Şirnex – Şêniyên gundê Zivinga Şikaka 6 roj in ji aliyê leşker û kesê bi navê Abdullah Oner ve tên astengkirin û nikarin biçin gundê xwe. Şêniyên ji gund nerazîbûn nîşanî vê astengiyê dan û xwestin ev astengî bê rakirin.
Weke hezaran gundan, gundê Zivinga Şikaka ya bi ser navçeya Basa ya Şirnexê ve di sala 1993yan de yek ji gundên destpêkê ye ku hatiye şewitandin û piştre hatiye valakirin. Piştî demeke dirêj şêniyên gund ên li bajarên weke Edene, Êlih, Antalya, Denîzlî, Sêrt, Stenbol û Mêrsînê belav bûne, di nava xwe de biryar didin ku kesê bi navê Abdullah Oner weke keya hildibijêrin û sala 2007an Abdullah Oner vedigere ser gund. Bi demê re hin şêniyên din ên gund dixwazin vegerin ser gundê xwe lê Abdullah Oner destûrê nade û ji bo vegera gundiyan astengiyan derdixe.
Her çiqas keyatiya Abdullah Oner hatibe betalkirin jî têkiliyên xwe bi kesayetên nava dewletê û cerdevanan re xurt dike û di salên dawî de dar û berên derdora gund dide birînê. Abdullah Oner û kesên derdora wî niha gund ji xwe re kirine ada rantê.
Şêniyên gundê Zivinga Şikaka di 28ê Gulanê de dema xwestin biçin ser axa xwe rastî êrişa Abdullah Oner û xizmên wî hatin. Li ser êrişê şêniyên gund ên li bajarên cuda berê xwe dan gund lê şêniyên gund ev 6 roj in ji aliyê leşkeran ve tên astengkirin û destûr nayê dayîn ku ew biçin gundê xwe.
‘7 kes birîndar kirin lê hatin berdan’
Welatiyên ji aliyê leşkeran ve tên astengkirin bertek nîşanî vê yekê dan. Welatiyê bi navê Îbrahîm Taş ku ji Êlihê hatiye dibêje ku Abdullah Oner ji bo rantê destûr nade ew biçin gund û wiha axivî: “Bi zilmê dewletê salên 90î em ji gund derxistin. Kesê bi navê Abdullah Oner ji me re got keyatiyê bidin min ez ê li gund binerim lê tiştek ji gund re nekir. Piştre daristanên gundê me dan birînê û me jêre got êdî bes e. Dema welatiyên me hatine gund êriş kirine û 7 welatî birîndar kirine. Piştre hemû hatine berdan.”
Ji bo birîna daran tên astengkirin
Îbrahîm Taş diyar kir ku leşker parastina Abdullah Oner dikin û wiha got: “Ev çend roj in em li vir lê leşker parastina wî dikin û destûr nadin em biçin ser axa xwe. Dema em vegerin gund ew êdî nikare daristanan bide birîn û pereyê wê bixwe. Ji ber wê nahêlin em biçin gund.”
‘Her kes dixwaze Abdullah Oner milk û malê me bixwe’
Heybet Tîtîz ku ji Sêrtê dixwaze vegere ser axa xwe got ku ji bo pere destûr nayê dayîn ew biçin gundê xwe û wiha axivî: “Ev kesên hanê ji bo her tiştê gund bixwin nahêlin em biçin gund. Lê ev yek jêre nayê qebûlkirin. Gund têra me hemûyan dik, bila weke mirovan werin em bi hev re bixwin. Tu kes piştgiriyê nade me, nexwê leşkerî, gundên derdorê û her kes dixwaze Abdullah Oner tenê milk û malê gundê me bixwe. Em dixwazin vegerin, cardin gundê xwe ava bikin lê destûrê nadin.”







