoyê Xerzî “Şeva Helbestan li dar bixe. (19:00)
* Weqfa Mezopotamyayê dê bi minasebeta danasîna Ferhenga Rastnivîsînê û xebatên xwe li Qonaxa Cemîl Paşa ya navçeya Sûrê resepsiyonekê li dar bixe. (19:30)








