Li Komara Demokratîk a Kongoyê 118 kes ji ber şewbeya Ebolayê jiyana xwe ji dest dan.
Li Komara Demokratîk a Kongoyê hejmara kesên ji ber şewbeya Ebolayê jiyana xwe ji dest dane derket 118an. Herwiha hat destnîşankirin ku 390 kes jî bi vê şewbê ketine.
Berdevkê hikûmeta Komara Demokratîk a Kongoyê destnîşan kir ku li hin herêman şewbe bi sînor maye û diyar kir ku li Ugandayê jî 2 nexweşiyên ku nehatine piştrastkirin û mirinek jî çêbûye.







