• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
18 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Komxebata zarokan bi peyama ‘Gotina me, li gel gotina zarokan e’ dawî bû

    Komxebata zarokan bi peyama ‘Gotina me, li gel gotina zarokan e’ dawî bû

    Li Wanê girtî hat derbkirin û muayeneya bikelepçe hat ferzkirin

    Li Wanê girtî hat derbkirin û muayeneya bikelepçe hat ferzkirin

    Li gelek bajaran Cangoriyên Gulanê hatin bîranîn TÊ NÛKIRIN

    Li gelek bajaran Cangoriyên Gulanê hatin bîranîn TÊ NÛKIRIN

    Li Stenbolê kargeha zarokan hat lidarxistin

    Li Stenbolê kargeha zarokan hat lidarxistin

    Otomatik taslak

    ‘Li girtîgehên Anatolyaya Navîn zext zêde dibin’

    Rapora ‘Di navbera bêçekkirin û aştiyê de meseleya Kurd’: Pirsgirêka Kurd ne pirsgirêka ewlehiyê ye

    Rapora ‘Di navbera bêçekkirin û aştiyê de meseleya Kurd’: Pirsgirêka Kurd ne pirsgirêka ewlehiyê ye

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Kargeha Hunerê ya Yektayê hat vekirin

Amed / AW

18 GULAN 2026 - 17:46
Kategorî: ÇAND, MANŞET
A A
Hevşaredara Şaredariya Peyasê Berîvan Sîncar di vekirina Kargeha Hunerê ya Yektayê de axivî û got: “Eger huner û çanda Kurdî hîn jî zindî ye, ev bi saya Halîl Dag, Hozan Serhad û Delîla ye û em mînettarên wan in. Vekirina kargehê ji bo kesên ku ciwanan ber bi hişbir, fihûş û rêyên xerab ve dikşînin, bersiveke.”

Şaredariya Peyasê bi armanca mezinkirina hêza hunerê, zêdekirina hilberîn û piştevaniyê bi hev re li taxa Hûzûrevleriyê ya Peyasê ya Amedê Kargeha Hunerê ya Yektayê vekir. Hevşaredarên Peyasê Berîvan Gulşen Sîncar, Cengîz Dundar û gelek welatî tevlî vekirina kargehê bûn. Beriya vekirina kargehê koma zarokan a govendê ya Şaredariya Peyasê û beşdaran govend gerandin.

Ewilî Şanoger Sakîne Jîr xêr hatina beşdervanan kir û got: “Huner ligerîna heqîqatê ye. Armanca me ew e ku em bi hunera xwe dengê xwe bigihînîn zarokên vî welatî. Ev dengê ku dibe pênûsa Apê Mûsa, dengê Elî Temel ji bo me serbilindî û nexşerê ye. Miletekî bê huner û çand mehkumê mirinê ye.”

‘Dagirker ewilî êrişî ziman, çand û hunerê dikin’

Hevşaredar Cengîz Dundar destnîşan kir ku li ser vê axê gelê Kurd  dîrokek nivîsandiye û ji vê saetê pê ve jî divê ev dîrok were mezinkirin û wiha got: “Weke ku hûn jî dizanin, dema desthilatdar diçin welatekî dagir bikin, cihên yekem ku êriş dikinê çand, huner, ziman û modela jiyanê ya wî welatî ye. Qeyûman jî li Kurdistanê ji roja ku dest pê kirin û vir ve qadên yekem ku êriş kirinê dîsa ev qad bûn. Me jî bi van saziyên ku di nava van 3 mehan de vekirin, bersivek da wan. Em ê ji doza xwe venegerin.”

‘Em ê hertim girîngiyê bidin xebatên bi vî rengî’

Hevşaredar Berîvan Gulşen Sîncar diyar kir ku hemû kes dizane ku çand ji bo gelê Kurd çiqasî girîng e û tê çi wateyê û got: wateyê. “Em di pêvajoyeke pir girîng re derbas dibin û li ser milê her yek ji me berpirsiyariyeke mezin heye. Em dixwazin çanda berxwedanê ya vî bajêrî bi hunerê re bînin cem hev. Bi salan e li ser vê erdnîgariyê polîtîkayên giran hatin meşandin da ku Kurd bîra xwe winda bikin. Lê belê her çiqasî polîtîkayê qirkirinê hebûya jî vê erdnîgariyê şahidiya têkoşîneke mezin jî kir. Tevî van hemû zehmetiyan jî, eger huner û çanda me hîn jî zindî ye, ev bi saya Halîl Dag, Hozan Serhad û Delîla ye û em minetdarên wan in. Îro li vir bûn û amadebûna me, bersivek e li dijî wan kesên ku ciwanên me ber bi hişbîr, fihûş û rêyên xirab ve dikişînin. Em ê her dem girîngiyê bidin xebatên bi vê rengî û em ê hîn bêtir bixebitin.”

Piştî axaftinan, kargeh bi awayekî çoş ji aliy Berîvan Gulşen Sîncar, Cengîz Dundar û beşdaran ve kordele hat jêkirin.

Piştî jêkirina kordeleyê Koma govendê ya zarokan a Kargeha Yektayê derketin li ser dikê govend gerandin. Piştî govenda zarokan, şagirtên kargehê stran gotin û herî dawî jî  hunermend Sabir Erkan derket li ser dikê stran gotin. Vekirina kargehê bi çoşeke mezin dawî bû.

  • amd-18-05-2026-kargeha-yekta-cand-vekirin3
Etîket: Amedhat vekirinKargeha Hunerê ya Yekta
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Komxebata zarokan bi peyama ‘Gotina me, li gel gotina zarokan e’ dawî bû

Komxebata zarokan bi peyama ‘Gotina me, li gel gotina zarokan e’ dawî bû

18 GULAN 2026
Li gelek bajaran Cangoriyên Gulanê hatin bîranîn TÊ NÛKIRIN

Li gelek bajaran Cangoriyên Gulanê hatin bîranîn TÊ NÛKIRIN

18 GULAN 2026
Ji kampusan ber bi jiyana azad ve: KODER vebû

Ji kampusan ber bi jiyana azad ve: KODER vebû

17 GULAN 2026
Li Amedê şahiya zarok û ciwanan hat lidarxistin

Li Amedê şahiya zarok û ciwanan hat lidarxistin

17 GULAN 2026
Roja yekemîn a ‘Ji nû ve Avakirina Bajaran a bi Zarokan re’ dawî bû

Roja yekemîn a ‘Ji nû ve Avakirina Bajaran a bi Zarokan re’ dawî bû

17 GULAN 2026
Li Amedê konsera pirzîmanî hat lidarxistin

Li Amedê konsera pirzîmanî hat lidarxistin

17 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Otomatik taslak

    KOM Muzîkê bersiv da îdiayên Mem Ararat

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Îzmîrê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji Bahçelî 7 xalên ‘pêvajoyê’: Divê statuya Ocalan hebe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Li Başûr hê jî termînolojiya hiqûqî tune ye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 18ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • SAMER: Civak ‘pêvajoya’ red nake lê dixwaze bawer bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Îzmîrê panela 15ê Gulanê: Divê xwedî li Kurdî bê derketin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rapora ‘Di navbera bêçekkirin û aştiyê de meseleya Kurd’: Pirsgirêka Kurd ne pirsgirêka ewlehiyê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji kampusan ber bi jiyana azad ve: KODER vebû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li gelek bajaran Cangoriyên Gulanê hatin bîranîn TÊ NÛKIRIN

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (483)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne