Li gundê Zivinga Şikaka kesê bi navê Abdûllah Oner û leşker destûrê nadin welatî biçin gundê xwe. Welatiyên tên astengkirin banga piştgiriyê kirin.
Gundê Zivinga Şikaka yê navçeya Basa ya Şirnexê di sala 1993yan de hate şewitandin û piştre hate valakirin. Gundiyên 28ê gulanê xwestin biçin gundê xwe rastî êrîşa kesê bi navê Abdûllah Oner û xizmên wî hatin. Ji roja êrîşê gundiyan hatiye kirin heya niha leşkeran rêya gund girtiye û destûr nade ku welatî vegerin ser axa xwe. Welatiyên gund ku ji bajarên weke Edene, Êlih, Antalya, Denîzlî, Sêrt, Stenbol û Mêrsînê hatine, 5 roj in li ser rêya navbera Basa û Dihê de ji aliyê leşkeran ve tên astengkirin.
‘Em dixwazin vegerin û gundê xwe ava bikin lê destûr nadin’
Welatiyên ku dixwazin biçin gundê xwe bertek nîşanî leşkeran û kesê bi navê Abdûllah Oner dan. Welatiyê bi navê Nesîm Tûrhan ku 5 roj in dixwaze biçe gundê xwe got ku ew dixwazin gundê xwe ji nû ve ava bikin û wiha axivî: “Em dixwazin gundê xwe ava bikin lê Abdûllah Oner dest daniye ser axa me. Welatiyên ku roja cejnê hatine gund rastî êrîşa Abdûllah Oner hatine û 5 gundiyên me birîndar bûne.”
‘Tu partî li halê me napirse’
Nesîm Tûrhan daxwaz kir ku partiyên siyasî piştgiriyê bidin gundiyan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev 5 roj in em li vir lê partiyekî jî qet pirsa me nekiriye û nehatine vir silavek nedane me. Li vir rant heye û ev kesê bi navê Abdûllah Oner bi hin kesên nava dewletê de daran dibirin. Em vê zilmê qebûl nakin û dixwazin vegerin ser gundê xwe.”
‘Dewlet pişta çeteyê bi navê Abdûllah Oner digire’
Jina bi navê Fatma Baykara ku rastî êrîşa Abdûllah Oner hatibû diyar kir ku ev 30 sal in ew li xeribiyê ne û wiha axivî: “Ev kesê çete naxwaze em vegerin ser gundê xwe. Pişta xwe daye dewletê û leşker destûr nadin em biçin gund. Em dixwazin her kes piştgiriyê bide me.”
Sekna gundiyan ya li têketina gund berdewam dike.

















