• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
17 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Şaxa ÎHDê ya Îzmîrê: Windakirina di bin çavan de sûcekî li dijî mirovahiyê ye

    Şaxa ÎHDê ya Îzmîrê: Windakirina di bin çavan de sûcekî li dijî mirovahiyê ye

    Roja yekemîn a ‘Ji nû ve Avakirina Bajaran a bi Zarokan re’ dawî bû

    Roja yekemîn a ‘Ji nû ve Avakirina Bajaran a bi Zarokan re’ dawî bû

    Bavê Rojîn Kabaîşê çû serdana karkerên veguherîna bermahiyan

    Bavê Rojîn Kabaîşê çû serdana karkerên veguherîna bermahiyan

    Li Îzmîrê panela ‘Em ber bi ku ve diçin?’ hat lidarxistin

    Li Îzmîrê panela ‘Em ber bi ku ve diçin?’ hat lidarxistin

    Ji bo Cejna Zimanê Kurdî panel û şahî li dar xistin

    Ji bo Cejna Zimanê Kurdî panel û şahî li dar xistin

    ‘Têkoşîna cangoriyan ji bo me nexşerê ye’

    ‘Têkoşîna cangoriyan ji bo me nexşerê ye’

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Şaxa ÎHDê ya Îzmîrê: Windakirina di bin çavan de sûcekî li dijî mirovahiyê ye

    Şaxa ÎHDê ya Îzmîrê: Windakirina di bin çavan de sûcekî li dijî mirovahiyê ye

    Roja yekemîn a ‘Ji nû ve Avakirina Bajaran a bi Zarokan re’ dawî bû

    Roja yekemîn a ‘Ji nû ve Avakirina Bajaran a bi Zarokan re’ dawî bû

    Bavê Rojîn Kabaîşê çû serdana karkerên veguherîna bermahiyan

    Bavê Rojîn Kabaîşê çû serdana karkerên veguherîna bermahiyan

    Li Îzmîrê panela ‘Em ber bi ku ve diçin?’ hat lidarxistin

    Li Îzmîrê panela ‘Em ber bi ku ve diçin?’ hat lidarxistin

    Ji bo Cejna Zimanê Kurdî panel û şahî li dar xistin

    Ji bo Cejna Zimanê Kurdî panel û şahî li dar xistin

    ‘Têkoşîna cangoriyan ji bo me nexşerê ye’

    ‘Têkoşîna cangoriyan ji bo me nexşerê ye’

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

KOM Muzîkê bersiv da îdiayên Mem Ararat

Stenbol / AW

17 GULAN 2026 - 18:22
Kategorî: ÇAND, MANŞET
A A

Kolektîfa Çêkeriya ya KOM Muzîkê derbarê daxuyaniya Mem Ararat de daxuyaniyeke nivîskî parve kir. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku derbarê mijara navborî de jî saziya wan beriya niha gelek caran hewl daye ku zemîneke hevdîtinê biafirîne û wiha hate gotin: “Mijar divê bi rêya diyalogê, di çarçoveya heq, hiqûq û kedê de bê nirxandin. Ligel vê yekê jî, di daxuyaniyên li ser medyaya dîjîtal de, hatiye gotin ku saziya me hêvî û daxwazên muxatabên xwe li ber çavan negirtine. Ev daxuyanî ne rast in.”

Stranbêj Mem Ararat roja 15ê Gulanê daxuyanek li ser hesabên xwe yê medya dîjîtal belav kir û hin îdiayan derbarê KOM Muzîkê de kir.  Kolektîfa Çêkeriya ya KOM Muzîkê jî derbarê îdiayên Mem Ararat de daxuyaniyek nivîskî parve kir û bersiv da îdiayan.

Berfirehiya daxuyaniyê bi vî rengî ye:

“Di destpêkê de em dixwazin silav û rêzên xwe pêşkêşî gelê xwe yê bi rûmet, dostên xwe yên hunermend û hevrêyên xwe yên dilsoz bikin. Li ser hinek nîqaşên ku di van rojên dawîn de ji aliyê Mem Ararat û Şêxo Fîlîk ve bi parvekirinên di medyaya dîjîtal de hatine destpêkirin û tê de behsa saziya me jî tê kirin, me pêdivî pê dît ku em daxuyaniyeke kurt di çarçoveya prensîbên xwe de bidin. Beriya ku em dest bi parvekirina hinek agahiyan bikin, bi hestên taybet ên ku em ji ber nêzbûna 30 saliya xwe dibin dijîn, em ji dil û can malavahiya tevahiya kesên ku di pêkhatina vê arşîvê de ked dane, dikin.

Ji dema ku me di sala 1997’an de dest bi xebatên xwe yên çêkeriyê kiriye vir ve, me bi xwebexşî, dilsozî û xebata hevalên xwe yên kedkar a di demên dijwar de û bi berhemên hevrêyên xwe yên hunermend ên wêrek, xebatên xwe ava kir. Heta ku ev xwebexşî û dilsozî bidome, em ê her û her he bin. Ji roja pêşîn ve, polîtîkaya me ya çêkeriyê û hilberînê di çarçoveya berjewendiyên aborî yan jî çanda populer de nebûye; me hilberîneke alternatîf a ku xwe ji rehên xwe xwedî dike ji xwe re kiriye navend. Herî zêde jî ji ber van sedeman em dixwazin bibêjin ku; saziya me, heta îro jî, helwesteke ku keda tu hunermendekî/ê ku bi wan re xebitiye bênirx bike, îtîbara wî/ê ya takekesî ji xwe re bike armanc an jî hilberîna wî/ê ya hunerî biçûk bixîne, nîşan nedaye. Her wekî ku em nîqaşên li ser bingeha îthaman rast nabînin; em di wê baweriyê de ne ku dezenformasyona ku hatiye çêkirin ji bo diyalogeke berhemdar zemînekê naafirîne. Ya girîng ew e ku tevahiya hilberînên hunerî, têkiliyên kedê, xebatên çapemenî û weşangeriyê û meseleyên mafan di çarçoveyeke rast de werin nirxandin.

Der barê mijara navborî de jî saziya me beriya niha gelek caran hewl daye ku zemîneke hevdîtinê biafirîne. Hatiye gotin ku mijar divê bi rêya diyalogê, di çarçoveya heq, hiqûq û kedê de bê nirxandin. Ligel vê yekê jî, di daxuyaniyên li ser medyaya dîjîtal de, hatiye gotin ku saziya me hêvî û daxwazên muxatabên xwe li ber çavan negirtine. Ev daxuyanîyên tpn dayîn ne rast in. Ji destpêkê ve em vê yekê dibêjin û diparêzin; divê em bi dilmayînên takekesî û bi şîroveyên li ser medyaya dîjîtal tevnegerin; bi berpirsiyariyên dualî tevbigerin.

Di daxuyaniyên ku hatine dayîn de, diyar e ku mafên fonograman bêyî ku tu rêgez û çarçove li ber çavan bên girtin, tên xwestin. Lê ev maf bi tenê bi daxuyaniyên takekesî na, di heman demê de divê di çarçoveya zagon û prosedurên heyî de bên nirxandin. Hebûna mafekî, çarçoveya wî mafî û dewra wî bi daxuyaniyên yekalî diyar nabin; bi belgeyên şênber û li ser zemîneke gotûbêjê tên diyarkirin. Tiştê ku balê dikişîne ev e: Ji aliyekî ve ji bo çareseriya pirsgirêkê bangê li raya giştî dikin, ji aliyê din ve jî bêyî ku tu muzakereyekê bikin an jî doza lihevkirinê bikin, bê şert û merc doza dewrê dikin. Em dibînin ku di navbera van her du seknan de nakokî hene. Ligel ku em ne alîgirên înkarkirina mafan û berheman in, em bendewariya ji saziya me ya yekalî ya ku bêyî tu şert û mercan dewr bê kirin jî maqûl nabînin.

Şîroveyên ku li ser medyaya dîjîtal tên kirin wek nêrîna me ya fermî tên nîşandan. Lê nêrînên me bi tenê bi rêya kanalên saziya me yên ragihandinê tên vegotin. Di vîdeoya ku hatiye belavkirin de, ji aliyekî ve tê gotin ku li hemberî tu saziyeke Kurdan sekneke dijber tune ye lê ji aliyê din ve jî hebûna me ya saziyî ya kolektîf bi tawanbariyan dibe hedef. Ji aliyekî ve behsa lêgerîna li rêyên çareseriyê tê kirin, ji aliyê din ve jî bi nêzikatiyeke ku zemîna diyalogê dirûxîne tê gotin ku ‘derî heta bi hetayê hatine radan’. Vegotinên bi vî rengî mixabin hewldanên ku li hemberî KOM Muzîkê bertekên raya giştî çêbibin tîne bîra mirovan. Her wekî ku me di destpêkê de jî got, saziya me keda tu hunermendekî/ê tune nahesibîne. Her wiha keda saziya me, xebatên wê yên arşîv, weşangerî, çapemenî û belavkariyê, pêvajoyên danasînê, hewlên afirandina bîrekê û berpirsiyariyên parastinê yên ku bi salan e didomin jî nikarin tune bên hesibandin.

Em dixwazin balê bikişînin ser vê yekê ku; tawanbariyên manîpûlatîf ên di daxuyaniyên medyaya dîjîtal de der barê xebatkarê berê yê KOM Muzîkê Erdal Avci de hatine kirin ji niyetpakiyê dûr û xapînok in; her wiha  hişmendiya kolektîf a KOM Muzîkê ya ku xebata xwe li ser pîvanan ava dike, piştguh dikin.

Her wekî ku heta niha em tevgeriyane, ji niha şûnde jî em alîgirên nêzikatiyeke dualî ya di çarçoveya etîk û sazîbûnê de ne. Ji ber vê yekê, di dewsa tawanbariyan de; em banga xwe dubare dikin ku em bikevin nava diyalogeke çêker a ku tê de belge û daxwaz bi hev re bên nirxandin.

Em li ber bîranînên hevrêyên xwe yên ku niha ne di nava me de ne bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.

Kolektîfa Çêkeriyê ya KOM Muzîkê”

Etîket: bersivKom MuzikMem Ararat
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Melodiya Kurdî ya “Romanî” ji nû ve şirove kir

Melodiya Kurdî ya “Romanî” ji nû ve şirove kir

4 NÎSAN 2026
DYA: Danûstandin didomin   Îran: Danûstadin tune ne

Îranê bersiva xwe pêşkêşî Amerîkayê kir

26 ADAR 2026
Çeteyan bi dronan gundê Qîro bombebaran kir

YPJ û HSD bersivê didin êrişên çeteyan

26 ÇILE 2026
Li gundewarê Til Temirê panzêrek çeteyan hat rûxandin

HSD û YPJ li gundên Kobanê bersivê didin çeteyan

20 ÇILE 2026
YPJ: Bersiva hemû êrişên çeteyan hat dayin

YPJ: Bersiva hemû êrişên çeteyan hat dayin

17 ÇILE 2026
Derdora Bendava Tişrînê hat bombebarankirin

HSD: Hêzên me bersiva jêdera dronên xwekuj da

30 KANÛN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji DEM Partiyê meş û çalakiyên ‘Gavek ji bo Aştiyê’

    Ji DEM Partiyê meş û çalakiyên ‘Gavek ji bo Aştiyê’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KOM Muzîkê bersiv da îdiayên Mem Ararat

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hevalê Çaran ê zindanê: Hewcehiya me bi ruhê Zindana Amedê heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Şehîdên meha Gulanê em ji tunebûnê anîn hebûnê’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 17ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tulay Hatîmogullari: Divê statu, şert û mercên Abdullah Ocalan bê diyarkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sempozyûma Zimanê Kurdî bi dawî bû: Kurdî bikin zimanê bazirganiyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komxebata ‘Ji nû ve Avakirina Bajaran a bi Zarokan re’ dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Gelê Wanê ji bo aştiyê meşiya: Gel li benda gavan e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Zimanzanên Kurd: Divê Kurdî bibe zimanê serwer, perwerde û hunerê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (457)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne